ŞIRNEX - Li Cizîrê, 4 ciwanên berî 8 rojan bi îdîaya têkiliya wan bi teqîna ku 4 polîs birîndar bûn re heye, hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li Taxa Yafes a navçeya Cizîra Şirnexê, di serdegirtina malan a 3’yê Gulana 2018’an de 4 ciwanên hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger ciwanên bi îdîaya têkiliya wan bi teqîna 10’ê Tebaxa 2017’an a li Taxa Yafesê ya di encamê de 4 polîs birîndar bûn re heye, hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtînê sewqî dadgehê kir.
Dadgehê 4 ciwan bi şertê “kontrola edlî” serbest berdan. 3 ciwanên di heman dîrokê de hatibûn binçavkirin jî, piştî îfadeya wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, di 5’ê Gulanê de hatibûn berdan.