Demîrtaş pişt perdeya bûyera Çewlîkê vegot

  • rojane
  • 14:05 12 Nîsan 2018
  • |
img

ENQERE - 3'yemîn danşîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di roja 2'emîn de berdewam dike. Demirtaş, bal kişand ser bûyerên 6-8'ê Cotmehê û êrîşa li dijî Mudûrê Polîsan ê Çewlikê û bêdengiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vê rastiyê. Demirtaş, di parastinê de diyar kir ku AKP di hilbijartina 1'ê Mijdarê de soza Xweseriye da.

3'emîn Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, di roja duyemîn de li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya kampusa Sîncanê  berdewam dike. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê anîn Girtîgeha Sincanê. Demîrtaş bi sûcdariya "Avakirin û rêvebirina rêxistina terorê" “propaganda rêxistinê" û “Pesnê sûc û sûcdar kiriye" bi daxwaza 142 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Demîrtaş, di parastina xwe ya îro de dîsa li ser geşedanên di serdema "pêvajoyan çareseriyê" de rû dan û êrîşa li dijî midûriyeta polîsan a Çewlikê rawestiya. Demîrtaş, destnîşan kir ku endamên cemaetê ji bo pêvajoya çareseriyê xera bikin fezleke amade kirine û wiha got: "Di bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên der barê Kobanê û hin bûyerên din bi hikûmetê re hevpar hatgin kirin. Piştî bûyerên 6-8'ê Cotmehê di 9'ê Cotmeha 2014'an de li Çewlikê li dijî Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Ulker êrîş Pek hat û 2 polîs hatin kuştin. 
 
Di serdema ku êrîşên DAIŞ'ê li ser Kobanê zêde dibûn de ji bo beşdarî konferansê bibim li DYA bûm. Li ser daxwaza Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ez vegeriyam Tirkiye. Di 1'ê Cotmeha 2014'an de tevî hevseroka KCD'ê Selma Irmak, em beşdarî civîna ku Cîgirê Serkowezîr Yalçin Akdogan jî di navde bûn. Serokwezîr Davutoglu di wê civînê de got “Der barê me de nerîna ku hikûmeta me piştgiriyê dide DAIŞ'ê pêş ket. Divê em vê yekê rast bikin. Em ji bo hemû alîkariya Kobanê amade ne. Diyar kir ku karwana alîkariyê ya li Qamişlo dikare di ser Tirkiye re derbasî Kobanê bibe. Lê hefteyek derbas bû jî neket nava hewldanek wisa. Ez di 6'ê Comehê de bi Davutoglu re bi telefonê axivîm. Lê gotinên xwe yên berê ji bîr kirin  û got 'We dît hûn nikarin bêyî me gavan bavêjin. Li Rojhilata Navîn bêyî me tu kes nikare gava xwe bavêje. Kurd bêyî me tev bigerin evyek dê bê serê wan' û em bê minet kirin. 
 
Demîrtaş, da zanîn ku di bûyerên der barê Kobanêde di her kêliyê de bi hikûmetê re di nava temasê de bûn û wiha berdewam kir: "Wezîrê Karê Hundir yê wê demê Efkan Ala got 'Hêzen ewlehiyê yên em nikarin wan kontrol bikin hene' Piştî ditin ku nikarin rê li pêş vê yekê bigirin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Li ser vê yekê Ocalan bang kir û li ser banga Ocalan çalakiyên kolanan rawestiyan. Di 9'ê Cotmehê de êrîşa li dijî midûrê polîsan Atalay Ulker pêk hat. Hikûmet bi riya Efkan Ala xwe gîhand me û got “Çalakî ya wan e. Ev biryarek navendî ye? Pêvajo xera kirin?' û xwest em li Qandîlê teyît bikin. Ev yek bi riya siyasetmedarekî re em li Hewlerê ketin temasê û me teyit kir ku eleweya Qandîlê û vê bûyerê bi hev tune ye. Li ser vê yekê Efkan Ala got “Ohh” “Bi şiklê din bûya em nikarîbûn ji nav derketibûna." 
 
WALÎ PKK SÛCDAR KIR
 
Demîrtaş anî ziman ku li pişt perdê bûyer wisa pêş ket, lê Waliyê Çewlikê Yavuz Selim Koşger  kuştina Cîgirê Midûrê Çewlikê Atif Şahîn û komiser Huseyin Hatipoglu û birîndarkirina Midûrê Çewilkê Atalay Ulker û polîs Ugur Atli xistin stuyê PKK'ê. Walî diyar kir ku 4 PKK’iyên bûyer pêk anîn li ser rêya Çewlîk-Xerpêtê hatin kuştin û bûyer xist situyê wan. Ev bûyer ji bo pêvajoyaçareseriyê provoke bike pêk anîn. Piştî daxuyaniya Walî Koşger Serokwezîr Davutoglu jî derket daxuyanî da û got: “Tola midûrê me yê polîsan û polîsên şehît hat hilanîn 4 PKK’î di derketina Çewlikê de hatin kuştin." Serokomar Tayyip Erdogan jî ev yek şopand. Li aliyê din HDP, KCD û DBP'ê daxuyaniya hevpar dan û xwestin bi her awayî ev bûyer bê lêkolînkirin. Li lêpirsînê de ji 8 kesên têkildarî bûyerê hatin binçakirin derket holê ku tevî Erhan Şenyuva û kesên din bi bû bûyerê tune ye. Dozger jî dîsa di encama leklînê de diyar kir ku tu eleqeya 2 bûyeran bi hev tune ye. Dîsa derket holê ku îdîaya Walî û Serokwezîr bi hev tune ye
 
‘BILA KOMAR DEMOKRATÎK BIBE'
 
Demîrtaş, di berdewama parastina xwe de wiha got: "Xwestin Dewleta Komara Tirkiye li ser hişmendiya Neteweya yekperestî, yek nasname û yek baweriyê ava bikin. Lê ev yek nehat qebûl kirin. Nekarîbûn vê yekê pêk bînin û ev feraset bi ser neket. Kurdan û nasnameyên din jî ev yek qebûl nekir. Em jî dibêjin sed sal di ser netew dewletê re derbas bû û pêwistî bi fortama komara demokratîk heye. Dive Komar demokratîk bibe. Divê milê demokratîkbûnê bêtir xurt bibe. Em jî perçeyekî vê komarê ne. Ev der welatê me ye jî. Em ji cihekî din nehatin li vir bi cih nebûn. Em wekî penaber jî nehatin vir. Em ne kurd û tirkên ku koçî Almanya bûne. Tirkê ku li Almanya dibêje 'Ez perwerdehiya tirkî dixwazim' jî mafê wî heye. Lê em li welatê xwe dijîn. Tevî vê yekê mafê me yê zimanê me yê zikmakî tune ye.' 
 
SOZA AKP'Ê YA XWESERIYÊ
 
Ez ji beyannameya hilbijartina giştî ya 1'ê Mijdarê ya AKP'ê dixwînim: Di taahhuda AKP'ê ya hilbijartinê de dibêje bi şertê Rêveberiya Herêmî ya Ewropa 
têkiliya rêveberiya navendî û têkiliya rêveberiya heremî dê ji nûve bê sazkirin. Rêveberiyên navendî û herêmî dê hev temam bikin. Di nava rêveberiya navendî û herêmî de dê hevkariyek hevpar û tenduristî û koordinasyon esas bê girtin. Em di vê baweriyê dene ku hemû xizmetên rêveberiyên herêmî berbirsiyariya wan a esasî rêveberiya herêmî ye. Navendên çandê dê bi rêveberiyên herêmî ve bên girêdan. Spor dê bi rêveberiyên herêmî ve bên girêdan. Hilberin û hatina cewherî ya rêveberiyên herêmî dê zede bibin. Ji bo rêveberiyên herêmî bêtir bi hêz bibin divê zagon bên rastkirin û nûkirin. Di milê tenduristî, perwerdehî, çand, turîzma civaki û xizmetên gundan, çandinî, sewalkarî û ragihandinê de dê erka rêveberiya herêmî bê zêdekirin. Ev jî soza AKP'ê ya xweseriyê ye." 
 
 

Sernavên din

13/04/2018
12:40 ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirinê kirin
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin
12:19 Ji bo keça xwe ya di girtîgehê de rastî êrîşê hat, bifikare
11:52 KCD: Ji Enfalê ve polîtîkaya qirkirinê li ser kurdan didome
11:43 Yekîtiya Welatên Ereb ji bo Tikriyê gotin: Efrîn hat dagirkirin
11:01 3 xebatkarên ETHA hatin binçavkirin
11:00 Unsal: Tişta ku tenê Tirkiye bi îstîkrar e fobiya kurd e
10:02 Gelê Amedê li benda rakirina OHAL’ê ye
09:51 Bi mirinê re rû bi rû dixebitin
09:48 Prof. Dr. Ustun: Akkuyu ji bo hemû kesan mirin e
09:27 Di temenek biçûk de dengbêjek mezin
09:25 Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe
09:24 Bi hev re dest bi çêkirina cihoka ava gund kirin
09:23 Ji Deriyê Xabûrê ber bi Herêma Kurdistana Federe sewqiyata leşkerî
09:21 Ji ber ceryana gund tune, amûrên xwe li navenda bajêr şarj dikin
09:15 Bi piştevaniya jinan bûn xwedî kargeh
09:14 Sekretera Tirkiyeyê yê PE’yê: Texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e!
09:13 Malbat ji bo jiyana xebatkarê berê yê Matbaaya Gunê ku hat girtin diqilqile
09:13 Piyanîst Escalera tê Amedê
09:12 Jinên li hemberî bûyerên îstismarê meclis ava kirin: Wê tu sûc di tarîtiyê de nemine
09:11 Argumana di dozên îstismarê de: Dîn im
09:10 Nivîskar Kardelen: Wêje bîr û xwezaya civakekê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2018'AN
12/04/2018
17:29 Rojnameger Zeyrek û 17 kes hatin berdan
16:08 Li Ezazê teqîn: Gelek kes mirin
15:27 515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man
15:15 Balafira şer a Yewnan li Egeyê ket
15:13 Tanka mazotê ya balafirên şer ket Hîlwanê
15:06 Ji ber parvekirinên berî 4 salan hat girtin
14:59 Nobeta Edaletê di hefteya 54’an de berdewam kir: Teqez emê bi ser bikevin
14:24 Trump peyamek nû belav kir: Dibe ku di demek nêz pêk were!
14:17 Ji bo hunermend Tunç ê Musa Anter bibîr anî lêpirsîn kirin
14:05 Demîrtaş pişt perdeya bûyera Çewlîkê vegot
13:31 Umut 117 rojin tê razandin
13:19 Rojnameger Zeyrek û 30 kes derxistin dozger
13:07 Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê
12:38 Ji girtiyan pîvana beden xwestin
12:37 Endamên OSO li Efrînê vê carê dest bi revandina welatiyan kir
11:54 Li ser rêya Helepê teqîn: 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 746’an serlêdan kirin
11:44 Alîkar û Midûrê Polîsan di nava kolanê de li dikandarekî xistin
11:39 Di sala 1915'an de gelê Ermenî niha jî gelê Efrînê hembêz kir
10:49 HDP’ê rakirina tabelayên kurdî bir rojeva Meclîsê
10:44 Qirîza aborî li selefxwiran jî xist
10:32 Netanyahu Îran hişyar kir: Biryardariya me test nekin
10:29 Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn
09:52 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat binçavkirin
09:21 Ertan: Rapora CPT pirsan bê bersîv dihêle
09:20 Polat: Li dijî êrîşên topyekûn, pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye
09:19 Yolerî: Biçekkirin neyê rawestandin, dê şerê navxweyî derbikeve
09:18 Hewl didin zarok, pîr û kalan kêfxweş bikin
09:17 Li dijî modeya yektîpî, vegera ser koka xwe
09:16 ‘Bihûşta veşartî’ ya Wanê li benda mêvanê xwe ye
09:14 Her kes bêdeng e, lê Heskîf li ber xwe dide
09:14 Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
09:13 Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye
09:12 Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm
09:11 'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
09:10 Nivîskar Aslan: Dema derdorên îslamî bûn îktîdar hemû nirx ji holê rabûn
09:09 Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
11/04/2018
18:25 Demîrtaş: Ji bo pêvajoya çareseriyê biqedînin dek û dolap çêkirin
15:33 Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin
15:19 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
15:13 Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin
14:53 Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin
14:50 Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin
14:48 Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin
14:43 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran birîn
14:30 Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
14:20 Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin
14:18 Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin
13:51 Cezayek din ê Eren Keskîn erê kirin
13:35 Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e
13:18 'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
13:15 Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin
12:44 Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?
12:27 Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin
12:17 Rektorê Osmangazî îstîfa kir
11:58 Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin
11:39 Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin
11:23 ‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’
11:18 Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
11:12 'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’
10:20 Şer dest pê kir, cerdevan kozik berdan û reviyan
10:18 Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e
09:58 Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
09:57 Qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber mirinê vedikin
09:56 Rojnameger Naîf Yaşar hat binçavkirin
09:43 Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
09:27 Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin
09:26 Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin
09:25 Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
09:23 Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin
09:22 Belgefîlma penaberan kişand: Kabeya Min Mirov e
09:21 Parêzera ‘înfaza’ li Mûgalyê ragihand doz lê vekirin
09:20 Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune
09:20 Rêxistinên elewiyan: Em ê wekî Pîr Sûltan li ber xwe bidin
09:19 Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN