Parazvanên mafên mirovan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwazin

  • rojane
  • 10:14 28 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Parazvanên mafên mirovan, bal kişandin ku bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hawireke aştiyê dikare pêk were û anî ziman ku rêya vê yekê jî bi rakirian tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan pêkan e. 
 
İsrara desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di pêvajoya şer de û zimanê wê yê berberiyê çareseriya pirsgirêka kurd a yek ji pirsgirêkên herî mezin a vî welatî ye kûr dike. Êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên li Herêma Kurdistana Federe 3 sal li pey xwe hiştin. Hejmara leşkerên di vî şerî de tên kuştin her ku diçe zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Tirk îdia kir ku di şerê 22-23’yê kanûnê de qewimî 12 leşkerên wan hatine kuştin. Piştî vî şerî li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên hewayî hatin destpêkirin. Weşanxaneya Sîmavê, Navenda Çandiniyê ya Cizîrê, istasyona trênê, nexweşxane û kargeha zeytûnan di nav cihên ku hatin bombekirin de bûn. 8 kes di van êrişan de hatin qetilkirin. 
 
Li gorî rêxistinên sivîl ên civakî parazvanên mafên mirovan ên li Kurdistanê ev êriş pirsgirêka kurd hêj kûrtir dikin û her wiha destnîşan dikin ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di çareserkirina pirsgirêkê de weke muxatap tê nîşandan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hawireke aştiyê dikare were avakirin. 
 
‘ÊRIŞ TEXRÎBATÊN ABORÎ BI XWE RE TÎNIN’ 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ê Rihayê Hidayet Enmek, bi lêv kir ku pirsgirêka kurd ji avabûna komarê ve berdewam dike. Enmek bal kişand serhildanên kurdan ên berê çêbûne û anî ziman ku polîtîkayên bişaftinê û cihekariyê yên li dijî kurdan her tim di dewrê de ne. Enmek, diyar kir ku israrkirina pergalê ya di van polîtîkayan de dibe dirêjkirina pirsgirêkê û bal kişand ser êrişên van çend rojên dawiyê û wiha got: “Desthilata siyasal a heyî, ji bo ku windahiyên dane veşêre, zimanê şer zêdetir pêş ve dibe. Êrişên li dijî Rojava ji ber vê yekê ne. Ev yek ji bo civakê û gelên Tirkiyeyê zêdetir texrîbatên aboriyê bi xwe re tînin.”
 
‘DIVÊ AŞTÎ WERE AXAFTIN’ 
 
Enmek, destnîşan kir ku dawiya pêvajoya şeran nîne, divê demildest veguhere pêvajoya aştiyê û wiha got: “Aliyên vê Tirkiye û PKK ne. Divê her du alî werin cem hev û bi awayekî demokratîk vê veguherînin pêvajoya aştiyê. Divê her du alî di bingeheke demokratîk de hizûra aliyên 3’yemîn de aştiyê biaxivin. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin bi van polîtîkayên ewlehiyê ne serbixwe ye. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û saziyên demokratîk vê bibînin û dengê xwe bilind bikin. Daxwaza aştiyê û pêkanîna rêgezên hiqûqa gerdûnî berpirsyartiya hemû saziyên hiqûqê û hêzên demokratîk e. Heke em bi dengekî bilind daxwazên xwe neînin ziman, dê hawira antî demokratîk kûrtir bibe. Divê demildest hawireke aştiyê were avakirin. Heta ku ev yek çênebe dê şer berdewam bike û li gel vê yekê dê hilweşîna civakî, pirsgirêkên aborî û civakî bandoreke zêde li me hemûyan bike.”
 
ÇARESERIYEKE ÇAWA?
 
Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ahmet Taş, anî ziman ku bi tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoya şer û zextên li ser siyaseta kurd kûrtir kirine. Taş, anî ziman ku tecrîdê bêhiqûqiyên heyî zêdetir kirine û wiha got: “Bi polîtîkaya tecrîdê kurd derveyî siyasetê tên hiştin. Kurd birêz Ocalan weke vînekê dibînin. Qûtkirina ji cihana derve ya vê vînê, veguherî polîtîkaya cezakirinê ya gelê kurd. Polîtîkayên heyî û pêvajoya şer bandor li ser qada civakî jî dike. Em dibin şahidê zimanê nefretê yê li dijî kurdan.”
 
Taş, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe divê çareseriya pirsgirêka kurd were axaftin û wiha got: “Divê bingeheke diyalogê were avakirin, li dora maseyeke hevpar hemû fikir werin nîqaşkirin û rêyeke çareseriyê were dîtin. Ji ber ku şer krîzên heyî kûrtir dike. Bi vî awayî bêhiqûqî jî tê meşrûkirin. Baro û saziyên sivîl ên civakî divê bibin lingê hiqûqî yên aştiya ku were avakirin. Gaveke din a di vî warî de ew e ku tecrîd demildest were rakirin û bi birêz Ocalan ê yek ji muxatabên sereke yên meseleyê ye re diyalog were kirin. Daxwaza aştiyê ne tenê bêdengkirina çekan e. Di heman demê de bihevkirina nasnameya kurd a ku 100 sal in ji pergalê hatiye dûrxistin jî digire nava xwe. Ev çareserî divê ne tenê muxataban, çareseriyeke bandorê li hemû civakê bike têxe nava xwe.”
 
‘ŞER BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ YE’ 
 
Yek ji rêvebera Şaxa ÎHD’a Rihayê Nahîde Polat Aslan jî bal kişand ser şer û pevçûnên li cîhanê diqewimin û wiha got: “Hêzên navnetewî pêdivî pê dibînin ku sînorên piştî Şerê Cîhanê yê Ewil li pişt deriyan hatin diyarkirin îro nû bikin. Bedelê vê jî mixabin gel û civak didin. Her çiqas nav lê nehatibe kirin jî bi awayekî qismî em di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne.”
 
Aslan, bal kişand ku di pêvajoyên şer de binpêkirinên mafan ên cidî pêk tên û wiha berdewam kir: “Mafê jiyanê yek ji mafên bingehîn ku ÎHD diparêze û niha herî zêde tê binpêkirinê ye. Em mafê aştiyê diparêzin. Em bi baweriya xwe ya bi aştiyê têkoşîna xwe didomînin û tu caran bêhêvî nabin. Bi vîna ku gel têxin meriyetê şer dikarin bên bertarafkirin. Ji ber ku bedela wê gel didin, heke gel bedel bidin yên ku vî şerî bisekinin jî gel in. Dîsa ji bo pêşî li mirinan were girtin û aştiya civakî were avakirin divê partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî helwestê nîşan bidin. Divê her kes her sazî ji bo aştiyê her hewildanê bike.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

03/01/2024
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû