Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike

  • rojane
  • 10:42 3 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Herêma Kurdistana Federe Luqman Werdî ku êrişên li ser Bradost û Balekayetî di cih de lêkolîn kirin, bi lêv kir ku divê Iraq û Hikumeta Herêmê ji bo êrişên dewleta tirk rawestînin gavan biavêjin. 
 
Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Herêma Kurdistana Federe Luqman Werdî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.
 
Luqman Werdî diyar kir ku ji ber êrişên berdewam ên dewleta tirk rez û baxçeyên gundan timî li ber metirsiyê ne, lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî destdirêjiya dewleta tirk û Komara Îslamî ya Îranê bêdeng in û got: “Tenê welatiyên sivîl jê zirarê dibînin.”
 
‘DIVÊ TIRKIYE BI GUFTÛGOYÊ MAFÊ GELÊ KURD NAS BIKE’
 
Luqman Werdî têkildarî serdana Lîjneya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li herêmên Biradost û Balekayetî jî ev tişt gotin: “Di serdanê de ji bo me derkete holê ku ji ber bombebaranên Tirkiyeyê û Îranê welatiyan gelek zirar dîtine. Lê, heta niha sînorek ji bo destdirêjiyan diyar nekiriye. Ji bo welatiyan tu tazmînat nehatiye dayîn. Wê dewleta tirk bi wêrankirina gundan û topbaranan nekare pirsgirêka gelê kurd çareser bike ku li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê xebata gelê kurd roj bi roj pêş dikeve. Lewma divê Tirkiye bi riya danûstandin û guftûgoyê mafên gelê kurd nas bike. Bi vê yekê dikare li welatê xwe aramiyê pêk bîne.”
 
‘ME RAPORA XWE PÊŞKEŞÎ PARLAMENTOYÊ KIR’
 
Parlamenter Luqman Werdî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zirar û ziyana herêmê ya ji ber topbaran û êrişên dewleta tirk nayê hejmartin. Ji ber ku gelek zêde ye. Parastina welatiyan erka hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, lê heta niha li ser gavek cidî neavêtiye. Dema ku me serdana Balekayetî û Biradost kir, me rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir. Em niha di nava hewldanê de ne ku li ser êrişên Tirkiyeyê rûniştinek taybet li dar bixin. Ji ber ku ev binpêkirina serweriya Iraq û herêmê ye. Binpêkirina danezana gerdûnî ya mafên mirovan e.”
 
‘DAYINA DAXUYANIYAN NE BES E’
 
Werdî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têkildarî êrişan dayîna daxuyaniyan ji bo rawestandina êrişan nebes e. Erka hikûmeta Iraqê ye sînorekê ji bo topbaranan diyar bike. Ji ber ku xaka Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.”

Sernavên din

11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:37 Li Dêrsimê tora fihûşê: Nav bi nav eşkere kir
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Rojnameya Ozgur Ulkeyê tê lidarxistin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe