DÎLOK – Hevseroka HDP’a Dîlokê Atiye Okay a ji ber parvekirinên tora civakî ya têkildarî Efrînê hatibû girtin, piştî 4 mehan hat berdan.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Atiye Okay derbarê operasyona Efrînê de li ser medya civakî bertek nîşan dabû. Lêpirsîn lê hatibû vekirin û di 30’ê çile de hatibû girtin. Okay piştî 8 mehan danişîna wê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat dîtin. Piştî parastina Okay û parezer, heyeta dadgehê Okay berda.
Danişînek din taloqî 25’ê îlonê hat kirin.