MÊRDÎN – Şaredarê berê yê Qoserê Ferhan Turk ku heta niha 8 caran hat girtin û 14 salan di girtîgehê de ma, di danişîna 4'emîn de hat berdan.
Şaredarê berê yê Qosera Mêrdînê Ferhan Turk ku di 15'ê Kanûna 2017'an de hatibû girtin û paşê hatibû berdan, piştî hat berdan bi hefteyekê li ser îtiraza dozger dîsa hatibû girtin. Turk ku li ser îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hatibû girtin, di danişîna 4'emîn a dozê de hat berdan. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mêrdînê pêk hat. Turk û parêzerên xwe tev li danişînê bûn. Piştî danisîna nasnameyê, parêzeran parastin kir. Heyeta dadgehê jî piştî biryara navberê biryara berdana Turk dan. Danişîna dozê taloqî 6'ê Tîrmehê kirin.
Heta niha Ferhan Turk 8 caran hatiye girtin û 14 salên wî di girtîgehan de derbas bûye.