40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin! 2022-08-15 17:02:08 AMED - Derket holê ku 40 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin, li ser 3 îxbarên bêgingeh hatine binçavkirin. Di îxbaran de dihat îdiakirin ku li malên ciwanan teqemenî û molotof hene lê di lêgerînên malan de derket holê ku ev îdia derew in.    Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê jî di nav de, di 13’ê tebaxê de li Amedê 40 ciwan hatin binçavkirin. Derket holê ku ev ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin. Îxbarên bêbingeh di 12’ê tebaxê saet di 00.30’an de hatine kirin û di îxbaran de navên ciwanên binçavkirî tê dayîn û tê îdiakirin ku bi wesîleya 44’emîn salvegera çalakiya çekdarî ya yekemîn a PKK’ê li Amedê çalakiyan li dar bixin û di malên xwe de bombeyan amade dikin. Lê belê di lêgerînan de ti teqemenî nehatin bidestxistin. Hat zanîn ku ev îxbar li ser 112’ê hatine kirin.   ÎXBAR: DÊ BAJÊR TEVLIHEV BIKIN   Yek ji îxbaran di girtekan de wiha hatiye nivîsandin: “Kekê ez ê îxbarekî bikim. Ciwanên PKK’î plan kirine ku di 15’ê Tebaxê de her devera bajar serûbin bikin û bişewitînin. Dê çalakiyan bikin. Dibe ku bombeyan biavêjin. Li malên wan her tişt heye. Bila agahiyên min veşarî bimînin. Nexweş ev dê min jî bikujin. Dê Nûrallah Ozgun, Fermander Kardeş, Umît Akbiyik, Alî Şeker, Vedat Sacan, Abdulbahrî Mavlay, Berdan Çelîk, Berfîn Sakli, Dîlan Kartal û Mûstafa Ekîcî van çalakiyan bikin. Pêşî li van kesan bigirin.”   ÎXBARA ‘MOLOTOFÊ’ DEREW DERKET   Di îxbara duyemîn de jî tê îdiakirin ku ciwan dê Amedê tevlihev bikin, dê “molotofan” biavêjin wesayîtan û ev teqemenî jî li malên ciwanên hatine îxbarkirinin. Di navbera vê îxbarê û ya ewil de tenê 8 deqe hene. Di îxbara duyemîn de wiha tê gotin: “Şev baş kekê. Mirovên ku dixwazin Amedê tevlihev bikin hene. Ev, alîgirên PKK’ê ne. Dê di 15’ê Tebaxê de wesayîtan bişewitînin û molotofan biavêjin. Dibe ku alavên amade dikin li malên wan bin. Bila dewleta me derfetê nede van kesan. Erhan Sakar, Tacettîn Araz, Mazlum Kardaş, Mahîr Firat Fîdan, Muhsîn Acar, Kadîr Bayram, Mehmet Şîrîn Yayman û Serhat Ataş li dijî dewletê ne.”   DI NAVA ÇENDEK DEQEYAN DE SÊ ÎXBAR HATIN KIRIN   Hûrgiliyên îxbara sêyemîn nehatin bidestxistin. Lê her sê îxbar jî di navbera çendek deqeyan de hatine kirin. Di encama van îxbaran de gelek ciwan hatin girtin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin. Heta niha jî îfadeyên wan nehatine girtin. Navên çendek ciwanên li ser îxbaran hatine binçavkirin wiha ne: “Nûrûllah Ozgun, Fermandar Kardeş, Umît Akbiyik, Alî Şeker, Vedat Saçan, Abdulbahrî Mavlay, Berdan Çelîk, Berfîn Sakli, Dîlan Kartal, Mûstafa Ekîcî, Erhan Sakar, Tacettîn Araz, Mazlum Kardaş, Mahîr Firat Fîdan, Muhsîn Acar, Kadîr Bayram, Mehmet Şîrîn Yayman û Serhat Ataş.”