Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike 2022-12-03 10:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Herêma Kurdistana Federe Luqman Werdî ku êrişên li ser Bradost û Balekayetî di cih de lêkolîn kirin, bi lêv kir ku divê Iraq û Hikumeta Herêmê ji bo êrişên dewleta tirk rawestînin gavan biavêjin.    Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Herêma Kurdistana Federe Luqman Werdî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.   Luqman Werdî diyar kir ku ji ber êrişên berdewam ên dewleta tirk rez û baxçeyên gundan timî li ber metirsiyê ne, lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî destdirêjiya dewleta tirk û Komara Îslamî ya Îranê bêdeng in û got: “Tenê welatiyên sivîl jê zirarê dibînin.”   ‘DIVÊ TIRKIYE BI GUFTÛGOYÊ MAFÊ GELÊ KURD NAS BIKE’   Luqman Werdî têkildarî serdana Lîjneya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li herêmên Biradost û Balekayetî jî ev tişt gotin: “Di serdanê de ji bo me derkete holê ku ji ber bombebaranên Tirkiyeyê û Îranê welatiyan gelek zirar dîtine. Lê, heta niha sînorek ji bo destdirêjiyan diyar nekiriye. Ji bo welatiyan tu tazmînat nehatiye dayîn. Wê dewleta tirk bi wêrankirina gundan û topbaranan nekare pirsgirêka gelê kurd çareser bike ku li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê xebata gelê kurd roj bi roj pêş dikeve. Lewma divê Tirkiye bi riya danûstandin û guftûgoyê mafên gelê kurd nas bike. Bi vê yekê dikare li welatê xwe aramiyê pêk bîne.”   ‘ME RAPORA XWE PÊŞKEŞÎ PARLAMENTOYÊ KIR’   Parlamenter Luqman Werdî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zirar û ziyana herêmê ya ji ber topbaran û êrişên dewleta tirk nayê hejmartin. Ji ber ku gelek zêde ye. Parastina welatiyan erka hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, lê heta niha li ser gavek cidî neavêtiye. Dema ku me serdana Balekayetî û Biradost kir, me rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir. Em niha di nava hewldanê de ne ku li ser êrişên Tirkiyeyê rûniştinek taybet li dar bixin. Ji ber ku ev binpêkirina serweriya Iraq û herêmê ye. Binpêkirina danezana gerdûnî ya mafên mirovan e.”   ‘DAYINA DAXUYANIYAN NE BES E’   Werdî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têkildarî êrişan dayîna daxuyaniyan ji bo rawestandina êrişan nebes e. Erka hikûmeta Iraqê ye sînorekê ji bo topbaranan diyar bike. Ji ber ku xaka Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.”