Parêzer Kanar: Li her devera Tirkiyeyê qîra ji bo edaletê heye

img

STENBOL - Hiqûqnasê cezayê yê navdar Parêzer Ercan Kanar, der barê axaftina Erdogan ku got “qanûnçêkirineke rêzdar û darazeke serbixwe” de got: “Ev mikurhatin e ku ji sala 2002’yan ve daraz neserbixwe ye.” Her wiha Parêzer Kanar got: “Ji her aliyên Tirkiyeyê ve qîra ji bo edaletê heye.” 

Di salên dawî de li Tirkiyeyê qanûnçêkirin, birêvebirin û daraza serbixwe ku bingeha rejîmên demokratîk in, ji wan mijarên ku herî zêde tên nîqaşkirin. Roja Yekşemê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di Kongreya Bajêr a Stenbolê ya partiya xwe de der barê qanûnçêkirin, birêvebirin û darazê de axivî û gotinên wî bûn rojev. Erdogan di wê axaftina xwe de got: “Dê pergala me ya birêvebirinê ku li ser tercîha gel hat qebûlkirin qanûnên çêkirinê rêzdartir û hêzdartir bike û dê darazê jî serbixwetir bike.” 
 
Parêzer Ercan Kanar ku di warê hiqûqa cezayê de hiqûqnasekî navdar e, van gotinên Erdogan şîrove kirin. 
 
‘LI HER ALIYÊ TIRKIYEYÊ QÎRA JI BO EDALETÊ HEYE’ 
 
Parêzer Kanar destnîşan kir ku sozên ku ji bo hilbijartinê tên dayîn “mikurhatin” bi xwe ne û nemaze jî gotina Erdogan “qanûnçêkirineke rêzdar û darazeke serbixwe” nîşan dide ku li Tirkiyeyê ji sala 2002’yan ve daraz neserbixwe ye. 
 
Kanar got: “Beriya 2002’yan jî daraz neserbixwe bû. Lê belê dema mirov niha û berê berawirdî hevdu dike, herî zêde di serdema îktîdara AKP’ê de daraz bûye pêgirtiyê birêvebirinê. Her wiha dibêje ‘qanûneke rêzdar’. Guherandina Qanûna Bingehîn ku di referanduma Nîsanê de hat qebûlkirin û tê payîn dê di 24’ê Hezîranê têkeve meriyete, tu fonksiyoneke wê nemaye. Yanî ev yek mikurhatina ku tu îtibara meclîsê jî nemaye. Jixwe me ev mikurhatin hefteya borî di axaftina wî ya di dema damezrandina Qanûna Bingehîn de jî dît. Li wir jî behsa hîn bêtir demokrasi, hîn bêtir azadî û hîn bêtir serxwebûna darazê kir. Heta hevokeke wî ya bi vî rengî jî hebû; ‘Eger li welatekî gel bêhnteng bûbe û destên xwe ber bi jor ve vebike û ji bo edaletê biqîre, nexwe li wir di pergala darazê de pirsgirêk heye.’ Tabî em nizanin qesda wî ya ji vê hevokê çî ye. Lê hevokeke ku rewşa Tirkiyeyê dide bi xwe ye. Eger li her derî qîra ji bo edaletê bê bihîstin, nexwe li wir zilm heye. Niha jî ji her aliyê Tirkiyeyê qîra ji bo edaletê heye.” 
 
‘GELHEYA GIRTÎGEHAN JI YA 13 BAJARAN QELEBALXITIR E’ 
 
Kanar destnîşan kir ku dema AKP di sala 2002’yan de bû îktîdar gelheya girtîgehan li dor 49 hezaran bû, lê niha gelheya girtîgehan gihaştiye 250 hezarî û ev gelhe ji ya 13 bajaran qelebaxlitir e. Kanar bi lêv kir ku Tirkiyeya ku 70 hezar xwendekar lê girtî ne, welateke ku herî zêde xwendekar, parêzer, siyasetmedar lê tê darizandin û girtî ne. 
 
‘PERGALA FAŞÎZMÊ YA DI TERHÊ ROJHILATA NAVÎN DE’ 
 
Kanar diyar kir ku piştî guherandina Qanûna Bingehîn tu fonksiyona Meclîsê nemaye û got: “Bi van guherandinan re erka çêkirina budeçeyê jî ji dest Meclîsê hat girtin. Her wiha erka pirsyareyê jî ji dest Meclîsê hatiye stendin. Parlementer ketine pozîsyoneke mostereyî, yanî hema bêje Meclîs veguheriye cihê sohbetkirinê. Meclîseke ku nikarebe pirsyareyan bide, nikaribe budçeyê çêbike dê çawa venêrîna birêvebirinê bike? Guherîna qanûna bingehîn ku îktîdara AKP’ê çêkiriye û rejîma ku derxistiye holê ne Rejîma Serokatiyê ye. Pergaleke faşîzmê ya di terhê modeleke Rojhilata Navîn de ye ku qanûnçêkirin, daraz û birêvebirin di destekî de hatine komkirin.” 
 
MA / Bilal Seçkin 
 
 

Sernavên din

09/05/2018
09:54 Giştînameya ‘hejmara nîzama leşkerî’ ya Wezareta Dadê derket holê
09:28 Kovarek populer û cûda Kovara ‘Kund’ derket
09:25 Nikarin cenazeyê xwe li goristana dixwazin, veşêrin
09:24 Parêzer Kanar: Li her devera Tirkiyeyê qîra ji bo edaletê heye
09:23 Îdîanameya der barê pîrozbahiya Newroza Stenbolê de hat amadekirin
09:23 Wezaretê li meaşê ku tune ye ceza birî
09:22 Ji ber bêhna genî û mêşan êdî mêvan jî naçin malên wan
09:20 Şahid der barê cînayeta Şehrîban Dînç de axivî: Malbatê pê da kirin
09:20 Rêxistinên civaka sivîl ên Mêrsînê: Dê 24’ê Hezîranê AKP’ê biqedîn in
09:19 Rihayî wê xwedî HDP’ê derkevin
09:18 Bi xurdeyên bajar bi bajar kom dikin debara malbatê dikin
09:17 Havîn hat lê hêj bihayê kayê bi weraqekê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08/05/2018
20:10 Dozger serlêdana parêzeran cara 753’emîn red kir
19:03 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
17:22 ÎSÎG: Di 4 mehan de 575 karker mirin
16:57 Peyama 'TAMAM' qat bi qat zêde dibe
16:32 Li Wanê bûkanî li zarokekê kirin
16:25 Çalakgerê Yukselê Saçilik bû bernamzetê HDP’ê
16:10 Dadgehê salek û 8 meh ceza li parlamenter Taşdemîr birî
16:09 Welatiyên berasteng: Hûn me nebînin em jî we nabînin
15:55 Sîxuriyê li rojnamegerên jin ferz dikin!
15:38 Jinan li Wanê starta hilbijartinê dan
15:11 Rojnameger Îshak Karakaş û 8 kesên din hatin berdan
15:02 Dadger ji parêzeran re got: Hûn bêhna mirovan teng dikin
14:57 Buldan: Gelê me dê bi hêza xwe ya cewherî wan bend û îtifaqan hilweşîne
13:36 Rastiya nûçeyên 'Bi nasnamyên kevn deng nayê dayîn' tune ye
12:54 Mevlude Başdaş li gel ji sedî 86 astengdar e jî nayê berdan
12:33 Daxwaza Muharrem Înce ya Demirtaş ziyaret bike hat erêkirin
12:11 ‘Ne manîfestoya hilbijratinê ya şer e'
11:51 Dozên Demîrtaş jê tê darizandin li Amedê neman
11:33 ‘Jin dê di sedsala 21’emîn de bibin hosteyê sînemayê’
11:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 753’an serlêdan kirin
11:03 Dozger ji ber rengê kesk, sor û zer ji 24 kesan re ceza xwest
10:09 Qemyon li otobusa şaredariyê qelipî
10:00 Komên çekdar ên ku di 7 salan de Xutayê wêran kirin niha li Efrînê bi cih dibin
09:59 Derman nadin pitika nexweş a astimê ya di girtîgehê de
09:10 Çamci: Gelê kurd bi tifaqî dê bersiva bertîl û hîleyan bide
09:07 Waliyê Şirnexê beramberiya dengên ji bo AKP’ê soza dayîna tapoya erdan dide!
09:06 Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê: Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û şantiye bi şantiye bigerin
09:05 Ji ber zêdebûna maliyetan û firotina fabrîkayan êdî dev ji çandina pincarê berdidin
09:04 1007 sal ceza li endezyarên ku bi KHK’ê hatin îxrackirin birîn
09:04 Zeydan ê HDP’î: Gelê me dê di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bide
09:03 Em ê li çiyayên xwe sewalkariyê berdewam bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2018'AN
07/05/2018
19:20 Hîkmet Alma yê Roboskiyî hat berdan
18:04 2 karkerên înşatê jiyana xwe ji dest dan
17:50 Dê Mamosta Ayşe disa bişînin girtigehe
16:18 Hikmet Alma ê ji Roboskê hat binçavkirin
16:17 Dozger ji rojnamegeran 95 sal û 6 meh ceza xwest
15:53 Jinan Kulaksiz ji bîr nekirin
15:33 Rojnamegeran ji Erdogan pirsîn: Gelo we çima heya niha azadiya ramanê pêş nexist?
14:37 Înce: Ez dê çarşemê Demirtaş ziyaret bikim
14:32 Parêzer xwest dosyeyên doza Şehrîban Dînç bibin yek
14:17 Îdîaya li Aydinê jinekê întîxar kir
14:11 Doza rojnameger Dundar û Gul taloq bû
13:35 Hevşaredarên Qelqeliyê Bagci û Ozalp girtin
13:07 Demîrtaş: Surprîza vê hilbijartinê HDP ye
11:59 KCDP: Di nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin
11:59 Îdiaya li Girtîgeha Odemîş û Kiriklarê girtî hatin derbkirin
11:27 AYM’ê îtîraza ji bo Sûrê red kir
11:09 Komên çekdar li Efrînê jinan direvînin
11:00 Gava kivark kom dikir, pêl mayînê kir
10:57 Rewşa dawî ya Sûriyeyê: Tirkiye û Îran di hevsengiya tê avakirin de tune nin
10:14 Baroya Enqere ji bo parastina sindoqan name ji 78 baroyan re şandin
09:45 Gelê Babê li ser axa xwe komên çekdar naxwaze
09:13 ÎSÎG: Yusuf Yerkelê karker pêhn kir bû namzetê AKP'ê
09:12 Dayîkên Aştiyê dê erka demokrasî û edaletê bigirin ser mile xwe
09:10 Girtiya nexweş Kayra: Mafê min ê derman kirin ji min digirin
09:09 Yek ji avakerên AKP’ê Unsal: Newekheviya di hilbijartinê de divê bê rakirin
09:07 Partiya Keskan û Çepgiran: Em ê bibin rûyê biken û esprî yê Demîrtaş
09:05 Elewiyan: Tekane partiya Tirkiyeyê ji kaosê rizgar bike HDP ye
09:03 Okay: Ger em HDP’ê derve bihêlin, dê pêşeroja welat tarîtir bibe
09:01 Leşkeran ewil xwarin xwarin, dûre xwediyê malê derp kirin û binçavan kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Rojnameya Times: Li Tirkiye dê hilbijartin ne azad û ne adîl be
06/05/2018
20:28 Dayîka Hamzaoglu hat definkirin
17:51 Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu tev li merasima cenazeyê dayika xwe bû
17:26 Komira hilbijartinê niha jî li Sûrê belav kirin
17:18 Manîfestoya Erdogan a hilbijartinê zêdekirina ÎHA û SÎHA'yan e
16:59 Denîz Yusuf û Huseyîn hatin bibîranîn: 46 salin ala têkoşîna sosyalizmê nin
15:51 30 karkerên 1'ê Gulanê nexebitîn ji kar hatin avêtin
15:39 Li Enqereyê lehî rabû: Gelek mal û kargerî di bin avê de man
15:17 Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin: Her rojê 5 karker dibin qurban
14:57 Konferansa Pîrebokên Kampusê didome: Têkoşîna me tirsa pergalê ye
14:22 Kordînasyona Hilbijartina Bajar a HDP'ê: Her dengek dê bibe bersîva sûcekî
13:48 Hevseroka MSD'ê Ehmed: Divê Tirkiye li dozgeriya navneteweyî bê darizandin
13:27 1300 Kasibkar li ser sînor hatine rawestandin
13:21 Muharrem Înce: Ez dê Demirtaş li girtîgehê ziyaret bikim
12:16 Ji bo Efrînê Platforma Hiqûqnasan a Sûriye dest pê kir
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'