ANTALYA – Rojnamevan Devrîm Ayik ku bi şertê cezayê “hepsa malê” hat berdan, diyar kir ku pençeşêra kolonê ya lê peyda bûye di girtîgehê de girantir bûye û got: “Ma kesekî di hepsa malê de dê çawa tedawî bibe?”
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ku nexweşîna pençeşêra kolonê lê peyda bû, di 5’ê Gulanê de ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hat berdan û cezayê “hepsa malê” lê hat birîn. Ayik di 3’yê Cotmeha 2015’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tevî 3 hevalên xwe hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirinê hatibû girtin û hevalên wî jî bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan. Ayik bi lêv kir ku her çend ew nexweş e, dîsa jî bi şertê “hepsa malê” hatiye berdan.
JI 62 KÎLOYAN DAKET 50 KÎLO YÎ
Ayik, diyar kir ku berî ew bê girtin nexweşîna pençeşêra kolonê lê peyda bûye, lê belê di girtîgehê de nexweşîna wî girantir bûye. Ayik anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgehê her çû nexweşîna wî girantir bû. Ayik diyar kir ku mirovên tenduristiya wan baş jî nikaribûn xwarinên girtîgehê bixwin û dermanên wan endihatin dayîn. Ayik got: “Piştî enxweşîna min dest pê kir êdî sancû zêde bûn. Di girtîgehê de 4 mehan min nebirin bijîşk. Ji ber nexweşîna xwe ji 62 kîloyan daketim 50 kîlo yî.” Ayik destnîşan kir ku di girtîgehê de ew bi saya hevalên xwe li ser piya disekinî û ji ber ku zaf diêşiya dengê wî li tevahiya girtîgehê belav dibû.
'MERAQA NEKE DÊ DERBAS BIBE’
Ayik, anî ziman ku di girtîgehê de bi tu awayî tedawiya wî ya dermanan nehatiye kirin û ligel vê gardiyan û personelên tenduristiyê yên di girtîgehê de henekên xwe pê dikirin. Ayik got: “Di sala 2017’an de ji ber sancûyan li dadgehê ji ser hişê xwe çûm. Piştî dadgehê min birin beşa lezgîn. Li wir nêzî 15 saetan li ser serê min sekinin. Bijîşkê li wir ji min re got dibe ku nexweşîna te pençeşêr be. Paşê demildest ez emeliyat kirim. Mehekê li nexweşxaneyê mam. Li girtîgehê dermanên ku dan min bêtir ez nerihet kirim. Qet ji bîr nakim, dîsa ji bo nexweşîna min ez birim nexweşxaneyê. Bijîşkê li wir ewilî bi rêzdarî nêzî min dibû. Piştî li ser dosyeya min nivîsa “çepgir teror” dît, ji min re got ‘Tiştekî te tune ye, meraq neke dê derbas bibe” û ji gardiyanan re got wî bibin.”
Ayik diyar kir ku dema wî dibirin nexweşxaneyê destên wî kelemçekirî bûn. Ayik anî ziman li li nexweşxaneyê ji dêvla ku heyet lê binere bijîşkek lê dinêrî û got: “Ew bijîşk jî dema li min nêrî ji gardiyan pirsî ku ez ji ber çi hatime girtin. Dema gardiyan got ‘teror’ li min nêrî û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne. Wî bibin.’ Û rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan min.”
‘DI GIRTÎGEHAN DE BI DEHAN GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN LI BER MIRINÊ HENE’
Ayik diyar kir ku di girtîgehan de bi dehan girtiyên nexweş ên li ber mirinê hene û divê li hemberî vê rewşê kes xwe li bêdengiyê daneyne. Ayik destnîşan kir ku li girtîgehan bi awayekî zêde maf tên binpêkirin.
‘HA DI MALÊ DE ME HA DI GIRTÎGEHÊ DE ME’
Ayik, anî ziman ku hîn jî fêm nekiriye ka ji bo çi cezayê “hepsa malê” lê birîne û got: “Cezayê hepsa malê li min birîn. Bi rastî jî hîn min ev yek fêm nekiriye. Ez nexweşekî ku nexweşîna wî girane. Eger heftê rojekê an jî du rojan cezayê îmzeavêtinê bidanan min ê fêm bikirana. Ji roja ku ji girtîgehê derketime li vî tiştî difikirim ‘ez ê çawa tedawî bibim.’ Ez li Sîdeya Manavgatê rûdinêm. Ma ez ê çawa biçim navenda Antalyayê tedawî bibim. Bi vî awayî ha di malê de me ha di girtîgehê de me. Dema ji girtîgehê derketim roja sisêyan mirin rakirin beşa lezgîn. Dema li beşa lezgîn min bidîtanan dê min bibirana girtîgehê. Bi rastî jî rewşa min nebaş e.”
MA / Ergin Çaglar