Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir 2022-09-29 12:59:16 MÊRDÎN - Du cerdevanên ku Mûsa Çelîk ê ku bi şivaniyê debara xwe dikir kuştibin hatin beratkirin û kujerek jî bi cezayek pir hindik hat xelatkirin. Kujeran got “em dewletparêzin” û spasiya dadgehê kirin.    Di 21’ê mijdara 2021’ê de li gundê Mesken ê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve şivanê bi navê Mûsa Çelîk ji aliyê sercerdevan Şukru (Şîrîn) Akçay û birayê wî Veysî û Mahsûm Akçay ve hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Çelîk derbarê van cerdevanan de doz hatibû vekirin. Danişîna çaremîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê hat lidarxistin. Her sê bersûcên girtî di danişînê de amade bûn. Parêzerên OHD, ÎHD û parêzerên bersûcan danişîn şopandin. Her wiha malbatên her du aliyan jî beşdarî danişînê bûn.    Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Şukru Akçay ji sûcê “kuştina bi qestî” bê cezakirin. Her wiha hat xwestin ku ji ber Akçay “wezîfedarê dewletê ye” cezayê wî bê zêdekirin û cînayetê bi îdiaya “kuştinê di bin tahrîka neheq de kiriye” cezayê wî bê kêmkirin. Dozger xwest Veysi Akçay jî ji sûcê “gefa biwesf” bê cezakirin û derbarê Mahsum Akçay de jî beraetê xwest.    XWESTIN ÇELÎK DI BIN NAVÊ ‘TERORÊ’ DE TAWANBAR BIKIN    Şukru Akçay li dijî mutalayê parastina xwe kir û got: “Ez li gund keya û sercerdevan im. Ez ne karasaz im. Mûsa Çelîk ne li cem min xebitî ye.” Akçay di parastina xwe ya berê de jî gotibû, “me wî ji bo dewletê kuşt.” Her wiha Akçay îdiaya “terorîst e” ji bo Çelîk kiribû. Pişt re Veysî Akçay jî îdia kir ku wî ne bi îdiaya kuştinê gule li Mûsa Çelîk barandiye û îdia kir ku bi armanca parastina malbata xwe gulebaran kiriye.   Mahsum Akçay jî îdia kir ku ew mexdûr e û beraeta xwe xwest.    ‘DIXWAZIN CÎNAYETÊ BIKIŞÎNIN ZEMÎNA TERORÊ’    Kekê Mûsa Çelîk, Mahsûm Çelîk jî diyar kir ku ew daxistina cezayê “tahrîka neheq” a di mutalayê de qebûl nakin û got: “Dixwazin cînayetê bikişînin ser zemînek rewa. Lewma jî parastina terorê dikin. Heke ne wan birayê min kuştibe lê gelo kî kuştiye. Mafê jiyanê yê birayê min ê 27 salî ji destê wî girtin. Ez dixwazim kujer bên cezakirin.”    'SEDEM PERGALA CERDEVANIYÊ YE’    Parêzerên malbata Çelîk jî axivîn û destnîşan kirin ku sedemê vê kuştinê pergala cerdevantiyê ye û ew ne alîgirên mutalayê ne û dixwazin biryarek adilane bê dayîn. Parêzeran got berevajî kêmkirina ceza divê cezayê ku heq dike ji bo kujer bê dayîn.    BIRYAR HAT EŞKEREKIRIN    Parêzerên kujeran jî îdia kirin ku Çelîk, “endamê rêxistinê ye” û xwestin miwekîlên wan bên beraetkirin.    Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “di bin tahrîka neheq de kuştina bi qestî” 12 sal û 6 meh ceza li Şukru Akçay birî û biryara berdewama girtina wî hat dayîn. Heyeta dadgehê tevî ku kujer Veysî Akçay diyar kir ku wî derdorê gulebaran kiriye jî ji sûcê “di bin tahrîka neheq de gefa bi sîlehê” salek û 8 meh ceza lê birî û biryara tehliyekirina wî da. Heyetê derbarê Mahsum Akçay de jî biryara beraetê da.    KUJERAN SPASIYA DADGEHÊ KIRIN     Piştî biryara dadgehê, sercerdevan Şukru Akçay ji heyeta dadgehê re got, “ez spasiya we dikim serokê min. Bila zilamên mîna we yên dewletê hebin. Em dewletparêz in.” Kêliya ku bersûc ji eywana danişînê hatin derxistin, îşareta MHP’ê kirin û gotin, “em neviyê osmaniyan in, em dewletparêz in û bila terorîst bimirin.”    'CEZA WEK XELATKIRINÊ YE’    Parêzeran biryara dadgehê nirxand û destnîşan kirin ku cezayê li kujeran hatiye birîn wek xelatkirinê ye û ew ê dozê bibin dadgeha îstînafê.