3 xebatkarên ETHA hatin binçavkirin 2018-04-13 11:01:29 STENBOL - Edîtora ETHA Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) edîtor Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî de girtin û binçav kirin. Hat diyar  kirin ku Demîrcî li Almanya dijî û ji bo betlanê hatiye Stenbolê û çend rojin li Stenbolê dimîn e.    Hinceta binçavkirina xebatkarên ETHA ne hat zanîn.