STENBOL - Edîtora ETHA Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) edîtor Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku Demîrcî li Almanya dijî û ji bo betlanê hatiye Stenbolê û çend rojin li Stenbolê dimîn e.
Hinceta binçavkirina xebatkarên ETHA ne hat zanîn.