Hevserokê MSD’ê ya Helebê: Aktorên sed sal berê li pey girtina para xwe ne

  • rojane
  • 12:57 14 Nîsan 2018
  • |
img

HELEB – Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Helebê Mraî Şiblî bal kişand ser geşedanên Sûriyeyê û got: “Ji sed salê carek guhertina sînoran tê rojevê. Niha jî aktorên sed sal berê daketin qadê û li pey revandina para xwe ne. Li dijî van planan em jî ji bo çareseriyê ‘federasyona demokratîk’ pêşniyar dikin.” 

 
Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi sondxwarina li dijî hev a aktoran ket pêvajoyek din. Bi taybetî piştî Reqa û Dêra Zor ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin li bendê bû pêvajoya çareseriyê pêk bê, lê li ser nelihevkirina nexşeyê aligirên rejîmê Rûsya û Îran û aktorên serekê yên siyaseta Rojhilata Navîn, DYA, Îngîltere û Fransa û dewletên Yekîtiya Ewropa (YE) anî dij hev. Hêzên rojavayî bi îdiaya Rejîmê li herêma Dûma ya Şamê çekên kîmyewî bikar aniye, operasyona leşkerî xist dewrê. Îro berdestî serê sibê DYA, Întîglere û Fransa bi balafiran êrîş bir ser paytexta Sûriyeyê Şamê. 
 
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Helebê ku bajarê herî mezin ê Sûriyeyê Mraî Şiblî têkildarî geşedanên dawî li Helebê axivî û destnîşan kir ku tu bingeha ji dest hev revandina hêzên navnetewî ya Sûriyeyê nîne û hin hesabên din hene. 
 
QEYRANA SÛRIYEYÊ, SYKES-PÎCOT Û LOZAN…
 
Şiblî da zanîn ku ji bo qeyrana li Sûriyeyê baş bê fêmkirin divê mirov biçe 10 sal berê û got: “Bi ser Peymana Sykes-Pîcot de 102 sal derbas bûn. 4 salên din dê Peymana Lozanê jî bikeve sala xwe ya 100’emîn. Ji bo sînor ji nû ve bên diyarkirin hatin gel hev. Ji bo Sûriyeyê di 2011’an de gihîştin lihevkirinek nû. Lê feqet ji ber hin nakokiyan, şer hat lipêxistin. Qeyrana her ku diçe kûr dibe, gelek hêz li Sûriyeyê xwe berdidin qadê.” 
 
SIBEROJA SÛRIYEYÊ 
 
Şiblî destnîşan kir ku li Sûriyeyê 3 siyaset hene û wiha dewam kir: “Ji vana xetek a Erebîstana Sûidî, Qatar û Tirkiyeyê Îhvan-i Muslimîn (Mislimanên destbrak) heye, şîrîkatiya Îran û rejîmê jî xeta Şîî û xeta ku kurd û dostên wan a demokratîk hene. Hemû dewlet û hêz dixwazin derbe li xeta federasyona demokratîk diparêze bidin. Dîtin ku siyaseta federasyona demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê derket pêş, hemû hêz xwe dikin yek. Hêzên QSD’ê bi fikr û ramanên Abdullah Ocalan DAIŞ’ê têk bir. Ji bo siberoja Sûriyeyê gavên destpêkê avêt. Ji Girê Spî heta Reqayê me bi tena serê xwe li dijî wan şer kir û me vê hêza xwe da nîşandan. Serkeftina me li dijî DAIŞ’ê da nîşandan, dewletên destek didan DAIŞ’ê aciz kir. Çunkî ew dewlet dixwazin ku hin bêtir qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bibe.” 
 
NAKOKIYA DYA-ÎSRAÎL Û ÎRANÊ
 
Hevserokê MSD’ê yê Helebê Şiblî bal kişand ser nakokiyên DYA û Îranê yên li herêmê û wiha berdewam kir: “Ger DYA li herêmê Hîlala Şîî ava bike, dê talokeyek mezin derbikeve holê. Ji xwe nêzîkatiyên Îranê yên li Sûriyeyê ji polîtîkayên DAIŞ’ê ne cûdatirin. Ji ber ku ew jî hewl didin Îslamê bixin dirêya DAIŞ’ê de. Bandora Îranê li ser Sûriye, Iraq, Yemen û Lubnanê heye. Ev jî ji bo destkeftiyên DYA û Îsraîlê gefek mezine.”
 
HEMÛ KES LI SÛRIYEYÊ DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ PAR
 
Şiblî da zanîn ku hemû kesê çavên xwe bera çavkaniyên bin erdê yên Sûriyeyê dane û wiha pêde çû: “Hemû kes dixwazin bibin xwedî par. Sûriye jî parçeyekê vê ye. Hinek mûdaxileya Sûriyeyê dixin rojevê. Lê dibin maseyê de hemû aliyan li hev kirine. Armança wan ew e ku Sûriyeyê parçe bikin. Di her 100 salî de guhertinên sînoran tên rojevê. Niha jî aktoren berî 100 salan daketine qadê û li dû para xwe ketine.”
 
‘SÛRIYE YA SÛRIYEYIYANE’
 
Şiblî destnîşan kir ku ew bi şîara “Sûriye ya Sûriyeyiyane” tevdigerin û wiha domand: “Armanca me ew ku hemû gel û bawerî bi hevre bijîn. Em naxwazin Sûriye parçe bibe. Em xwediyê ramana federaliyê ne. Em dixwazin dibin sîwana Sûriyeya federal de bijîn.”
 
MÎNAKA HERÎ ŞÊNBER: HELEB E
 
Şiblî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mînaka herî şênber Helepe. Mînak me li Taxa Şêxmeqsûd berxwedanek bê eman nîşan da. Ev erka me bû. Ger evder nebûya, dê ji zûde Helep bihata dagirkirin. Niha komên selefî û radîkal li Helebê bi bandorin. Tirkiyeyê bi van koman êrîşî me kir. Weke gel em li dijî van koman li hev kom bûn. Me xwe li hev girt. Serketina me li Şêxmeqsûd bi dest xist, serkeftina gelên Sûriyeyê ye. Niha hin hêz besha êrîşî Sûriyeyê bikin, dikin. Em naxwazin destkeftiyên gel ji wan bên standin û gel heya 10 salan paşve bên xistin.”
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

16/04/2018
13:34 Sekreterê Giştî yê NATO: Operasyon Sûriyeê peyamek vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
13:26 Polîsan çalakiya li dijî OHAL’ê ya CHP’ê asteng kir
13:16 ESP: Binçavkirin nikarin vîna me bişkênin
12:51 Polîsan bi ser gundê Colemêrgê de girtin
12:21 Rayedarek rejîma Sûriyeyê: Rûsya cihê rastî êrîşê hatin, berê ji me re ragihand
11:47 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê dest pê kir
11:24 Di meha Çile de bêkarî zêde bû
11:12 Malpera Jineolojî bi zimanê farisî dest bi weşanê kir
10:32 Aborînas Nas: Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne
10:28 Leşkerên TSK'ê li ser sînor welatiyek Rojava îşkence kirin
10:20 Li Bestayê êrîş: 3 leşker hatin kuştin
10:15 ATK’ê, polîsê 5 kesan pelçiqand û kuşt ‘bêqisûr’ dît
09:58 Bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan: Rêzê nişanî navendên baweriyên me bidin
09:31 Fatma ya bi salane şivantiyê dike: Ez û xweza bûne yek
09:30 'Rojek berê destûra înşaat Akkuyu derket'
09:28 ‘Emê ji bo ked û nasnema xwe di 1’ê Gulanê de li qadin bin’
09:28 Qawîşa xweseran ferzî girtiyan dikin
09:27 Taşçier: Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin
09:26 Pîra 81 salî bi komkirina kartonan debara xwe dike
09:25 Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin
09:25 Derhêner Konar: Min xwest derûniya zarokên Kurd vebêjim
09:23 Li şûna tuala caw li ser text suretan xêz dike
09:23 Dozger pêwistî bi lêpirsîna mirina Mehmet Tunç nedît
09:21 Dikandarên Kemeralti: Me têra xwe îflas kiriye, tiştên din çîrokin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN
07:48 Odeya Tabîban a Amedê Hevserokên xwe hilbijart
15/04/2018
17:18 Fîkret Başkaya: Oldarên polîtîk tu projeyek wan ê civakî tuneye
16:31 Benlîsoy: Ger DYA bibe hêz, dê rêya Sûriye li Tirkiye bigire
16:26 Ji Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê banga Efrînê: Bêdeng nemînin, gav bavêjin
15:32 'Dê ne li gorî DYA û ne jî gor Rûsya çêbe, çareseriyek hevpar me dîtiye'
15:24 Akdogan ê HDP'î: Pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye
14:58 Ji jinan banga 1’ê Gulanê: Em ê bi hevre bi serbikevin
14:57 Fîlmê ‘Hewno Bêreng’ hat pêşandan
14:12 Li Helebê taxa dest ji berxwedanê bernade: Şêxmaqsûd
11:46 Weşanxaneya Otonom: Naxwazin em xwe bigînin rastiyan
11:33 Karkerên li Çelê bi çekan dixebitin kîne?
10:43 Li Wanê qedexeya neçîrê dest pê kir
10:38 YE: Tirkiye beropaş gavên mezin avêtiye
10:06 ‘Ji bo stran û şanoyê pêdiviya me bi rohanî û salonan tune ye'
09:22 Li Cizîrê dixwazin xaniyê li ser piya maye jî hilweşînin
09:21 Hem şîfa ye hem debar e
09:21 Ozugurlu: Êrîşên li ser Efrinê rê li pêş êrîşa li ser Gutayê vekir
09:20 Li Şakranê girtî bi droneyan tên şopandin!
09:19 ‘Jiyana gund ji ya bajar gelek çêtir e'
09:18 2 sal derbas bûn hîn jî îdianame doza Gemsîzê nehatiye amadekirin
09:17 Pirtûka Jessica Schiefauer ‘Oglanlar’ li Tirkiyeyê jî hat çapkirin
09:17 Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne
09:16 Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin
09:15 Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin
09:14 Mêran got ‘hûn nikarin bikin’, lê wan Mala Sabûnê ava kir
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2018'AN
07:59 Li barageha leşkerên Îran ya Helebê teqîn: 20 suyayên Îranî mirin
14/04/2018
16:46 HDP: Yên winda dikin gelên li Sûriyeyê ne
16:19 'Em destûr nadin nirxên hekîman bên darizandin'
16:07 Xebatkar û temaşevanên TV10: Rizgariya ji zilmê bi berxwedanê pêkan e
15:44 Aqûbeta Nivîskar Sabahattin Alî pirsîn
15:36 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Îvrendî bê berdan
15:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Li Sûriye her kes ketin çiravê
14:59 Xwestin kujerên Huseyîn Ertaş bên darizandin
14:24 Dayikên Şemiyê: Hestiyê Nûrettîn ê 37 salin winda pirsîn
13:43 ETHA: AKP ji pênûsên azad ditirse
13:17 TKDF ji wekîlan re name şand: Çav û guhê xwe vekin
12:57 Hevserokê MSD’ê ya Helebê: Aktorên sed sal berê li pey girtina para xwe ne
12:24 Dê Tora Parêzerên Çapemeniyê bê avakirin
12:21 Putin: Em êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin
12:00 Rojnameger 'dê çawan bikin' nîqaş dikin
11:49 Dengdayîna hilbijartinên DTSO’yê dest pê kir
11:10 Dengîr Mîr Firat: Êdî pir zor e AKP dengê kurdan bistîne
10:46 9 sal di ser operasyona 'KCK'ê re borîn hêj bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne
10:40 Li dijî OHAL’ê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin
10:09 Xwendekarê rojnamegeriyê yê Bangladeşî: Ferqa Bangladeş û Tirkiyeyê ji hev nîne
09:52 ‘TDK dijminantiya jinê ava dike’
09:45 Rojnameger Parlak hat girtin
09:18 Pêzan û rapora wî ya 'ramanên romantîk'
09:17 TL li hemberî Dolar bê qîmet dibe
09:17 Avakara Mala Hunerê ya Degîrmenê: Em dikarin tiştên xweş bikin
09:16 DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir, lê 13 salin hêj Tirkiyeyê biryar nedaye
09:15 Ji ber taxim li xwe kir cezayê zilamê ku Kader Ozdemîrê kuşt hat daxistin!
09:14 Hejmara nû ya Kovara Jineolojî derket
09:14 Li Çelê bi dehan baregehên leşkerî hatin çêkirin: Êdî bêhna me dernayê
09:13 KCD: Dijminên kurdan dibin yek çima gelê kurd nabe yek
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2018'AN
08:00 DYA, Îngîltere û Fransa li Sûriye xist
13/04/2018
20:40 Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya Yekemîn aşkere bûn
19:20 Li Efrinê Kurdî rakirin erebî û tirkî danîn
17:00 Maşîneya leşkerên diçûn operasyonê qeza kir
16:28 Dermankirina Sûaviyê biçûk didome
15:17 Helikopter leşkerî ya Rûs ket
15:13 'Bila îfadeyên polîsan bigirin'
14:47 Karkerên Soma: Em dê li mafê xwe bigerin
14:33 Hevserokê HDP’ê yê Geverê hat berdan
14:29 Demîrtaş: Ger ez bimrim darbesta min ji girtîgehê dîk derxin
14:20 Hikûmet dixwaze OHAL'ê cara 7’emîn dirêj bike
14:05 Bîlgen: Çareseriya li Sûriye aştî û hilbijartina azad e
13:11 KESK: OHAL'ê dirêj nekin
12:58 Malbatan cara 71'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:58 Dr. Şêx Îsa: Em ‘meclîsa xayîna’ û çeteyên siyasî nas nakin
12:42 Walî 8 mezrayên Xîzanê qedexe kir
12:40 ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirinê kirin
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin