WAN – Sewalvanan diyar kir ku di 30 salên dawî ew bi serdemeke evqasî xirab re rû bi rû nemane û got: “Kesên zozanên me qedexe dikin, fiyetê ka û mazotê zêde dikin, em ê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bersiva wan bidin.”
Li Wanê ji ber qedexekirina zozanan, bihabûna fiyetê ka û mazotê her diçe sewalvanî kêm dibe. Welatiyên sewalvaniyê dikin gotin: “Kesên zozanên me qedexe dikin, fiyetê ka û mazotê zêde dikin, em ê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bersiva wan bidin.”
'EM NIKARIN HEYWANÊN XWE JI BAJÊR DERXÎNIN’
Sewalvan Mûsa Sarkik (70) diyar kir ku li Wanê ji ber bihabûna fiyetên ka û mazotê û goştê sor rewşa sewalvaniyê nebaş e. Sarkik anî ziman ku zozanên wan qedexe ne û heqê kirêya zozanan jî di navbera 100-150 hezar lîreyî de ye. Sarkik bi lêv kir ku ji ber qedexeyan ew zehmetiyan dikişînin û got: “Dema em diçin zozanan karê me hêsan dibe. Lê ji ber qedexeyan em nikarin heywanên xwe ji bajaran derxînin.”
'EGER QEDEXE DEWAM BIKIN DÊ SEWALVANÎ BIQEDE’
Sewalvan Zekî Aslan jî, diyar kir ku li gorî salên berê îsal rewşa sewalvaniyê qet nebaş e û sedema vê yekê jî bi krîza abor, bihabûna fiyetên ka û mazotê ve girêda. Her wiha Aslan bal kişand ser qedexekirina zozanan jî û got: “Eger qedexeya li ser zozanên me dewam bike dê sewalvanî bideqe.”
‘EM Ê DENGÊ XWE NEDIN ÊN ZOZANÊN ME QEDEXE DIKIN’
Aslan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe nedin kesên zozanên wan qedexe dikin û got: “Eger îro zozanên me qedexe bin, şer hebe û kesên sewalvaniyê dikin di nav vî agirî de bin, kîjan partî aştî û biratiyê biparêze em ê dengê xwe bidin wê.”Haci Başkale jî, destnîşan kir ku êdî hatine wê astê ku nikarin sewalvaniyê bikin. Başkale diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetên ka û mazoyê sealvanî li ber qedandinê ye.
'DEWLET DESTÛRÊ NADE EM BIÇIN ZOZANAN’
Welatiyê bi navê Abdulbari Deniz jî destnîşan kir ku ew saloqat sewalvaniyê dikin, lê belê ji ber bihabûna fiyetê kayê û mazotê rewşa karê wan qet nebaş e û got: “Dema em dixwazin pezên xwe ji cihekî bibin cihekî din, belgeya veguhastinê nadin me. Ji ber heqê kayê, guharê wan, pereyê guhastinê, pereyê baytar êdî em nikarin wan xwedî bikin. Eger rewş wisa dewam bike em ê heywanên xwe bifiroşin.” Denîz diyar kir ku zozanên wan hatine qedexekirin û got:”Dewlet destûrê nade ku em biçin zozanan. Heywanên me di nav gund û bajêr de dimînin û nexweş dikevin. Em tim zirarê dikin.” Deniz diyar kir ku ew dixwazin rewşa aboriyê baş be û dawî li qedexeyan bê. Her wiha Deniz bi lêv kir ku got dema ew dengê xwe bi kar bînin ew ê van tiştan li ber çavan bigirin.
'HEQÊ KIRÊ ZÊDE YE’
Cotkarê bi navê Mehmet Yucel jî, anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike û ji bilî vî karî bi tu karî nizane. Yucel diyar kir ku fiyetê kayê biha bûye û hema bêje tevahiya zozan hatine qedexekirin û ji ber ku heqê kirêya zozanan zêde ye ew nikarin heqê kire derxînin û sewalên wan telef dibin.
'BILA HERKES DESTÊ XWE DEYNE SER WIJDANÊ XWE’
Yücel got: “Mesela dema em 4 heywanan li erebeyê siwar bikin em nikarin di ber qereqolê re derbas bibin. Tu diçî midûriyeta çandiniyê pereyan distîne, heqê guhar, heqê guhastinê. Em ê di hilbijartinê van tiştan esas bigirin û li gorî wê dengê xwe bi kar bînin.” Sewalvan Şukru Dalga jî destnîşan kir ku ji fiyetê ka û êm bigire her tişt zêde bûye û ji ber vê karê wê hema bêje qediyaye.
'DÊ SEWALVAN DI 24’ê HEZÎRANÊ DE BERSIVA WAN BIDIN’
Dalga, bi lêv kir ku dê sewalvanên ku bi evqas zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin û got: “Eger zilmê qebûl dikin bila dengê xwe bidin. Eger qebûl nakin bila dengê xwe bidin xwe. Çi li vir diqewime, her tişt aşkere ye.”
'JI BER QEDEXEYAN EM NIKARIN JI MALÊN XWE DERKEVIN’
Cotkar Mûstafa Karataş jî anî ziman ku 25 salin ew sewalvaniyê dike, lê belê ji ber zozanên wan hatine qedexekirin ew nikarin ji gundê xwe derkevin. Karatş diyar kir ku dema ew dertên lşeker wan asteng dikin û êdî ew nikarin çandiniyê jî bikin. Karataş diyar kir ku ji ber van tiştan êdî jiyana gund zehmet bûye û êdî taqet di wan de nemaye.
‘KESÊN PIŞTÎ HILBIJARTINÊ EM JI BÎR KIRIN, EM Ê JÎ DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE WAN JI BÎR BIKIN’
Necmî Karadaş jî diyar kir ku 30 salin ew sewalvaniyê dike û ew ê di hilbijartinê de tiştên ew bi wan re rû bi rû mane esas bigirin û bi vî awayî dengê xwe bi kar bînin. Karadaş got: “Cotkar, sewalvan, esnaf herkes perîşan bûye. Sibê dusibe dê bên ber deriyên me û dê ji bo hilbijartinê gelek sozan bidin. Lê çi dibe bila bibe em ê bi ya xwe bikin. Êdî baweriya me bi wan nema. Gelek caran hatin berd deriyên me û soz dan, lê piştî hilbijartinê em ji bîr kirin. Êdî em di vî warî de xwedî tecrübe ne. Em wan baş nas dikin. Em ê kesên piştî hilbijartinê em ji bîr kirin di hilbijartinê de ji bîr nekin. Bila herkes xwedî li vîna xwe derkeve.”
MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas