Buldan: Divê bi qasî ku nikaribin bidizin dengê HDP’ê zêde bin

img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan, diyar kir ku piştî îktîdarê got “HDP’ê di sindoqan de veşêrin", zextên li ser HDP'ê dê zêdetir bibin û wiha got: "HDP dê bi nûnertiyek xurt serkeftinê bi dest bixe. Divê bi qasî ku nikaribin me di sindoqan de veşêrin û dengê me bidizin dengê me zêde bin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, der barê hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê, astengî û lîstikên li pêş HDP’ê û hewldanên ku dixwazin HDP'ê li dervê meclîsê bihêlin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Buldan, da zanîn ku Hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomariyê û parlamenteriyê ji bo Tirkiye dê gelek kritik be û wiha got: "Li Tirkiye yekem car hilbjartinek bi vî rengî pêk tê. Hilbijêr yekem car rastî modelek wisa tên. Ji destpêkê heta dawî bê qûralî hene. Di bin şertê ne adîl û ne wekhev de hilbijartin pêk tê. Polîtîkaya tirs û tepisandinê ya ku AKP dimeşîne li ser gelê Tirkiye belav bûye. Di vê hilbijartinê de ewlehî zêde derdikeve pêş. Di bin şertê OHAL'ê de hilbijartin pêk tê. Hilbijartina ku di bin OHAL'ê de pêk bê ne rewa ye. Hikûmeta AKP'ê di bin şertê OHAL'ê de Tirkiye dixe hilbijartinê. Ji bo encama ew dixwaze bi dest bixe zextan li ser hilbijêran dike. Lê tevî hemû astengî, zext û zordariyên li ser hilbijêran em dê li tevahiya Tirkiye ji bo ewlehiya sindoqan bi partiyên din re bixebitin. Em dê sindoqan biparêzin û li sindoqan xwedî derkevin. Em dê li gorî derfetên xwe ewlehiya sindoqan biparêzin." 
 
EM XWEDÎ HÊZIN KU HEMÛ LÎSTIKAN XERA BIKIN
 
Buldan, anî ziman ku partiyên îtîfaq ava kirin, armanc dikin ku HDP'ê li dervê meclîsê û di bin bendê de bihêlin û wiha got: "Lê tevî hemû lîstikan em xwedî hêzin ku lîstikan pûç bikin û astengiyên li pêş xwe rakin. Civak û gelê Tirkiye bi hêsanî dikare van astengiyan ji ser xwe bavêje. Bê guman îtîfaqa hilbijartinê girîng e. Lê ya girîng ewe ku di çarçoveya demokratik û armamca pêşxistina demokrasiyê de pêş bikeve. Hem “Îtîfaqa Cumhur" hem jî “îtîfaqa mîllet" armanc dike ku HDP'ê di bin bendavê de bihêle. Parlamentoya bê HDP û Tirkiyeya ku vîna kurdan neyê dîtin demokratîk nabe. Bê guman HDP ve yekê dibîne. Wekî partiya ku dizane lîstikên li ser wê zêde ne û dixwazin wê di bin bendê de bilêlin, xwedî hêz e ku van lîstikan pûç bike. Ger ku HDP di bin bendê de bimîne tiştekî ku em winda bikin tune. Ya ku winda bike civaka Tirkiye û Tirkiye bi xwe ye. Ger ku HDP winda bike dê hêjmara parlamenterên AKP'ê zêde bibe. Dê hêza AKP'ê zêde bibe. Ji ber vê yekê dîsa dê di pergala yek zilam û zordest de tiştek neyê guhertin. 
 
Bê guman di tûra yekem de ji bo Erdogan neyê hilbijartin em dê xebatê bimeşînin. Di tûra duyemîn  de jî em dê yekî hilbijêrin. Îktîdarê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê piştî ku îktîda winda kir biryara hilbijartina 1'ê Mijdarê de girt. Xebat û niqaşên piştî wê hatin kirin tev formalite bû. Ji ber vê yekê em dibêjim em xumalefetek xurt in. 
 
Hêza muxalif dê ji niha û şûnde bêtir mezin bibe. Ji ber ku piştî AKP'ê manifestoya xwe aşkere kir her kesî dît ku nava wê vala ye. Hêj CHP'ê û me danezana xwe ya hilbijartinê aşkere nekiriye. Her kes dixwaze îktîdara AKP'ê ya 16 salan bi dawî bibe û dawî li vê pergalê bê. Piştî tûra yekemîn AKP ango Serokomar Tayyip Erdogan çi bike ne diyar e. 
 
‘DIVÊ TIFAQ BI HILBIJARTINÊ RE SÎNOR NEMÎNE’ 
 
Buldan da zanîn ku pêwîste yekîtî û tifaqa kurdan tenê bi hilbijartinê ve sînor nemîne û wiha got: “Ji bo ev tifaq piştî hilbijartinê bidome, me hevdîtinên girîng kir. Êdî dema kurd bi hev re tevger bikin, helwesta hevpar bidin û gotinên xwe bêjin hatiye. Gelek partiyên Kurdistanî bi taybetî biryar girtin ku dê HDP’ê destek bikin û ev li nav raya giştî jî belav bû. Hêj hevdîtin dewam dikin. Dê heta çend rojan ev hevdîtin bigîhîjin encamê û dê ji raya giştî re bên aşkerekirin. Dê ev hevdîtin dewam bikin. Lazim e ev xebatên hevdîtinê teqez bigîhîjin encamê. Ev hevdîtin ji bo gelê kurd gelek girîng in.” 
 
‘LI KURDISTAN Û ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ HEVDÎTIN DEWAM IN’ 
 
Buldan bi bîr xist ku hevdîtinên wan tenê ne li gel partiyên Kurdistanî li rojavayê Tirkiyeyê hevdîtinên wan li gel derdorên çep, muxalîf û demokratîk jî didomin û wiha dewam kir: “Ez dikarim bêjim em encamên erênî distinînin. Hêj gelek hevdîtin didomin. Dê ev jî bên aşkerkirin. Li Tirkiyeyê êdî her kes dixwaze AKP biçe. Ji bo AKP biçe riya herî rast jî HDP ye. Dê çend rojên din partiyên çep ji bo piştevniya HDP’ê daxuyaniyên xwe bidin.” 
 
‘DIXWAZIN HDP’Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN’ 
 
Buldan anî ziman ku pêwîste bi hişmendiya dê HDP bendê derbas bike biçin ser sindoqan û ev bang li hilbijêran kir: “Divê em xwedî li dengên xwe derkevin. Divê gel dibistanan terk neke û xwedî li sindoq û dengên xwe derkeve. Heke em xwedî derkevin dê serkeftin bibe ya me. Piştî Erdogan got ‘HDP’ê di sindoqan de veşêrin’ dê bi ser HDP’ê ve werin. Yanî êdî dema hevgirtina di nav HDP’ê de hatiye. Divê êdî ji niha şûn ve hilbijêrên kurd ên dengê xwe didin AKP’ê êdî hemû rastiyê bibînin. Divê baş bifikirin. Em bi ferasetek dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihelê re rû bi rû ne. Ji ber vê divê em bi xurtî xwedî li HDP’ê derkevin.” 
 
‘HDP PARTIYA WE Û DEMÎRTAŞ NAMZETÊ WE’ 
 
Buldan bi bîr xist ku namzetê wan Selahattîn Demîrtaş e û di hilbijartina Meclîsê de jî HDP dikeve hilbijartinê û got: “Di her du waran de jî divê mirov xwedî li HDP’ê û birêz Demîrtaş derbikevin. Xwedî derketina HDP’ê û birêz Demîrtaş ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e. Birêz Demîrtaş wek namzetên din nikare di nav şertên wekhev de kampanyaya hilbijartinê nade meşandin. Tenê bi peyamên dişîne xebata xwe birêve dibe. Divê ew azad bibe û wek namzetên din li qadan be. Divê azadiya wî demil dest bê temînkirin. Em carek din bang li civaka Tirkiyeyê dikin, li dora HDP’ê bibin xelek û dengê xwe bidinê. Birêz Demîrtaş wek serokomar bijêrin.” 
 
Buldan destnîşan kir ku serlêdana bernamzetiya parlamenteran xelas bû û wiha lê zêde kir: “Elbet navên surprîz hene. Navên girîng ên dixwazin Tirkiyeyê demokratîk bikin hene. Bi navên girîng re hevdîtin dewam dikin. Dê ev di demek kin de bi dawî bibin. Eleqeyek mezin ji bo bernamzetiya partiya me heye. Ji gelek derdoran nav hene, lê niha tiştek zelal nîne. Di demek kin de dê bi raya giştî re bên parvekirin.” 
 
‘DÊ DÎROKEK BÊ ERDOGAN DEST PÊ BIKE’ 
 
Buldan diyar kir ku 24’ê Hezîranê ji bo siberoja Tirkiyeyê dîrokek girîng e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Yekemîn car e ku Tirkiye dê biryara pergala serokatiyê bide. 24’ê Hezîranê meseleya man û nemanê ye. Em hêvîdar in hemû kes dê piştevaniya aştî û demokrasiyê bike. Yanî dê ji faşîzmê re bêjin ‘erê’ yan jî dê biryara jiyanek azad û wekhev û biratiyê bidin. Heke ku HDP û birêz Demîrtaş xûrt derkevin, em ê bi sibehek aram a Tirkiyeyek nû hişyar bin. Divê dîroka 25’ê Hezîranê bibe dîroka bê Erdogan. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê roj nûroj bibe. Heke ev bi ser bikeve dê di serdemên pêşiya me de ji bo Tirkiyeyê serdemek cuda dest pê bike.” 
 
MA / Selman Guzelyuz – Hayrî Demîr
 
 
 

Sernavên din

12/05/2018
10:13 Ji ber xwendekarên dibistanê karwana HDP'ê silav kirin, li mamosteyan lêpirsîn vekirin
09:49 Li Amedê 234 kes bûn bernamzetên HDP’ê
09:42 Roja Dayîkan li ser gora kurê xwe pêşwazî dike
09:14 'Biryara AYM’ê nêzîkatiya dewletê ya ji bo gelê Sûrê nîşan dide’
09:13 Lêpirsîna li parêzerê tev li daxuyaniyê nebû vebû, betal bû.
09:13 Pira beriya hilbijartinê çêkirin hildiweşe
09:12 ‘Em ê di 24’ê Hezîranê de bersiva qedexekirina zozanan bidin’
09:11 ‘Di şertên neyînî û OHAL'ê de jî em ê bi ser bikevin’
09:10 4 sal di ser Somayê re borîn: Çewisandin nîşaneya komkujiyên nû ne
09:10 Nexweşê pençeşêrê: Kesekî di hepsa malê de dê çawa tedawî bibe?
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
08:36 Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê dest pê kir
11/05/2018
21:15 Siyasetmedar Ferhan Turk hat berdan
17:06 Midûra Karên Nivîsan ya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hat girtin
16:58 YSK’ê serlêdana li dijî namzetiya Demîrtaş red kir
16:38 Hevseroka HDP’a Dîlokê hat berdan
16:15 Li Bestayê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:14 Dîlek Ocalan a HDP'î: Ma ji bo sûdwergirtina teşwîkan divê mirov namzetê AKP'ê be?
16:04 HDP'ê li Enqereyê starta hilbijartinê da: Em ê bi hev re vê pergalê biguherin
15:21 Derûnînas Yilmazçetin: Ji ber OHAL'ê zengilê mirovan her dem vekiriye
15:19 HDP’î çûn serdana malbatên zarokên wan di çem de xeniqîn
14:55 HDP’a Îzmîrê starta hilbijartinê da
14:55 4 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:40 Nuriye Demîr a bi îdîaya hevjînê xwe da kuştin hat berdan
14:39 Bîlgen: Em ê neqşerêya ku Tirkiye ji yek zilamî xelas bikin aşkere bikin
14:38 Qeyûmê Rêya Armûşê ji 6 mehan carekê kolanê nû dike
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 75’yemîn serledan kirin
14:02 Ji bo îstîsmarkarê zaroka 15 salî ceza hat xwestin
12:43 Dadger li 11 zarokan 36 sal ceza birî
12:37 Li Dersime teqîn: Gelek leşker birîndar bûn
12:19 Xwediyê Îmtîyazê yê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin
11:55 Navenda Asayişa Irapê: 5 berpirsên DAIŞ'ê hatin girtin
11:36 Dengdana li Elmanyayê dê 13 rojan berdewam bike
11:24 HDP armanc dike ku ji bo ewlekariya hilbijartinê 2 hezar parêzeran erkdar bike
11:11 Buldan: Divê bi qasî ku nikaribin bidizin dengê HDP’ê zêde bin
09:29 Tuna Bekleviç: HDP hemû kesan hembêz dike
09:13 ‘Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin'
09:12 Ev deng û klam dengbêj Şakiroyê nemir tîne bîra mirov
Dengê zindî yê Dengbêj Şakiro dide jiyîn
09:11 Sûlava ku xurmexurma wê ye ji çopan xalî nabe!
09:10 4 sal di ser Somayê re derbas bûn: Dewlet miriye!
09:09 Wanî: Tekane partiya ku me ji xizanî û şer xelas bike HDP ye
09:09 Ozverî: Dê îktîdara fatûreya krîzê li karkeran bibire
09:07 Kesên diçin bajarên kurdan bi hinceta ‘gumanbariyê’ tên binçavkirin
09:07 ‘Veguherîna di tenduristiyê de veguherî rûxandinê’
09:06 Ji ber parvekirineke li ser Efrînê li wekîlê HDP’ê Yildirim fezleke hat amadekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2018'AN
10/05/2018
17:52 Roboskiyan: Ji bo bi dawî anîna bêedaletiyê 'TEMAM'
17:19 Dozger serlêdana parêzeran cara 754’emîn red kir
16:55 HDP'ê li Mêrdînê yekem buroya hilbijartinê vekir
16:15 Goma pez hilweşiya 30 mih mirar bûn
16:04 Demîrtaş ji Gunerî ya 80 salî re name şand: Ez ê werim ji te re stranan bistrêm
15:53 Komeleyên Herêmê: Bila Kolçak û hevalên wê bên berdan
15:30 Midûra Karên Nivîsan a Ozgur Gundem Çapan hat binçavkirin
15:29 Rojnameger Guven: Em di nava senaryoyek dîstopîk dene
14:37 Doza Yuksekdag a ‘Heqaret li Serokkomar kir’ hat taloqkirin
14:27 Doza ku parêzer û endamên TUAD'ê tên darizandin taloq kirin
14:23 ‘Di doza Parêzeran a KCK’ê’ de, dê biryara lêgerîna avahiya DBP’ê bê pirsîn
14:12 Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma, bi 'fermana' wezaretê avêtin hucreyê
13:11 Li Wanê 101 kesan ji bo bernamzetiya wekîltiyê serî li HDP'ê dan
13:10 Dayîka ku kurê wê di facîya Vînçê de winda mir: Çima kes ne girtî ye?
12:47 Malbatan kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin bibîr anîn
12:32 We cihê dengê xwe kontrol kir?
12:11 Berxwedêra Şêxmaqsudê Leyla Murad: 3 zarok û hevserê wê şervan in
10:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 754'an serî li dozgeriyê dan
10:50 Nasnameyên biyanî li Efrînê bicih dikin
09:55 Girtiyên nexweş 21 rojin di greva bîrçîbûnê dene
09:18 Hilbijartina Iraqê dest pê kir
09:17 Esnafên Geverê ji ber xebatên qeyûmê bi hêrs in
09:16 Gundiyan ji bo ‘qedexeyan’ îsyan kirin: Em ajalên xwe difiroşin û di înşeatan de dixebitin
09:16 Paçal: Nedaxilkirina îtifaqê, dê dengên HDP’ê zêdetir bike
09:15 Tevgera Bê Te Nabe: Me seferberî da destpêkirin, hûn biçin ser sindoqan
09:14 Dê xala sereke ya danezana HDP’ê demokratîkbûyîn be
09:13 Miftîtiya Cizîrê mizgeft li mela qedexe kir!
09:13 Li Sûrê wekî ‘Dîwarê Berlînê’ perdeyên hesinî hatin bicihkirin
09:12 Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên xwe lezandin
09:11 'Eger edalet hebûna dê xuşka min sax bûna’
09:11 Ji ber ocaxên keviran ên li nav taxê hindik maye xaniyên wan birûxin
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2018'AN
09/05/2018
21:15 52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP'ê û Demirtaş
18:23 Sefîrên welatên Ewropa Turk ziyaret kirin
17:20 2 kes li Hatayê hatin girtin
17:16 HDP'a Mêrdînê starta hilbijartinê li Gundê Apê Mûsa da
17:05 Demîrtaş: Ez serdana Înce bi wate û girîng dibînim
15:02 Di îdîanameya Prof. Dr. Hamzaoglu de pirtûk sûc hatin dîtin
14:44 Muharrem Înce Demîrtaş ziyaret kir
14:43 HDP’ê li Mêrdînê starta hilbijartinê da: Hesabên em bipirsin hene
14:23 5 kes li Wanê hatin binçavkirin
14:20 Malên Gel dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê
14:19 2 zarokên li Dêrgulê ber bi avê de çûn fetisîn
14:02 Schoulgin: Li şûna rê û navendên bazirganiyê demokrasî lazim e
14:01 Adiyamanê HDP'î leşkerê hat lînçkirin ziyaret kir: Tim gef lê xwarine
13:37 Taviya baranê li Şirnexê jiyan rawestand
12:46 Komîseriya Bilind a NY'ê: Hilbijartina di OHAL’ê de ne rewa ye
12:41 Doza Muglayê bi astengiyan dest pê kir
12:28 Aytaş: TRT, ne amûra propaganda hilbijartinê ya AKP’ê ye
12:08 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Uçan Supurge dest pê dike
11:50 Taşdemîr: Beyî agahî bidin me ceza birîn
11:25 Li kampên Şehbayê ji ber nexweyiya weremê 2 zarok mirin
10:32 AKP'ê 60 milyar dolar malê gel firot û li projeyên xwe yên 'Har' xerç kir
10:27 Dolar 4.37 tl derbas kir