40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!

  • rojane
  • 17:02 15 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Derket holê ku 40 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin, li ser 3 îxbarên bêgingeh hatine binçavkirin. Di îxbaran de dihat îdiakirin ku li malên ciwanan teqemenî û molotof hene lê di lêgerînên malan de derket holê ku ev îdia derew in. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê jî di nav de, di 13’ê tebaxê de li Amedê 40 ciwan hatin binçavkirin. Derket holê ku ev ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin. Îxbarên bêbingeh di 12’ê tebaxê saet di 00.30’an de hatine kirin û di îxbaran de navên ciwanên binçavkirî tê dayîn û tê îdiakirin ku bi wesîleya 44’emîn salvegera çalakiya çekdarî ya yekemîn a PKK’ê li Amedê çalakiyan li dar bixin û di malên xwe de bombeyan amade dikin. Lê belê di lêgerînan de ti teqemenî nehatin bidestxistin. Hat zanîn ku ev îxbar li ser 112’ê hatine kirin.
 
ÎXBAR: DÊ BAJÊR TEVLIHEV BIKIN
 
Yek ji îxbaran di girtekan de wiha hatiye nivîsandin: “Kekê ez ê îxbarekî bikim. Ciwanên PKK’î plan kirine ku di 15’ê Tebaxê de her devera bajar serûbin bikin û bişewitînin. Dê çalakiyan bikin. Dibe ku bombeyan biavêjin. Li malên wan her tişt heye. Bila agahiyên min veşarî bimînin. Nexweş ev dê min jî bikujin. Dê Nûrallah Ozgun, Fermander Kardeş, Umît Akbiyik, Alî Şeker, Vedat Sacan, Abdulbahrî Mavlay, Berdan Çelîk, Berfîn Sakli, Dîlan Kartal û Mûstafa Ekîcî van çalakiyan bikin. Pêşî li van kesan bigirin.”
 
ÎXBARA ‘MOLOTOFÊ’ DEREW DERKET
 
Di îxbara duyemîn de jî tê îdiakirin ku ciwan dê Amedê tevlihev bikin, dê “molotofan” biavêjin wesayîtan û ev teqemenî jî li malên ciwanên hatine îxbarkirinin. Di navbera vê îxbarê û ya ewil de tenê 8 deqe hene. Di îxbara duyemîn de wiha tê gotin: “Şev baş kekê. Mirovên ku dixwazin Amedê tevlihev bikin hene. Ev, alîgirên PKK’ê ne. Dê di 15’ê Tebaxê de wesayîtan bişewitînin û molotofan biavêjin. Dibe ku alavên amade dikin li malên wan bin. Bila dewleta me derfetê nede van kesan. Erhan Sakar, Tacettîn Araz, Mazlum Kardaş, Mahîr Firat Fîdan, Muhsîn Acar, Kadîr Bayram, Mehmet Şîrîn Yayman û Serhat Ataş li dijî dewletê ne.”
 
DI NAVA ÇENDEK DEQEYAN DE SÊ ÎXBAR HATIN KIRIN
 
Hûrgiliyên îxbara sêyemîn nehatin bidestxistin. Lê her sê îxbar jî di navbera çendek deqeyan de hatine kirin. Di encama van îxbaran de gelek ciwan hatin girtin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin. Heta niha jî îfadeyên wan nehatine girtin. Navên çendek ciwanên li ser îxbaran hatine binçavkirin wiha ne: “Nûrûllah Ozgun, Fermandar Kardeş, Umît Akbiyik, Alî Şeker, Vedat Saçan, Abdulbahrî Mavlay, Berdan Çelîk, Berfîn Sakli, Dîlan Kartal, Mûstafa Ekîcî, Erhan Sakar, Tacettîn Araz, Mazlum Kardaş, Mahîr Firat Fîdan, Muhsîn Acar, Kadîr Bayram, Mehmet Şîrîn Yayman û Serhat Ataş.”
 

Sernavên din

17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaşkirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin