Farqînî: Dewletên serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin

  • rojane
  • 10:48 17 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL –  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK hat girtin, di 18 Nisana 1992’an de ji aliyê nivîskar û rewşenbîrên Kurt ku Musa Anter jî heye gelek kesan ve hat vekirin. Zimanzan Zana Farqînî yê di avakirina enstituyê de cih girt, diyar kir ku saziyên kurdan berê jî dihatin girtin û niha jî tên girtin û wiha got: “Berê qeyûm tune bûn îro qeyûm heye. Îro AKP rojnameyan bi qeyûman desteser dike. Lê dîrok nîşanî me dide ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe li rojhilata navîn tu pirsgirêk çareser nabe. Dewletên Serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin." 

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji aliye rewşenbîr û nivîskarên Kurt ê ku di nav wan de Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurrbuz, Cemşîd Bender, Yaşar Kaya, Suleyman Înanoglu û Zana Farqînî ve di 18 Nîsana 1992’an li Stenbolê vebû. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, yekemin saziya ku ziman, çand, wejeya Kurdî lekolin dike ye. Serokê wê yê yekemîn jî Musa Anter ê ku ji aliyê gel ve wek Apê Musa tê naskirin bû. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bi salan ders da bi hezaran xwendekaran û xebatên li ser zimên ê akademik meşand. Piştî darbeya 15 Tirmaha 2016’an, di 30 kanuna 2016’an ji aliye Wezareta Karên Hindir ve hat girtin. Zimanzan û nivîskar Zana Farqînî ye ku di avakirina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye li ser avakirin û êrişen li ser zimanê Kurdî axivî

 
Zana Farqînî diyar kir ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê piştî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) avabûye û wiha got: “Navenda Çanda Mezopotamya bi çand, hunera Kurdî re alaqadar dibû. Lê xwestin saziyeke akademik, bi teybetî li ser ziman, dîrok û tiştên ku bi Kurdan re eleqedarin zedetir li ser wan xebat bê kirin û berhem bên afirandin. Navenda Çanda Mezopotamya çudatir ku ew disa govend, muzik, şano, sinema bû ew dibe ku zadetir hitabî xelke dikirin. Pewisti bi wan jî hebû lê, pewistiya Kurdan hinekî bi xebatên akademik ên li ser Kurdan û warê wan nedihat naskirin, bindoşek mabûn, veşartî mabûn bê avakirin. Bi vê yekê ji bo wê xebatên avakirina Enstituya Kurdî ya Stenbolê hata destpêkirin.”
 
SAZÎ BI AWAYEKÎ FÎÎLÎ HAT VEKIRIN 
 
Farqîn, bal kişand ser pêvajoya vekirina Enstîtuyê û wiha got: "Wê demê ez ne di reveberiya NÇM’de bûm . Lê di nav NÇM  de me cih digirt. Heta kesên ku ji derve dihatin me reberi ji wan re dikir. Em diçûn peşiya wan me ew dianîn. Kesên ji bo enstituye hatibûn, Îsmet Şerîf, Celîlê Celîl, Mustafa Reşît, kesên din bûn. Kesên ku li vir bûn wekî Feqî Huseyîn Sagnic ê dihatin nasin. Heya me jî wan û xebatên hebû lê wekî şexs me ew mirov dema vekirina enstutiya Kurdî ya Stenbolê nas kirin.  Avakirina enstutiyekê li Tirkiye li gorî kanûnê yan zaningeh vedike yan jî vakf vedikin. Lê vekirina vakfan û yên di jî bi biryara Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) dida. Wan ev destûr ne de. Piştre jî ji bo vakfe serî li wan dan û dezgehên  kanunî dan lê disa destur nedan. Lê bi awayekî fiili ev sazî hat vekirin. Tabelaya Enstutiya  Kurdî ya Stenbolê piştre hat daxistin. Bi zora polisan hat daxistin. Destûr nedan. Ne zaningaha te heye ku tu kartibe di bin banê zaningehê de bi  awayekî kanunî enstutiyekê veke, ne jî destûr dan ku  tu vakfekê veke. Ew vakf ku hem dikare universite veke û karibe enstutî veke. Ji ber vê yekê rê li ber hemû tiştan hatibû girtin. Lê bi awayeke fîîli Enstituya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe berdewam kir. 
Ji  aliye kanûnî ve rastî astengiya dihat. Te nikarî bû xwe baş organize bike. Te nikarî bû kadroye xwe di nav saziye de pêş bixe û bi cih bike.  Berdewamî kar û xebatên xwe bike. Ji ber ku Kurd, nasnameya Kurdî, zimane Kurdî, çanda Kurdî, ji destpeka Komarê û şunda hatibû ret kirin û înkarkirin. Me tevî vê red û înkarê xwest hin tiştan bikin, gav biavêjin û hebûna xwe berbiçav bikin. Lê rejim ji ber xwe li ser tunebûna nasnameyên ji bili nasnameya Tirkî avakiriye, bi wî awayî tu car destûr neda û dema destûrên qanunî dan jî bi sînor kirin. Piştî Enstutiya Kurdî ya Stenbolê, Vakfa Kurd bi awayekî fermî vebû." 
 
'JI BO DI QADA NAVNETEWEYÎ DE XWE BIPARÊZIN DESTÛR DAN SAZIYÊN KURDÎ' 
 
Farqîn, bal kişand ser helwesta hikumeta wê demê ya li diji nêzîkatiya saziyên kurdî û wiha berdewam kir: "Di 1995’an de li Tirkiye bi navê Habitat Konferanseke navneteweyî pêk hat. Wê çaxê qed ji bira min naçe. Mesut Yılmaz hebûn. Partiya wan li îktîrdar bû. Broşurên amadekiribûn  ji bo mîsyonên navneteyî û  dîplomasiyên. Di konferansê de qala rojnameyên Kurdî, saziyên li ser ziman û çanda Kurdî xebat dikin, weşanan dikirin. Lê ew tenê  ji bo qada navnetewî di warê dîplomatîk de xwe hinek rehet bikin. Bibejîn qedexe li cem me nemaye. Wan bi vê destûrê xwest di qada dîplomatîk û navneteweyî de propagandaya xwe bikin. Hejî wisa ne. Nahêle ku nasnameyên qedexe kirî, retkirî, înkarkirî derkevîn pêş û xwe hebûna xwe hem bi dinyaye hem jî bi gele xwe bide naskirin. Tiştên ku li wan hatine qedexekirin hatine veşartin, hatine înkarkarin derkevin pêş, derkevin ber ronahiye. Rastî derkeve hole, aşkere bibe naxwazin." 
 
'ARŞÎVÊN SAZIYAN DESTESER DIKIRIN' 
 
Zimanzan Zana Farqînî bal kişand ser tundî û zextên wê demê û wiha lê zêde kir: "Digirtin ser wir. Arşiva saziye dibirin. Di 97 û 98'an de 3 mestera Enstituya Kurdî ya Stenbolê hat girtin. Sedeme wê gotni 'Hûn li Enstituye nikarin kursan bidin. Hûn  nikarin perwerdehiye bikin.' Lê ev saziyek ku dikare xebatên li ser ziman, xebatên li ser dîrokê bike, civaknasiya vî gelî bike. Muzîka wî bike. Mimariya wî bike. Di her warî de bi Kurdan re eleqeder bibe. Bi warê xebatan bike,. Xebata bingehin jî zimane. Ji ber ku ev ziman hatiye qedexekirin. Mirov ne alfebaya xwe dizane, ne dikare bi vî zimanî binîvîsîne, bixwînî, qedexe heye. Ji bo vê jî heta tu bingaha vî tiştî çêneke, tu vî zimanî nexe pazarê, nivîsandin û xwendina wî zimanî nexe pazarê, alfabe û gramera wê nede hinkirin, mirov wê çawa bi zamanê xwe berhemên ku hatine afirandin bixwînin. Ji ber ve yekê sazi hatin girtin, rê li ber hat girtin. Berhemên saziyê bi mirovan re  hatin girtin, wekî muameleyeke tiştekî suç bi wan dihat kirin. 
 
BERÊ JÎ HAT GIRTIN Û ÎRO JÎ HAT GIRTIN
 
Îro jî  Enstutiya Kurdi ya Stenbolê hat girtin. Sedema girtina wê çiye? Tiştek nine. Piştî darbeya 15 Tirmehê dezgeh hatin girtin. Lê berî bê girtin neha niha tu doz li xebatên wê nehatibûn vekirin. Lê dîsa hat girtin. Tişta balkeş çiye? Eger mirovek, dezgehek sucek  kiribe beriya her tiştî  doz lê tê vekirin. Tê darizandin. Li gorî qanunê suçek hebe, tunebe bi awayekî teorÎk tê tespitkirin û piştre tu ceza dide. Lê ev yek pêk nehat. Bêyî lêpirsîn û darizandin raste rast sazî girtin. Tu sedemek wê ya esasî tune bû.  Ji destpêkê em bejin, ji roja ava bû heta îro jî hemû dezgehên Kurdan di bin pekutiya dewlete de ne. Nahêle ev sazî geşê li xwedin, naxwazin pêş bikevin û tesira erenî li ser civakê çêbibe. Ji ber ku dizanin sazî, sazibûn çiye? Rexistîbûne. Rexistibûn bi xwe re kadrobûne, pîsporiye tine û dibe sedemen hilberina tişten. Ev hilberîn dê van zagonên wan ên înkarê bişkinin. Heta 5-6 sal berê digotin ku 'Yekemin car di dîroka Tirkiye de yên înkar û retkirin rakirin em in'. AKP'ê wê demê wisa got û niha disa heman tişt kir. Enstitu girtin, televizyon, rojnameyên Kurdan girtin. Kovarên Kurdan girtin. Saziyê Kurdan digirin. Qeyûm dişînin ser şaredraiyan. Ji ber şaredarî ji aliye Kurdan ve bi hilbijartine hatibûn destxistin kar û xebatên Kurdî jî dikirin. Gava ku mirov diçû bajarê şaredarî di destê kurdan de ye bêtir bi kurdbûna wan dihisiya. Tu rastî afîşên Kurdî dihat. Tu rastî çalekiyên Kurdî dihat. Bêtir hewaya kurdî hebû. Xuya dibû ku kurd li wir xwe bi rêve dibin. Lê ev yek tehamûl nekirin û qeyûm tayîn kirin. Hişyarî û rêxistinbûna kurdan qebûl nekirin." 
 
XWEST KURDÊ XWE AVA BIKE
 
Zana, da zanîn ku di sala 1991’an de Turgut Ozal serokwezir qanunek derxist bi qismî jî be re li ber weşanên Kurdî vekir û wiha pêde çû: "Beriya wî Kurdî qedexe bû. Weşanên kurdî qedexe bûn. Bi têkoşînê hin maf hatin bi destxistin. Lê di salên dawî yên AKP’de gavên hatin avettin ji yên 12'ê Îlonê xeraptir in. Di salên 90’an de qanûne sansure hebûn. Bi serdegirtina sazi û dezgahan hebûn. Lê qeyûm tunebû. Îro qeyûm dişine ser rojname û şaredariyan. Çi kurdî û çi tirkî tişta kurdan eleqeder dike qeyûm tayîn dike. Hişmendiya dewletê nehatiye guhertin. Dibe ku TRT 6 bû TRTKurdî. Dibe ku li hin zaningaha lisans perwerdehiya bû Kurdî. Lê xwest tişta daye sînorê wê neyê derbas kirin. Xwest kurd sînoran derbas nekin û her dem bi wan ve girêdayî bin. Îro dixwaze Kurdên xwe ava bike. Dixwaze kurd  xizmeta wî bikin. Naxwaze kurd mafê xwe biparêze û mafê xwe bixwaze. Qedexekirina ziman tiştekî siyasî bû. Mirovên bi Kurdî bipewive û bixwaze bi zimane xwe bi peyive muameleya siyasiye suçbûne dihat kirin. Îro jî ev tişt di rastiya xwe de nehatiye guhartin. Çima nihatiye guhartin. Gava ku tu doza hebûna xwe, mafê ji hebûna te ye bike  disa rastî heman muameleyên dewletê ten. Niha mirov baş dîroke bikole, ne tenê dîroka Kurdan an jî dîroka Tirkiye.
 
HER TIŞT HETA DAWÎ WISA NAMÎNE
 
Dîroka dinyayê bikole, tê bibine ku tu tişt heta hetaye qedexe namîne. Teqez ewê serî rake û ji bo hebûna xwe tekoşîna xwe bide. Tu  tiştek bi qedexekirine bi retkirine bi înkarkirinê tune nebûye û ji holê nerabûye. Bi taybetî yên xwe bi rêxistin kiribin û bi hêz kiribin zû bi zû pişta wan nagêje erdê. Tiştekî din bejim. Tu miletek û netewek bi retkirina hinekî din nikare demdirêj hebûna xwe bidomîne. Ji ber tê wê wateyê ku hebûna wan li ser tunebûna hinekî din avabûye. Lê mirov hebûna xwe li ser hebûna xwe li ser koka xwe ava bike xetere tuneye. Kes jî rexne an jî gazin ji mirov nake. Lê ku tu rabe nasnameyên din, bîr û baweriyên din, ên ne ji te qedexe bike û li ser tunebûna wan hebûna xwe ava bike pirsgirêk e. Wê problem dewam bike. Meseleke me ya kurdan heye dibêje kesek namîne li ser yek kewnê.  Ew kewn çiye. Kesek li ser rewşekî heta hetaye nikare xwe berdewam bike. Hebûna xwe berdewam bike. Ketin û rabûn hene. Elbette dikare tekoşin hinekî raweste. Dîroka me ya nezîk nişan dide ku piştî  ketinê  mutlaka rabûn heye. Piştî tengasiyan mutlaka firehî heye. Ev niha pevajoyeke, ev jî wê here." 
 
DEWLETÊN SERDESTIYÊ LI SER KURDAN BIKIN TU CARÎ ARAM NABIN
 
Rejima Tirkiye ew rejîma xwe li ser ava kiriye, gelek tişt li ser Kurdan ceribandin. Ceribandine tedbîrên asayişê, tedbirên ewlehiyê xwestin ew dilê xwe pirsgireka Kurdan an jî meseleyan Kurdan ji xwe re hal bikin û biqedînin. Lê ev mesele edî meseleyeke navnetewî ye, meseleyeke cihaniye. Ne tene Tirkiye, mesele meseleya rojavaya, mesele meseleye başur, Bakur, Rojhilate. Sekretere netew yekbûnê jî mecburî dibêje ji raya giştire pirsgireken rojhilata navin yek je jî meseleya Kurdayê. Heta ev mesele ya Kurdan çareser nebe aramî naye Rojhilata navîn jî. Bi vî  awayî. Dewletên ku niha li Kurdan serdestiye dikin eger mesela Kurdan hal nekin aramiya wan jî tune ye. Ew  nikare xwe bigihine aramiyê. 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

19/04/2018
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk
09:47 Derhênerê Kaçiş: Li herêma şer mirin ji jiyanê zehmetir e
09:46 Karkerî an jî melatî li zarokên xizanan tê ferzkirin!
09:43 Şivanên li ‘Bazara Şivanan’: Tirsa me herêmên qedexekirî ne
09:42 'Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e’
09:39 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN
17/04/2018
17:04 Nûçegihanê ETHA’yê Adil Demîrcî hat girtin
16:58 Daxawaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
15:44 Salek û 3 meh ceza li dîroknas Ayşe Hur birîn
15:28 Li Amedê starta 1’ê Gulanê hat dayîn
15:27 23 kesên belavoka 1'ê Gulanê belavkirin sewqî dadgehê kirin
15:26 Di doza Nisêbînê de parastina ‘xwerêveberiyê’
15:00 Bi lez ‘Hevparên HDK'ê serbest berdin
14:18 Erdogan: Ez naxwazim der barê hilbijartinê de bi axivim
13:58 Buldan: Kurd dê li dijî zilmê yekîtiya xwe deynin holê
13:48 Karkerên li pêş Şaredariya Beşiktaşê karê xwe dixwazin
13:29 Tugaya Sultan Murad û El Şerqîye li Efrînê 5 Hezar ton genim dizîn
13:29 Kesê binçavkirî rastî êrîşa çekdarî hat
13:26 Kesê îstîsmarî zarokê astengdar kir hat girtin
12:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 747’emîn serlêdan kir
12:24 6 sal û 3 meh ceza li Îhsan Elîaçik birîn
11:59 Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest: Em nikarin heta 2019’an li ber xwe bidin
11:50 KCD’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:49 Prof. Jongerden: Tirkiye winda kir
11:24 Polîsan dayika 5 meh ducanî derb kirin
10:55 HPG’ê çekên 8 cerdevanan desteser kir
10:48 Farqînî: Dewletên serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin
09:31 Guldexwînan rengê xwe da xwezayê
09:30 Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav berbelav dibe
09:29 Lîstika ‘Hefteya Rojbûna Pîroz’ a Hîzbullahê
09:28 ‘Her meh em deyndarê dewletê ne’
09:28 Şaxên zeytûnan di dest wan de man
09:27 Şaredariya DBP’î bike sûc e, qeyûm bike xizmet e!
09:26 35 salin bêrîvaniyê dike
09:25 Qîmeta xwezayê di rîçala îsotên a tûj de veşarî ye
09:25 Helbestên bi dizîka dinivîsand, ew bêtir bi jiyanê ve girêda
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2018'AN
16/04/2018
18:44 163 rêxistinên jin: Pêşnûnameya Xesandina Kimyewî paşve bikişînin
17:12 Rêxistinên navteweyî piştgirî dan Rojnameger Nedîm Turfent
17:11 Doza Nisêbînê de parastin: Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê
16:31 Êrîşên Sûriye ji bo Tirkiye refê xwe diyar bike bû hişyarî
16:03 56 rêxistinên ekolojiye Yekîtiya Ekolojiyê ragihandin
15:41 HDP: Davutoglu, Fîdan, Akdogan û Ala biçin şahidiyê bikin
15:29 Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê bê daxwaz bi dawî bû
15:22 Zilamê Emîne Demîrcî kuşt, dê serbest bê darizandin
15:22 Ne OHAL demokrasî
15:02 Dadgehê cara dawî ji bo Demîrtaş dem nas kir
14:38 Li Êlihê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:24 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Sûr û Heskîf mîrateya hevpar e
14:23 Karkerê ji kar hat havêtin, li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir
13:34 Sekreterê Giştî yê NATO: Operasyon Sûriyeê peyamek vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû