Hevserokê MSD’ê ya Helebê: Aktorên sed sal berê li pey girtina para xwe ne 2018-04-14 12:57:26 HELEB – Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Helebê Mraî Şiblî bal kişand ser geşedanên Sûriyeyê û got: “Ji sed salê carek guhertina sînoran tê rojevê. Niha jî aktorên sed sal berê daketin qadê û li pey revandina para xwe ne. Li dijî van planan em jî ji bo çareseriyê ‘federasyona demokratîk’ pêşniyar dikin.”    Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi sondxwarina li dijî hev a aktoran ket pêvajoyek din. Bi taybetî piştî Reqa û Dêra Zor ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin li bendê bû pêvajoya çareseriyê pêk bê, lê li ser nelihevkirina nexşeyê aligirên rejîmê Rûsya û Îran û aktorên serekê yên siyaseta Rojhilata Navîn, DYA, Îngîltere û Fransa û dewletên Yekîtiya Ewropa (YE) anî dij hev. Hêzên rojavayî bi îdiaya Rejîmê li herêma Dûma ya Şamê çekên kîmyewî bikar aniye, operasyona leşkerî xist dewrê. Îro berdestî serê sibê DYA, Întîglere û Fransa bi balafiran êrîş bir ser paytexta Sûriyeyê Şamê.    Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Helebê ku bajarê herî mezin ê Sûriyeyê Mraî Şiblî têkildarî geşedanên dawî li Helebê axivî û destnîşan kir ku tu bingeha ji dest hev revandina hêzên navnetewî ya Sûriyeyê nîne û hin hesabên din hene.    QEYRANA SÛRIYEYÊ, SYKES-PÎCOT Û LOZAN…   Şiblî da zanîn ku ji bo qeyrana li Sûriyeyê baş bê fêmkirin divê mirov biçe 10 sal berê û got: “Bi ser Peymana Sykes-Pîcot de 102 sal derbas bûn. 4 salên din dê Peymana Lozanê jî bikeve sala xwe ya 100’emîn. Ji bo sînor ji nû ve bên diyarkirin hatin gel hev. Ji bo Sûriyeyê di 2011’an de gihîştin lihevkirinek nû. Lê feqet ji ber hin nakokiyan, şer hat lipêxistin. Qeyrana her ku diçe kûr dibe, gelek hêz li Sûriyeyê xwe berdidin qadê.”    SIBEROJA SÛRIYEYÊ    Şiblî destnîşan kir ku li Sûriyeyê 3 siyaset hene û wiha dewam kir: “Ji vana xetek a Erebîstana Sûidî, Qatar û Tirkiyeyê Îhvan-i Muslimîn (Mislimanên destbrak) heye, şîrîkatiya Îran û rejîmê jî xeta Şîî û xeta ku kurd û dostên wan a demokratîk hene. Hemû dewlet û hêz dixwazin derbe li xeta federasyona demokratîk diparêze bidin. Dîtin ku siyaseta federasyona demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê derket pêş, hemû hêz xwe dikin yek. Hêzên QSD’ê bi fikr û ramanên Abdullah Ocalan DAIŞ’ê têk bir. Ji bo siberoja Sûriyeyê gavên destpêkê avêt. Ji Girê Spî heta Reqayê me bi tena serê xwe li dijî wan şer kir û me vê hêza xwe da nîşandan. Serkeftina me li dijî DAIŞ’ê da nîşandan, dewletên destek didan DAIŞ’ê aciz kir. Çunkî ew dewlet dixwazin ku hin bêtir qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bibe.”    NAKOKIYA DYA-ÎSRAÎL Û ÎRANÊ   Hevserokê MSD’ê yê Helebê Şiblî bal kişand ser nakokiyên DYA û Îranê yên li herêmê û wiha berdewam kir: “Ger DYA li herêmê Hîlala Şîî ava bike, dê talokeyek mezin derbikeve holê. Ji xwe nêzîkatiyên Îranê yên li Sûriyeyê ji polîtîkayên DAIŞ’ê ne cûdatirin. Ji ber ku ew jî hewl didin Îslamê bixin dirêya DAIŞ’ê de. Bandora Îranê li ser Sûriye, Iraq, Yemen û Lubnanê heye. Ev jî ji bo destkeftiyên DYA û Îsraîlê gefek mezine.”   HEMÛ KES LI SÛRIYEYÊ DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ PAR   Şiblî da zanîn ku hemû kesê çavên xwe bera çavkaniyên bin erdê yên Sûriyeyê dane û wiha pêde çû: “Hemû kes dixwazin bibin xwedî par. Sûriye jî parçeyekê vê ye. Hinek mûdaxileya Sûriyeyê dixin rojevê. Lê dibin maseyê de hemû aliyan li hev kirine. Armança wan ew e ku Sûriyeyê parçe bikin. Di her 100 salî de guhertinên sînoran tên rojevê. Niha jî aktoren berî 100 salan daketine qadê û li dû para xwe ketine.”   ‘SÛRIYE YA SÛRIYEYIYANE’   Şiblî destnîşan kir ku ew bi şîara “Sûriye ya Sûriyeyiyane” tevdigerin û wiha domand: “Armanca me ew ku hemû gel û bawerî bi hevre bijîn. Em naxwazin Sûriye parçe bibe. Em xwediyê ramana federaliyê ne. Em dixwazin dibin sîwana Sûriyeya federal de bijîn.”   MÎNAKA HERÎ ŞÊNBER: HELEB E   Şiblî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mînaka herî şênber Helepe. Mînak me li Taxa Şêxmeqsûd berxwedanek bê eman nîşan da. Ev erka me bû. Ger evder nebûya, dê ji zûde Helep bihata dagirkirin. Niha komên selefî û radîkal li Helebê bi bandorin. Tirkiyeyê bi van koman êrîşî me kir. Weke gel em li dijî van koman li hev kom bûn. Me xwe li hev girt. Serketina me li Şêxmeqsûd bi dest xist, serkeftina gelên Sûriyeyê ye. Niha hin hêz besha êrîşî Sûriyeyê bikin, dikin. Em naxwazin destkeftiyên gel ji wan bên standin û gel heya 10 salan paşve bên xistin.”   MA / Nazim Daştan