Demîrtaş pişt perdeya bûyera Çewlîkê vegot 2018-04-12 14:05:23 ENQERE - 3'yemîn danşîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di roja 2'emîn de berdewam dike. Demirtaş, bal kişand ser bûyerên 6-8'ê Cotmehê û êrîşa li dijî Mudûrê Polîsan ê Çewlikê û bêdengiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vê rastiyê. Demirtaş, di parastinê de diyar kir ku AKP di hilbijartina 1'ê Mijdarê de soza Xweseriye da. 3'emîn Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, di roja duyemîn de li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya kampusa Sîncanê  berdewam dike. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê anîn Girtîgeha Sincanê. Demîrtaş bi sûcdariya "Avakirin û rêvebirina rêxistina terorê" “propaganda rêxistinê" û “Pesnê sûc û sûcdar kiriye" bi daxwaza 142 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Demîrtaş, di parastina xwe ya îro de dîsa li ser geşedanên di serdema "pêvajoyan çareseriyê" de rû dan û êrîşa li dijî midûriyeta polîsan a Çewlikê rawestiya. Demîrtaş, destnîşan kir ku endamên cemaetê ji bo pêvajoya çareseriyê xera bikin fezleke amade kirine û wiha got: "Di bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên der barê Kobanê û hin bûyerên din bi hikûmetê re hevpar hatgin kirin. Piştî bûyerên 6-8'ê Cotmehê di 9'ê Cotmeha 2014'an de li Çewlikê li dijî Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Ulker êrîş Pek hat û 2 polîs hatin kuştin.    Di serdema ku êrîşên DAIŞ'ê li ser Kobanê zêde dibûn de ji bo beşdarî konferansê bibim li DYA bûm. Li ser daxwaza Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ez vegeriyam Tirkiye. Di 1'ê Cotmeha 2014'an de tevî hevseroka KCD'ê Selma Irmak, em beşdarî civîna ku Cîgirê Serkowezîr Yalçin Akdogan jî di navde bûn. Serokwezîr Davutoglu di wê civînê de got “Der barê me de nerîna ku hikûmeta me piştgiriyê dide DAIŞ'ê pêş ket. Divê em vê yekê rast bikin. Em ji bo hemû alîkariya Kobanê amade ne. Diyar kir ku karwana alîkariyê ya li Qamişlo dikare di ser Tirkiye re derbasî Kobanê bibe. Lê hefteyek derbas bû jî neket nava hewldanek wisa. Ez di 6'ê Comehê de bi Davutoglu re bi telefonê axivîm. Lê gotinên xwe yên berê ji bîr kirin  û got 'We dît hûn nikarin bêyî me gavan bavêjin. Li Rojhilata Navîn bêyî me tu kes nikare gava xwe bavêje. Kurd bêyî me tev bigerin evyek dê bê serê wan' û em bê minet kirin.    Demîrtaş, da zanîn ku di bûyerên der barê Kobanêde di her kêliyê de bi hikûmetê re di nava temasê de bûn û wiha berdewam kir: "Wezîrê Karê Hundir yê wê demê Efkan Ala got 'Hêzen ewlehiyê yên em nikarin wan kontrol bikin hene' Piştî ditin ku nikarin rê li pêş vê yekê bigirin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Li ser vê yekê Ocalan bang kir û li ser banga Ocalan çalakiyên kolanan rawestiyan. Di 9'ê Cotmehê de êrîşa li dijî midûrê polîsan Atalay Ulker pêk hat. Hikûmet bi riya Efkan Ala xwe gîhand me û got “Çalakî ya wan e. Ev biryarek navendî ye? Pêvajo xera kirin?' û xwest em li Qandîlê teyît bikin. Ev yek bi riya siyasetmedarekî re em li Hewlerê ketin temasê û me teyit kir ku eleweya Qandîlê û vê bûyerê bi hev tune ye. Li ser vê yekê Efkan Ala got “Ohh” “Bi şiklê din bûya em nikarîbûn ji nav derketibûna."    WALÎ PKK SÛCDAR KIR   Demîrtaş anî ziman ku li pişt perdê bûyer wisa pêş ket, lê Waliyê Çewlikê Yavuz Selim Koşger  kuştina Cîgirê Midûrê Çewlikê Atif Şahîn û komiser Huseyin Hatipoglu û birîndarkirina Midûrê Çewilkê Atalay Ulker û polîs Ugur Atli xistin stuyê PKK'ê. Walî diyar kir ku 4 PKK’iyên bûyer pêk anîn li ser rêya Çewlîk-Xerpêtê hatin kuştin û bûyer xist situyê wan. Ev bûyer ji bo pêvajoyaçareseriyê provoke bike pêk anîn. Piştî daxuyaniya Walî Koşger Serokwezîr Davutoglu jî derket daxuyanî da û got: “Tola midûrê me yê polîsan û polîsên şehît hat hilanîn 4 PKK’î di derketina Çewlikê de hatin kuştin." Serokomar Tayyip Erdogan jî ev yek şopand. Li aliyê din HDP, KCD û DBP'ê daxuyaniya hevpar dan û xwestin bi her awayî ev bûyer bê lêkolînkirin. Li lêpirsînê de ji 8 kesên têkildarî bûyerê hatin binçakirin derket holê ku tevî Erhan Şenyuva û kesên din bi bû bûyerê tune ye. Dozger jî dîsa di encama leklînê de diyar kir ku tu eleqeya 2 bûyeran bi hev tune ye. Dîsa derket holê ku îdîaya Walî û Serokwezîr bi hev tune ye   ‘BILA KOMAR DEMOKRATÎK BIBE'   Demîrtaş, di berdewama parastina xwe de wiha got: "Xwestin Dewleta Komara Tirkiye li ser hişmendiya Neteweya yekperestî, yek nasname û yek baweriyê ava bikin. Lê ev yek nehat qebûl kirin. Nekarîbûn vê yekê pêk bînin û ev feraset bi ser neket. Kurdan û nasnameyên din jî ev yek qebûl nekir. Em jî dibêjin sed sal di ser netew dewletê re derbas bû û pêwistî bi fortama komara demokratîk heye. Dive Komar demokratîk bibe. Divê milê demokratîkbûnê bêtir xurt bibe. Em jî perçeyekî vê komarê ne. Ev der welatê me ye jî. Em ji cihekî din nehatin li vir bi cih nebûn. Em wekî penaber jî nehatin vir. Em ne kurd û tirkên ku koçî Almanya bûne. Tirkê ku li Almanya dibêje 'Ez perwerdehiya tirkî dixwazim' jî mafê wî heye. Lê em li welatê xwe dijîn. Tevî vê yekê mafê me yê zimanê me yê zikmakî tune ye.'    SOZA AKP'Ê YA XWESERIYÊ   Ez ji beyannameya hilbijartina giştî ya 1'ê Mijdarê ya AKP'ê dixwînim: Di taahhuda AKP'ê ya hilbijartinê de dibêje bi şertê Rêveberiya Herêmî ya Ewropa  têkiliya rêveberiya navendî û têkiliya rêveberiya heremî dê ji nûve bê sazkirin. Rêveberiyên navendî û herêmî dê hev temam bikin. Di nava rêveberiya navendî û herêmî de dê hevkariyek hevpar û tenduristî û koordinasyon esas bê girtin. Em di vê baweriyê dene ku hemû xizmetên rêveberiyên herêmî berbirsiyariya wan a esasî rêveberiya herêmî ye. Navendên çandê dê bi rêveberiyên herêmî ve bên girêdan. Spor dê bi rêveberiyên herêmî ve bên girêdan. Hilberin û hatina cewherî ya rêveberiyên herêmî dê zede bibin. Ji bo rêveberiyên herêmî bêtir bi hêz bibin divê zagon bên rastkirin û nûkirin. Di milê tenduristî, perwerdehî, çand, turîzma civaki û xizmetên gundan, çandinî, sewalkarî û ragihandinê de dê erka rêveberiya herêmî bê zêdekirin. Ev jî soza AKP'ê ya xweseriyê ye."