Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir

  • rojane
  • 12:59 29 Îlon 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Du cerdevanên ku Mûsa Çelîk ê ku bi şivaniyê debara xwe dikir kuştibin hatin beratkirin û kujerek jî bi cezayek pir hindik hat xelatkirin. Kujeran got “em dewletparêzin” û spasiya dadgehê kirin. 
 
Di 21’ê mijdara 2021’ê de li gundê Mesken ê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve şivanê bi navê Mûsa Çelîk ji aliyê sercerdevan Şukru (Şîrîn) Akçay û birayê wî Veysî û Mahsûm Akçay ve hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Çelîk derbarê van cerdevanan de doz hatibû vekirin. Danişîna çaremîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê hat lidarxistin. Her sê bersûcên girtî di danişînê de amade bûn. Parêzerên OHD, ÎHD û parêzerên bersûcan danişîn şopandin. Her wiha malbatên her du aliyan jî beşdarî danişînê bûn. 
 
Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Şukru Akçay ji sûcê “kuştina bi qestî” bê cezakirin. Her wiha hat xwestin ku ji ber Akçay “wezîfedarê dewletê ye” cezayê wî bê zêdekirin û cînayetê bi îdiaya “kuştinê di bin tahrîka neheq de kiriye” cezayê wî bê kêmkirin. Dozger xwest Veysi Akçay jî ji sûcê “gefa biwesf” bê cezakirin û derbarê Mahsum Akçay de jî beraetê xwest. 
 
XWESTIN ÇELÎK DI BIN NAVÊ ‘TERORÊ’ DE TAWANBAR BIKIN 
 
Şukru Akçay li dijî mutalayê parastina xwe kir û got: “Ez li gund keya û sercerdevan im. Ez ne karasaz im. Mûsa Çelîk ne li cem min xebitî ye.” Akçay di parastina xwe ya berê de jî gotibû, “me wî ji bo dewletê kuşt.” Her wiha Akçay îdiaya “terorîst e” ji bo Çelîk kiribû. Pişt re Veysî Akçay jî îdia kir ku wî ne bi îdiaya kuştinê gule li Mûsa Çelîk barandiye û îdia kir ku bi armanca parastina malbata xwe gulebaran kiriye.
 
Mahsum Akçay jî îdia kir ku ew mexdûr e û beraeta xwe xwest. 
 
‘DIXWAZIN CÎNAYETÊ BIKIŞÎNIN ZEMÎNA TERORÊ’ 
 
Kekê Mûsa Çelîk, Mahsûm Çelîk jî diyar kir ku ew daxistina cezayê “tahrîka neheq” a di mutalayê de qebûl nakin û got: “Dixwazin cînayetê bikişînin ser zemînek rewa. Lewma jî parastina terorê dikin. Heke ne wan birayê min kuştibe lê gelo kî kuştiye. Mafê jiyanê yê birayê min ê 27 salî ji destê wî girtin. Ez dixwazim kujer bên cezakirin.” 
 
'SEDEM PERGALA CERDEVANIYÊ YE’ 
 
Parêzerên malbata Çelîk jî axivîn û destnîşan kirin ku sedemê vê kuştinê pergala cerdevantiyê ye û ew ne alîgirên mutalayê ne û dixwazin biryarek adilane bê dayîn. Parêzeran got berevajî kêmkirina ceza divê cezayê ku heq dike ji bo kujer bê dayîn. 
 
BIRYAR HAT EŞKEREKIRIN 
 
Parêzerên kujeran jî îdia kirin ku Çelîk, “endamê rêxistinê ye” û xwestin miwekîlên wan bên beraetkirin. 
 
Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “di bin tahrîka neheq de kuştina bi qestî” 12 sal û 6 meh ceza li Şukru Akçay birî û biryara berdewama girtina wî hat dayîn. Heyeta dadgehê tevî ku kujer Veysî Akçay diyar kir ku wî derdorê gulebaran kiriye jî ji sûcê “di bin tahrîka neheq de gefa bi sîlehê” salek û 8 meh ceza lê birî û biryara tehliyekirina wî da. Heyetê derbarê Mahsum Akçay de jî biryara beraetê da. 
 
KUJERAN SPASIYA DADGEHÊ KIRIN  
 
Piştî biryara dadgehê, sercerdevan Şukru Akçay ji heyeta dadgehê re got, “ez spasiya we dikim serokê min. Bila zilamên mîna we yên dewletê hebin. Em dewletparêz in.” Kêliya ku bersûc ji eywana danişînê hatin derxistin, îşareta MHP’ê kirin û gotin, “em neviyê osmaniyan in, em dewletparêz in û bila terorîst bimirin.” 
 
'CEZA WEK XELATKIRINÊ YE’ 
 
Parêzeran biryara dadgehê nirxand û destnîşan kirin ku cezayê li kujeran hatiye birîn wek xelatkirinê ye û ew ê dozê bibin dadgeha îstînafê. 
 

Sernavên din

20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin