Farqînî: Dewletên serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin 2018-04-17 10:48:58 STENBOL –  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK hat girtin, di 18 Nisana 1992’an de ji aliyê nivîskar û rewşenbîrên Kurt ku Musa Anter jî heye gelek kesan ve hat vekirin. Zimanzan Zana Farqînî yê di avakirina enstituyê de cih girt, diyar kir ku saziyên kurdan berê jî dihatin girtin û niha jî tên girtin û wiha got: “Berê qeyûm tune bûn îro qeyûm heye. Îro AKP rojnameyan bi qeyûman desteser dike. Lê dîrok nîşanî me dide ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe li rojhilata navîn tu pirsgirêk çareser nabe. Dewletên Serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin."  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji aliye rewşenbîr û nivîskarên Kurt ê ku di nav wan de Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurrbuz, Cemşîd Bender, Yaşar Kaya, Suleyman Înanoglu û Zana Farqînî ve di 18 Nîsana 1992’an li Stenbolê vebû. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, yekemin saziya ku ziman, çand, wejeya Kurdî lekolin dike ye. Serokê wê yê yekemîn jî Musa Anter ê ku ji aliyê gel ve wek Apê Musa tê naskirin bû. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bi salan ders da bi hezaran xwendekaran û xebatên li ser zimên ê akademik meşand. Piştî darbeya 15 Tirmaha 2016’an, di 30 kanuna 2016’an ji aliye Wezareta Karên Hindir ve hat girtin. Zimanzan û nivîskar Zana Farqînî ye ku di avakirina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye li ser avakirin û êrişen li ser zimanê Kurdî axivî   Zana Farqînî diyar kir ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê piştî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) avabûye û wiha got: “Navenda Çanda Mezopotamya bi çand, hunera Kurdî re alaqadar dibû. Lê xwestin saziyeke akademik, bi teybetî li ser ziman, dîrok û tiştên ku bi Kurdan re eleqedarin zedetir li ser wan xebat bê kirin û berhem bên afirandin. Navenda Çanda Mezopotamya çudatir ku ew disa govend, muzik, şano, sinema bû ew dibe ku zadetir hitabî xelke dikirin. Pewisti bi wan jî hebû lê, pewistiya Kurdan hinekî bi xebatên akademik ên li ser Kurdan û warê wan nedihat naskirin, bindoşek mabûn, veşartî mabûn bê avakirin. Bi vê yekê ji bo wê xebatên avakirina Enstituya Kurdî ya Stenbolê hata destpêkirin.”   SAZÎ BI AWAYEKÎ FÎÎLÎ HAT VEKIRIN    Farqîn, bal kişand ser pêvajoya vekirina Enstîtuyê û wiha got: "Wê demê ez ne di reveberiya NÇM’de bûm . Lê di nav NÇM  de me cih digirt. Heta kesên ku ji derve dihatin me reberi ji wan re dikir. Em diçûn peşiya wan me ew dianîn. Kesên ji bo enstituye hatibûn, Îsmet Şerîf, Celîlê Celîl, Mustafa Reşît, kesên din bûn. Kesên ku li vir bûn wekî Feqî Huseyîn Sagnic ê dihatin nasin. Heya me jî wan û xebatên hebû lê wekî şexs me ew mirov dema vekirina enstutiya Kurdî ya Stenbolê nas kirin.  Avakirina enstutiyekê li Tirkiye li gorî kanûnê yan zaningeh vedike yan jî vakf vedikin. Lê vekirina vakfan û yên di jî bi biryara Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) dida. Wan ev destûr ne de. Piştre jî ji bo vakfe serî li wan dan û dezgehên  kanunî dan lê disa destur nedan. Lê bi awayekî fiili ev sazî hat vekirin. Tabelaya Enstutiya  Kurdî ya Stenbolê piştre hat daxistin. Bi zora polisan hat daxistin. Destûr nedan. Ne zaningaha te heye ku tu kartibe di bin banê zaningehê de bi  awayekî kanunî enstutiyekê veke, ne jî destûr dan ku  tu vakfekê veke. Ew vakf ku hem dikare universite veke û karibe enstutî veke. Ji ber vê yekê rê li ber hemû tiştan hatibû girtin. Lê bi awayeke fîîli Enstituya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe berdewam kir.  Ji  aliye kanûnî ve rastî astengiya dihat. Te nikarî bû xwe baş organize bike. Te nikarî bû kadroye xwe di nav saziye de pêş bixe û bi cih bike.  Berdewamî kar û xebatên xwe bike. Ji ber ku Kurd, nasnameya Kurdî, zimane Kurdî, çanda Kurdî, ji destpeka Komarê û şunda hatibû ret kirin û înkarkirin. Me tevî vê red û înkarê xwest hin tiştan bikin, gav biavêjin û hebûna xwe berbiçav bikin. Lê rejim ji ber xwe li ser tunebûna nasnameyên ji bili nasnameya Tirkî avakiriye, bi wî awayî tu car destûr neda û dema destûrên qanunî dan jî bi sînor kirin. Piştî Enstutiya Kurdî ya Stenbolê, Vakfa Kurd bi awayekî fermî vebû."    'JI BO DI QADA NAVNETEWEYÎ DE XWE BIPARÊZIN DESTÛR DAN SAZIYÊN KURDÎ'    Farqîn, bal kişand ser helwesta hikumeta wê demê ya li diji nêzîkatiya saziyên kurdî û wiha berdewam kir: "Di 1995’an de li Tirkiye bi navê Habitat Konferanseke navneteweyî pêk hat. Wê çaxê qed ji bira min naçe. Mesut Yılmaz hebûn. Partiya wan li îktîrdar bû. Broşurên amadekiribûn  ji bo mîsyonên navneteyî û  dîplomasiyên. Di konferansê de qala rojnameyên Kurdî, saziyên li ser ziman û çanda Kurdî xebat dikin, weşanan dikirin. Lê ew tenê  ji bo qada navnetewî di warê dîplomatîk de xwe hinek rehet bikin. Bibejîn qedexe li cem me nemaye. Wan bi vê destûrê xwest di qada dîplomatîk û navneteweyî de propagandaya xwe bikin. Hejî wisa ne. Nahêle ku nasnameyên qedexe kirî, retkirî, înkarkirî derkevîn pêş û xwe hebûna xwe hem bi dinyaye hem jî bi gele xwe bide naskirin. Tiştên ku li wan hatine qedexekirin hatine veşartin, hatine înkarkarin derkevin pêş, derkevin ber ronahiye. Rastî derkeve hole, aşkere bibe naxwazin."    'ARŞÎVÊN SAZIYAN DESTESER DIKIRIN'    Zimanzan Zana Farqînî bal kişand ser tundî û zextên wê demê û wiha lê zêde kir: "Digirtin ser wir. Arşiva saziye dibirin. Di 97 û 98'an de 3 mestera Enstituya Kurdî ya Stenbolê hat girtin. Sedeme wê gotni 'Hûn li Enstituye nikarin kursan bidin. Hûn  nikarin perwerdehiye bikin.' Lê ev saziyek ku dikare xebatên li ser ziman, xebatên li ser dîrokê bike, civaknasiya vî gelî bike. Muzîka wî bike. Mimariya wî bike. Di her warî de bi Kurdan re eleqeder bibe. Bi warê xebatan bike,. Xebata bingehin jî zimane. Ji ber ku ev ziman hatiye qedexekirin. Mirov ne alfebaya xwe dizane, ne dikare bi vî zimanî binîvîsîne, bixwînî, qedexe heye. Ji bo vê jî heta tu bingaha vî tiştî çêneke, tu vî zimanî nexe pazarê, nivîsandin û xwendina wî zimanî nexe pazarê, alfabe û gramera wê nede hinkirin, mirov wê çawa bi zamanê xwe berhemên ku hatine afirandin bixwînin. Ji ber ve yekê sazi hatin girtin, rê li ber hat girtin. Berhemên saziyê bi mirovan re  hatin girtin, wekî muameleyeke tiştekî suç bi wan dihat kirin.    BERÊ JÎ HAT GIRTIN Û ÎRO JÎ HAT GIRTIN   Îro jî  Enstutiya Kurdi ya Stenbolê hat girtin. Sedema girtina wê çiye? Tiştek nine. Piştî darbeya 15 Tirmehê dezgeh hatin girtin. Lê berî bê girtin neha niha tu doz li xebatên wê nehatibûn vekirin. Lê dîsa hat girtin. Tişta balkeş çiye? Eger mirovek, dezgehek sucek  kiribe beriya her tiştî  doz lê tê vekirin. Tê darizandin. Li gorî qanunê suçek hebe, tunebe bi awayekî teorÎk tê tespitkirin û piştre tu ceza dide. Lê ev yek pêk nehat. Bêyî lêpirsîn û darizandin raste rast sazî girtin. Tu sedemek wê ya esasî tune bû.  Ji destpêkê em bejin, ji roja ava bû heta îro jî hemû dezgehên Kurdan di bin pekutiya dewlete de ne. Nahêle ev sazî geşê li xwedin, naxwazin pêş bikevin û tesira erenî li ser civakê çêbibe. Ji ber ku dizanin sazî, sazibûn çiye? Rexistîbûne. Rexistibûn bi xwe re kadrobûne, pîsporiye tine û dibe sedemen hilberina tişten. Ev hilberîn dê van zagonên wan ên înkarê bişkinin. Heta 5-6 sal berê digotin ku 'Yekemin car di dîroka Tirkiye de yên înkar û retkirin rakirin em in'. AKP'ê wê demê wisa got û niha disa heman tişt kir. Enstitu girtin, televizyon, rojnameyên Kurdan girtin. Kovarên Kurdan girtin. Saziyê Kurdan digirin. Qeyûm dişînin ser şaredraiyan. Ji ber şaredarî ji aliye Kurdan ve bi hilbijartine hatibûn destxistin kar û xebatên Kurdî jî dikirin. Gava ku mirov diçû bajarê şaredarî di destê kurdan de ye bêtir bi kurdbûna wan dihisiya. Tu rastî afîşên Kurdî dihat. Tu rastî çalekiyên Kurdî dihat. Bêtir hewaya kurdî hebû. Xuya dibû ku kurd li wir xwe bi rêve dibin. Lê ev yek tehamûl nekirin û qeyûm tayîn kirin. Hişyarî û rêxistinbûna kurdan qebûl nekirin."    XWEST KURDÊ XWE AVA BIKE   Zana, da zanîn ku di sala 1991’an de Turgut Ozal serokwezir qanunek derxist bi qismî jî be re li ber weşanên Kurdî vekir û wiha pêde çû: "Beriya wî Kurdî qedexe bû. Weşanên kurdî qedexe bûn. Bi têkoşînê hin maf hatin bi destxistin. Lê di salên dawî yên AKP’de gavên hatin avettin ji yên 12'ê Îlonê xeraptir in. Di salên 90’an de qanûne sansure hebûn. Bi serdegirtina sazi û dezgahan hebûn. Lê qeyûm tunebû. Îro qeyûm dişine ser rojname û şaredariyan. Çi kurdî û çi tirkî tişta kurdan eleqeder dike qeyûm tayîn dike. Hişmendiya dewletê nehatiye guhertin. Dibe ku TRT 6 bû TRTKurdî. Dibe ku li hin zaningaha lisans perwerdehiya bû Kurdî. Lê xwest tişta daye sînorê wê neyê derbas kirin. Xwest kurd sînoran derbas nekin û her dem bi wan ve girêdayî bin. Îro dixwaze Kurdên xwe ava bike. Dixwaze kurd  xizmeta wî bikin. Naxwaze kurd mafê xwe biparêze û mafê xwe bixwaze. Qedexekirina ziman tiştekî siyasî bû. Mirovên bi Kurdî bipewive û bixwaze bi zimane xwe bi peyive muameleya siyasiye suçbûne dihat kirin. Îro jî ev tişt di rastiya xwe de nehatiye guhartin. Çima nihatiye guhartin. Gava ku tu doza hebûna xwe, mafê ji hebûna te ye bike  disa rastî heman muameleyên dewletê ten. Niha mirov baş dîroke bikole, ne tenê dîroka Kurdan an jî dîroka Tirkiye.   HER TIŞT HETA DAWÎ WISA NAMÎNE   Dîroka dinyayê bikole, tê bibine ku tu tişt heta hetaye qedexe namîne. Teqez ewê serî rake û ji bo hebûna xwe tekoşîna xwe bide. Tu  tiştek bi qedexekirine bi retkirine bi înkarkirinê tune nebûye û ji holê nerabûye. Bi taybetî yên xwe bi rêxistin kiribin û bi hêz kiribin zû bi zû pişta wan nagêje erdê. Tiştekî din bejim. Tu miletek û netewek bi retkirina hinekî din nikare demdirêj hebûna xwe bidomîne. Ji ber tê wê wateyê ku hebûna wan li ser tunebûna hinekî din avabûye. Lê mirov hebûna xwe li ser hebûna xwe li ser koka xwe ava bike xetere tuneye. Kes jî rexne an jî gazin ji mirov nake. Lê ku tu rabe nasnameyên din, bîr û baweriyên din, ên ne ji te qedexe bike û li ser tunebûna wan hebûna xwe ava bike pirsgirêk e. Wê problem dewam bike. Meseleke me ya kurdan heye dibêje kesek namîne li ser yek kewnê.  Ew kewn çiye. Kesek li ser rewşekî heta hetaye nikare xwe berdewam bike. Hebûna xwe berdewam bike. Ketin û rabûn hene. Elbette dikare tekoşin hinekî raweste. Dîroka me ya nezîk nişan dide ku piştî  ketinê  mutlaka rabûn heye. Piştî tengasiyan mutlaka firehî heye. Ev niha pevajoyeke, ev jî wê here."    DEWLETÊN SERDESTIYÊ LI SER KURDAN BIKIN TU CARÎ ARAM NABIN   Rejima Tirkiye ew rejîma xwe li ser ava kiriye, gelek tişt li ser Kurdan ceribandin. Ceribandine tedbîrên asayişê, tedbirên ewlehiyê xwestin ew dilê xwe pirsgireka Kurdan an jî meseleyan Kurdan ji xwe re hal bikin û biqedînin. Lê ev mesele edî meseleyeke navnetewî ye, meseleyeke cihaniye. Ne tene Tirkiye, mesele meseleya rojavaya, mesele meseleye başur, Bakur, Rojhilate. Sekretere netew yekbûnê jî mecburî dibêje ji raya giştire pirsgireken rojhilata navin yek je jî meseleya Kurdayê. Heta ev mesele ya Kurdan çareser nebe aramî naye Rojhilata navîn jî. Bi vî  awayî. Dewletên ku niha li Kurdan serdestiye dikin eger mesela Kurdan hal nekin aramiya wan jî tune ye. Ew  nikare xwe bigihine aramiyê.    MA / Sadiye Eser