Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne

  • rojane
  • 15:55 19 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ku Nobeta xwe ya Edaletê didomînin wiha gotin: “Bila hemû cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin kul i Amed, Stenbol û Îzmîrê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomînin, xwestin girtî demildest bên berdan. 
 
AMED 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 185’emîn de li pêş Edliyeya Amedê berdewam kir. MED TUHAD-FED, TUAY-DER’a Amedê, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, endam û rêveberên HDP’ê piştgirî da çalakiya malbatan. 
 
‘LI TIRKIYEYÊ EDALET NÎNE’
 
Yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada, diyar kir ku 7 meh in di nobetê de ye û pirsa “Serokkomar 7 meh in qet dengê me nebihîst?” kir. Ada, xwest ku girtiyên nexweş bên dermankirin û wiha got: “Êdî em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Ka li ku ye edalet û hiqûq? Em ji bo Edalet, hiqûq û aştiyê di nobetê de ne. Em çûn Enqereyê. Em li saziyên sivîl ên li vir geriyan. Lê tu geşedan nînin. Bila hemû cîhan bibîhize ku li Tirkiyeyê edalet nîne. Serokkomar dengê me nabihîze. Lê zarokên me ne bêxwedî ne. Em li cem zarokên xwe ne. Heta ku dilopeke xwînê bimîne di canê me de em ê têkoşîna zarokên xwe mezin bikin. Em ê vê zext û zilmê qet qebûl nekin.”
 
‘EM Ê BI ISRAR BIDOMÎNIN’
 
Yek ji malbatên girtiyan Herdem Merwanî jî destnîşan kir ku Nobeta Edaletê wê bi israr bidomînin û got: “Hemû nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û siyasetmedar qala demokrasî û aştiyê dikin lê dema mijar girtîgeh bin her kes bêdeng dimîne. Gotinên we ji me re samîmî nayên. 7 meh in dengê me nayê bihîstin. Li hin deran di 7 mehan de dewlet tên avakirin lê deng nedan me.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Malbatên girtiyan ku di hefteya 9’emîn de li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gelhev, careke din daxwazên xwe yên edaletê dubare kirin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA) û gelek kes tev li çalakiya malbatên girtiyan bûn. 
 
 
Malbatên ku bertek nîşanî polîsên hewl dan bi hêceta biryara qedexe ya Qeymeqamtiya Kagitxaneyê nobetê asteng bikin dan, li pêş edliyeyê çalakiya rûniştinê kir. 
 
Malbatên girtiyan, piştî çalakiyê heta rawestgeha metrobûsê meşiyan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin. Polîsan malbatên girtiyan heta rawestgeha metrobusê şopand. 
 
ÎZMÎR
 
Malbatên girtiyan ên hatin ber deriyê C yê Edliyeya Îzmîrê onlukên “Deng bidin zindanan” , “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ser dinivîsandin li xwe kirin. Malbatên girtiyan, di Nobeta Edaletê de ji bo Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de li Îzmîrê hate qetilkirin edalet xwest. 
 
 
Malbatên girtiyan ên li pêş avahiya Edliyeyê ewilî çalakiya rûniştinê pêk anîn pişt re daxuyanî dan. Li ser navê malbatan dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz axivî. Poyraz, bi lêv kir ku ji bo keça xwe Denîz îro li pêş edliyeyê edaletê dixwazin û wiha got: “Keça min a bê parastin bi îşkenceyê hate qetilkirin. Îşkenceya hate kirin li tu mirovan nayê kirin. Di encama hişmendiya faşîst û nijadperest de keça min hate qetilkirin. Em naxwazin canê tu dayikan biêşe. Çawa ku kesên keça min qetilkirin tên darizandin, kesên li jêr disekinin û xwedî li wan derkevin jî dê werin darizandin. Heta ku sax bim ez ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînim. Em hemû xwediyên vê axê ne. Em mirinê naxwazin. Em aştî û biratiyê dixwazin.”
 
Poyraz, bal kişand ser girtiyên nexweş ên nayên berdan û bi lêv kir ku naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û anî ziman ku divê demildest girtiyên nexweş bên dermankirin.
 

Sernavên din

11:53 Di serdegirtinên li Stenbolê de 11 jin hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne