Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive

  • rojane
  • 09:53 2 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê ji bo nîqaşkirin û diyarkirina stratejiya hilbijartinan li navçeya Silopiyayê dicive.
 
Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di sala 2021'an de li Enqereyê bi beşdariya 350'î delegeyan û mêvanên ji derve konferansa xwe ya bi dirûşmeya, "Em ê rejîma qeyûman hilweşînin û Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ava bikin" li dar xisti bû. Rêveberiyên Herêmî ji bo nirxandina pêvajoya salekî û nirxandina nexşerêya hilbijartinê wê li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê bi tevlibûna 250'î hilbijartiyan pêk tê 3'ê kanûnê civîna serdema navber li dar bixin. Civîna ku ji 2 rûniştinan pêk tê wê roja ewil hilbijêrên jin bicivin û di roja 2'an de jî wê polîtîkayên qeyûman, xebatên şaredariyan û kêmasiyên hevşaredaran bên nirxandin. Der barê civîna ku tê li dar xistin de hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ku malovaniya civînê dikin, axivîn. 
 
'JI BOTANÊ HETA EDENEYÊ TEVLIBÛN DÊ ÇÊ BIBE'
 
Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku ev civîn ji bo hilbijartinên ku di pêşiya me de tên li dar xistin gaveke girîng e û wiha axivî: "Di 3-4'ê kanûnê de wê civîna me bê lidarxistin. Di sala 2019'an de hilbijartinên rêveberiyên xwecihî çêbûn, rêveberiyên xwecihî salê carekê konferansê û salê carekê jî civînên xwe yên serdema navber li dar dixîne. Piştî konferansa me li dar xistî wê ev civîn bê lidarxistin. Ji 65 şaredariyên HDP'ê 6 şaredarî mane yê ku nehatine desteserkirin. Lê belê gel jî diyar kiribû ku yê ku bûne namzetê rêveberiyên xwe cihî de cihê xwe digire wê 5 salan karê xwe bidomîne. Şaredariyên me yên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin jî hevşaredarên me di nav xebatên de ne. Şaredariyên me yên ku mayin li ser peyvir jî kar û xebatên xwe didomînin. Armanca vê civînê jî nirxandina xebatên ku salekê hatine meşandin û encamnameya ku ji konferansê derketî bê nirxandin. Dê di civînê de xebatên ku nehatine kirin encamên wan bê nîqaşkirin. Ji bo sala pêşiya me jî dê bername bê derxistin. Hemû hevşaredar wê tev li bibin. Hevberdevkên şaredariyan tev li dibin. Berdevkên komiteya navendî Halîde Turkoglu û Mehmet Ruştu Tiryakî tev li dibin. Dê roja ewil civîna jinan bê lidarxistin. Nirxandinên qada jinan bên nirxandin. Ji Botanê bigirin heta Edeneyê wê tevlibûn çêbibe. Dema em hatin hilbijartin em ne 5 salan tenê rojekê jî bimînin em ê karê xwe berdewam dikin. Ji ber ku em vîna gel in. Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Em qeyûman nas nakin, gelê me jî nas nake. Ew şaredariyên me yên ku hatine desteserkirin jî polîtîkayên wan her carê tên teşhirkirin. Hevşaredarên me arşîvên xwe û xebatên xwe berhev kirine. Di civînê de ev polîtîkayên qeyûman jî wê bên nirxandin. Xebatên ku hatine kirin arşîvkirina wê girînge. Di pêşerojê de hevalên me yên ku di vê peywirê de cih digire ji bo wan jî arşîveke baş e û em ji niha ve xebatên wê dikin." 
 
STRATEJIYA HILBIJARTINÊ 
 
Hevşaredar Suleyman Şavluk jî anî ziman ku ew ê di vê civînê de stratejiya hilbijartinan aşkere bikin û got: "Weke ku tê zanîn em ê di 3 û 4'ê kanûnê de bi tevlibûna hemû hevşaredaran, hevberdevkên meclîsa şaredariyan û hevberdevkên meclîsa giştî civîneke serdema navber li dar bixin. Di vê çarçoveyê de wê nirxandina 5 salan û nirxandinên xurt ên têkildarî hilbijartinên ku di pêşiya me de werin kirin dê bên kirin. Em civînê li ser stratejiyeke hilbijartina di pêşiya me de  pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev civîn dê pir xurt be. Em ê bi xurtî têkevin vê civînê û em di wê baweriyê de ne ku bi ragihandina stratejiya xwe ya hilbijartinê bi rêveberiya xwe ya herêmî re, em ê xurt dest pê bikin. Hema bêje li hemû şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. 6 şaredariyên me yên mayî ew qas baş xebitîn ku me qeyûmên diz, hişmendiya wan a faşîzan pûç kirin. Em ê bi gelê xwe re di hilbijartinên pêşiya me  de bersiveke xurt bidin qeyûman. Em ê bi vê civînê careke din dizî û faşîzma qeyûman derxînin holê."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket