COLEMÊRG – Li Şemzînanê pira ku di hilbijartinan de sozê çêkirina wê hat dayîn û bi 400 hezar lîreyî hat çêkirin, niha li ber hilweşandinê ye.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di sala 2014’an de pira ku di hilbijartinan de soza çêkirina wê hat dayîn û riya 5 gund û 7 mezrikan bi hev ve girêdaye li ber hilweşandinê ye. Pir li ser riya Gever-Şemzînanê ye, piştî 30 kîlometreyî şûnde riya Rûbarokê jî bi ser ve dibe û bi 400 hezar lîreyî hatiye çêkirin. Lê belê ji ber kêmasiyan û lehiyan bi rûxandinê re rû bi rû ye.
Pira ku ji bo welatiyan talûkeyeke mezin dide der, gundiyên ji gundên Dêdê, Bezelê, Gulka,Belka, Dinarte, Beyturulu, Gûyiza, Cînas û Bêgûzayê mirinê didin ber çavên xwe û ji mecbûrî di ser re derbas dibin.
PIRA DI HILBIJARTINÊ DE SOZA WÊ HAT DAYÎN HILDIWEŞE!
Riya ku li cem pirê diçe Qereqola Bezelê bi awayekî baş hatiye çêkirin, lê pira ku riya 9 gundan di ser re derbas dibe xirab hatiye çêkirin. Gundiyan anî ziman ku di her hilbijartinê de ev pir wekî soza hilbijartinê didin ber wan, lê belê pir li ber hilweşandinê ye.
Gundî pira ku Çemê Bezelê di bin re derbas dibe, sewalên xwe jî di ser re derbas dikin û bi wesayîtaan re jî di ser re derbas dibin. Gundiyan anî ziman ku her çend talûke me jî ew mecbûr in di ser re biçin û xwestin demildest pir bê çêkirin.