Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê

  • rojane
  • 16:21 28 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 12’emîn a Komkujiya Roboskê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal hate kişandin ku faîl bê ceza hatine hiştin û wiha hate gotin: “Heta ku Roboskê neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê.”
 
 
19 jê zarok 34 kes di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk de di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê hatin qetilkirin. 12 sal bi ser Komkujiya Roboskê re derbas bû. Tevî ku evqas sal derbas bûn jî di nava demê de berpirsyarek tenê jî nehate darizandin Û bertekên li dijî komkujiyê qet nesekinîn. Bi boneya salvegera 12’emîn a komkujiyê li gelek bajaran careke din çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Heta ku faîl neyên darizandin dê têkoşîna me bidome” derket pêş. 
 
RIHA 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi boneya salvegera komkujiyê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî pêkhateyên platformê û siyasetmedaran gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Roboskî ne dram e komkujî ye, me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” hate vekirin de Hevseroka SES’ê ya Rihayê Fîlîz Saat diyar kir ku tevî 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî faîl nehatine darizandin û lêborîneke ku wijdanan rehet bike nehate xwestin û wiha got: “Tişta herî girîng ku me girêdayî hev dike edalet e. Di sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin de demborî nabe. Heta ku faîlên Roboskê bên darizandin û cezayê heq dikin digirin em ê şopdarê vê dozê bin. Em ê li dijî şer parastina xwe bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Kujer dê hesabê bidin gel” bi dawî bû. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê derbarê salvegera Komkujiya Roboskê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Pirsûsê û welatî beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya partiyê hate dayîn bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Pirsûsê Salîh Ogûz bal kişand ku tevî bi ser komkujiyê re 12 sal derbas bûne jî kes nehatiye darizandin û got: “Gelê kurd dê şopdarê vê yekê bibe.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Înonuyê qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Di daxuyaniya ku ji bo 34 kesan rêzgirtinê dest pê kir de pankarta “Ji bo Roboskê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet ji bo herkesê edalet! Me roboskê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin” hate vekirin, girse di destê wan de qûrnefîl tev li daxuyaniyê bû. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajar tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş ê metna hevpar xwend, diyar kir ku tevî evqas sal bi ser komkujiyê re derbasbûne jî têkildarî berpirsyaran de lêpirsînek jî nehatiye vekirin û bertek nîşanî vê yekê da. Ataş, wiha got: “Êşa li Roboskê hatiye jiyîn, ne pirsgirêka malzemeyê siyaseta navîn ê Tirkiyeyê ye, pirsgirêkeke mirovahiyê û navnetewî ye.” Ataş, bi lêv kir ku komkujî ne li dijî kurdan li dijî mirovahiyê hatiye kirin û dê weke sûcekê mirovahiyê li dîroka Tirkiyeyê were nivîsîn. 
 
HATAY
 
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî di konteynirê de daxuyanî da. Gelek parazvanên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç axivî. Kilinç, diyar kir ku bi komkujiyê sûcekî li dijî mirovahiyê hate kirin û wiha axivî: “Edalet, li cihê bêedaletî lê heye bilind dibe. Em dibêjin bila kujer bên dîtin û Roboskê tu car din neqewime.”
 
ANTALYA 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê bi daxuyaniya li ber avahiya xwe ya bajar qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ya hevpar rêvebera DEM Partiyê Hulya Can xwend. Can, diyar kir ku li dijî Roboskê û sûcên din ên li dijî mirovahiyê hatine kirin demborî nabe û ji bo Roboskê daxwaza edaletê kir. 
 
ENQERE 
 
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, endamên Hewldana 78’an û ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê careke din neyê jiyîn” hate vekirin ve yek ji rêveberê ÎHD’ê Tanjû Gunduzalp metna daxuyaniyê xwend. 
 
Gunduzalp, anî ziman ku divê faîlên Komkujiya Roboskê bên cezakirin û wiha got: “Em ji bo xwedî li mafê jiyana xwe derkevin li vir in. Divê aştî ne tenê di hawirên şer de were avakirin, divê di bingeha civakî de jî were avakirin. Ji bo ku di wijdana raya giştî de hêviyên aştiyê bên xurtkirin, girînge ku berpirsyarên komkujiyê yên leşkerî û siyasî bên cezakirin. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî. Di serî de Roboskê em ê li dijî şer û tundiya hemû azadî û jiyana mirovan ji holê radike, em ê mafê xwe yê îtîrazê bênavber bikarbînin.”
 
AMED
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amede li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, endam û rêveberên DEM Partî û Hevserokên DBP’ê yên Bajêr û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem lê sekinî û êş girantir bûn, em Roboskî ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate vekirin. 
 
Li ser navê platformê daxuyanî Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran xwend. Tûran, destnîşan kir ku divê komkujî bi hemû aliyan ve were lêkolînkirin û berpirsyar bên cezakirin. Tûran, bi bîr xist ku di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de demborî nabe û wiha got: “Ji bo ku berpirsyarên komkujiyê bên dîtin û komkujî bi her alî ve were ronîkirin dê têkoşîna me bidome. Kujer û kesên ev biryara komkujiyê dane, kesên kujeran diparêzin û kesên hewldidin vê komkujiyê veşêrin elbet dê derkevin holê.”
 
DÊRSIM
 
Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê (MODER) li Zanîngeha Mûnzûrê têkildarî Komkujiya Roboskê bernameyeke bîranînê li dar xist. Xwendekarên li zanîngehê li ber fakulteyê hatin bahev ji bo 34 mirovan balon firandin. 

Sernavên din

03/01/2024
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû