ENQERE - Li Enqereyê, HDP’ê bi serlêdana dikandarên Haymana re starta hilbijratinê da û di serdanê de diyar kirin ku dê bi hev re vê pergalê biguherînin.
Li Enqereyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê da. Şandeya di navê de Parlamentera HDP’a Êlihê Ayşe Acar Başaran jî heyî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, çû serdana dikandarên bazara navçeya Haymana ya Enqereyê.
‘EM PERGALÊ BI HEVRE BIGUHERIN’
Şandeyê di serdana xwe de belavokên wêneyên namzetê Serokomayê yê HDP’ê ya “Tu dikarî” li ser nivîsandibûn belav kirin. Şande rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Şandeyê ji dikandaran xwest di 24’ê Hezîranê de herin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Şandeyê destnîşan kir ku dê bi hevre vê pergalê biguherin.
‘JI BO CIVAKEK AZAD Û WEKHEV…’
Parlamenter Ayşe Acar Başaran bi dikandarên jin re li hev kom bû û got: “Ji bo jin di civakek azad û wekhev de bijin, emê bi hevre vê pergela ê biguherîn in.” Piştî serdana dakandaran, şandeyê Mala Mamosteyên Haymana ziyaret kirin.