Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike

  • rojane
  • 14:38 28 Kanûn 2023
  • |

ŞIRNEX - Qurbaniyên Komkujiya Roboskê di salvegera 12’emîn de hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de diyar kir ku dê tu carî komkujiyê ji bîr nekin û wiha got: “Zîhniyeta ku Komkujiya Roboskê pêk anî, îro li Rojava komkujiyan dike.” 

 
19 jê zarokê 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebanê bi bombebarana ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin, di salvegera qetilkirina xwe ya 12’emîn de li Goristana Şehîdan a Roboskê hatin bibîranîn. Xizmên kesên hatine qetilkirin wêneyên qurbaniyan hilgirtin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Seroka Giştî ya Partiya Jinûvevakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevserokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçuk, Endamê Lijneya Rêveber a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Alî Bayram, serokên baroyên Amed, Elih, Mêrdîn, Şirnex û Wanê, serokên MEBYA-DER, TJA, Şaxên KESK û DÎSK’ê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Êlih û Rihayê û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de beşdaran dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
‘HETA EDALET NEYÊ ROBOSKÊ DÊ NEYÊ TIRKIYEYÊ JÎ’
 
Merasîma bîranînê, bi duayên ji bo qurbaniyan hatine xwendin dest pê kir. Piştre jî li ser navê Malbatê Roboskê Halîme Encu axivî. Encû, spasiya her kesên dengê wan bihîst û piştgirî dayîn kir. Bi domdarî Encu, anî ziman ku tevî 12 sal b bi ser komkujiyê re derbas bûne jî birîna wan hêj mîna roja ewil e û wiha got: “Heta ku faîl tên darizandin dê dilê me rehet nebe. Em hejar bûn, li pey pariyê nanê xwe bûn. Tu tiştekî din nebû. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê vî welatî jî. Em wan hewaleyî Xwedê dikin. Dilê me şewitî.”
 
‘KUJER JI HÊLA DEWLETÊ VE TÊN PARASTIN’ 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn, bi bîr xist ku 12 sal berê 34 zarokên kurd bi balafirên şer hatin qetilkirin û wiha domand: “AKP-MHP her tim xwestin Botanê veguherînin qada şer. Li aliyê din ê sînor xwişk-bira û xizmên me hene. Mirovên me diçin aliyê din û tên. Hemû dinya bi vê dizane. Lê belê ji ber nêzikatiya dijminane, ev erdnîgarî her tim veguherî cihê komkujiyan. Heta niha hesabê tu komkujiyan nehatiye dayîn. Ev yek nîşan dide ku kujer ji hêla dewletê ve tên parastin. Mînaka vê ya herî mezin jî Roboskê ye." 
 
HETA KU EM KUJERAN TÎNIN BER LINGÊ DAYIKÊN ROBOSKÊ DÊ TÊBIKOŞIN
 
Kê ev komkujî pêk anî, kê ferman da em tevekan jî dizanin. Lê kesek nehat darizandin. Ji ber ku dijminatiya wan a li hemberî kurdan bi qasî van çiyayan mezin e. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi darizandina faîlên Roboskê û Apê Mûsa dibe. Em kurd dibêjin ku heta ku kujer hesabê didin dê têkoşîna me bidome. Heta ku em wan kujeran tînin ber lingê dayikên Roboskê dê ev têkoşîn bidome.”
 
‘LI ROBOSKÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC HATE KIRIN’
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk jî got ku ew êşên malbatên Roboskê parve dikin. Kuçuk, bertek nîşanî îktîdara AKP’ê da û wiha got: “Pesnê xwe didan ku di demên berê de komkujî nekirine. Lê ev komkujî di serdema we de hate kirin. Li dijî mirovahiyê sûc hate kirin. Sûcên li dijî mirovahiyê nakevin ber demborînê. Roboskê, encama polîtîkaya we ya ewlekariyê ye û divê hûn ji ewil bi Roboskê re hevrû bibin.” 
 
‘DIXWAZIN ROBOSKÊ TERKÎ TARÎTIYA MIRINÊ BIKIN’
 
Endamê Lijneya Rêveber a TBB’ê parêzer Alî Bayram jî ev tişt anî ziman: “Bi ser komkujiyê re 12 sal derbas bûn. Mixabin ji bo ronîkirina dosyayê tu îradeya siyasî nehat nîşandan. Me tu meqamên ku lêpirsîneke bibandor bimeşîne nedît. Dixwazin Roboskê terkî tarîtiya mirinê bikin.”
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî destnîşan kir ku komkujiyên li vê axê bi çanda necezakirinê tên girtin. Dîlsîz, anî ziman ku weke hiqûqnas dê heta dawiyê têbikoşin. Sena Denîz jî li ser navê Partiya Tevgera Kedkar axivî û got ku berpirsyarê komkujiyê, îktîdara heyî ku serî li polîtîkayên şer dide. 
 
HATÎMOGÛLLARI: KOMKUJÎ BI ZANEBÛN Û BI DILXWAZÎ HATE KIRIN
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di bîranînê de axivî. Hatîmogûllari, got ku ew li rex sînorê bi pênûs hatiye xêzkirin diaxivin û wiha domand: “komkujî jî tam li ser wî sînorî hate kirin. Dê dîroka cîhanê de Komkujiya Roboskê tu caran neyê jibîrkirin. Êşa wê dê her tim bidome. Belkî jî heke faîlên wê bihatina darizandin û cezakirin, dê ev êş hinek sivik bûbûya. Lê nehat kirin. Dema ev komkujî hatî kirin, hinek kes li ser navê hikûmetê axivîn û gotin; ‘Ji ber îstîxbarata xelet hate kirin.’ Hewl dan raya giştî bixapînin. Lê bi zanebûn û bi dilxwazî ev komkujî kirin. 
 
Heta ku serokwezîrê wê demê ku niha serokkomar e vê bûyerê eşkere dike, hemû kes şirîkê vî sûcî ye. Berpirsyarên TSK’ê, Wezîrê Parastina Neteweyî û Serfermandarê Giştî yê Artêşê heta derdikevin pêşberî kamerayan û vê bûyerê eşkere dikin, dê şirîkên vî sûcî bin. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, Destûra Bingehîn jî naxebite. Jixwe wijdana wan tu carî tune bû. 
 
Binêrin, piştî ku di encama vî şerê li kurdan tê ferzkirin de cenazeyên leşkeran hatin, yekser qadên sivîlan ên li Rojava bombebaran kirin. Heke hêj îro jî dayikên Roboskêyî daxwaza aştiyê bikin û di vê mijarê de biisrar bin, bila hemû gelên Tirkiyeyê hizra xwe bikin û li pey bigerin bê ka dê aştiyê çawa pêk bînin. 
 
EM JI BO ZAROKAN DEYNDAR IN
 
Binêrin, zîhniyeta ku li Roboskê welatiyên me qetilkirin îro hêj jî gelê kurd qetil dike. Ev zîhniyet hewl dide dengê gelê kurd û demokrasiyê qut bike. Lê em bi israr têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin. Ji ber ku em ji bo şehîdên xwe, ji bo dayikên xwe, ji bo ciwan û zarokên xwe deyndar in. Em li vir careke din vê sozê didin. Ev sînor 100 sal berê hatin xêzkirin û gotina ‘Kurdistan tune ye, kurd tune ne, kurdî tune ye’ li me ferz dikin. Li aliyê din ê sînor bi milyonan kurd dijîn. Ev fermana komkujiyê bi awayeke rasthatî nehat dayîn. Ew zîhniyeta ku sed sal berê ev sînorên çêker xêz kirin, ew zîhniyete ku li Roboskê komkujî pêk anî. Ew zîhniyete ya ku li Rojava komkujiyan pêk tîne.”
 
 

Sernavên din

03/01/2024
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû