Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne 2022-05-19 15:55:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ku Nobeta xwe ya Edaletê didomînin wiha gotin: “Bila hemû cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin kul i Amed, Stenbol û Îzmîrê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomînin, xwestin girtî demildest bên berdan.    AMED    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 185’emîn de li pêş Edliyeya Amedê berdewam kir. MED TUHAD-FED, TUAY-DER’a Amedê, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, endam û rêveberên HDP’ê piştgirî da çalakiya malbatan.    ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET NÎNE’   Yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada, diyar kir ku 7 meh in di nobetê de ye û pirsa “Serokkomar 7 meh in qet dengê me nebihîst?” kir. Ada, xwest ku girtiyên nexweş bên dermankirin û wiha got: “Êdî em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Ka li ku ye edalet û hiqûq? Em ji bo Edalet, hiqûq û aştiyê di nobetê de ne. Em çûn Enqereyê. Em li saziyên sivîl ên li vir geriyan. Lê tu geşedan nînin. Bila hemû cîhan bibîhize ku li Tirkiyeyê edalet nîne. Serokkomar dengê me nabihîze. Lê zarokên me ne bêxwedî ne. Em li cem zarokên xwe ne. Heta ku dilopeke xwînê bimîne di canê me de em ê têkoşîna zarokên xwe mezin bikin. Em ê vê zext û zilmê qet qebûl nekin.”   ‘EM Ê BI ISRAR BIDOMÎNIN’   Yek ji malbatên girtiyan Herdem Merwanî jî destnîşan kir ku Nobeta Edaletê wê bi israr bidomînin û got: “Hemû nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û siyasetmedar qala demokrasî û aştiyê dikin lê dema mijar girtîgeh bin her kes bêdeng dimîne. Gotinên we ji me re samîmî nayên. 7 meh in dengê me nayê bihîstin. Li hin deran di 7 mehan de dewlet tên avakirin lê deng nedan me.”   Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.    STENBOL    Malbatên girtiyan ku di hefteya 9’emîn de li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gelhev, careke din daxwazên xwe yên edaletê dubare kirin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA) û gelek kes tev li çalakiya malbatên girtiyan bûn.      Malbatên ku bertek nîşanî polîsên hewl dan bi hêceta biryara qedexe ya Qeymeqamtiya Kagitxaneyê nobetê asteng bikin dan, li pêş edliyeyê çalakiya rûniştinê kir.    Malbatên girtiyan, piştî çalakiyê heta rawestgeha metrobûsê meşiyan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin. Polîsan malbatên girtiyan heta rawestgeha metrobusê şopand.    ÎZMÎR   Malbatên girtiyan ên hatin ber deriyê C yê Edliyeya Îzmîrê onlukên “Deng bidin zindanan” , “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ser dinivîsandin li xwe kirin. Malbatên girtiyan, di Nobeta Edaletê de ji bo Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de li Îzmîrê hate qetilkirin edalet xwest.      Malbatên girtiyan ên li pêş avahiya Edliyeyê ewilî çalakiya rûniştinê pêk anîn pişt re daxuyanî dan. Li ser navê malbatan dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz axivî. Poyraz, bi lêv kir ku ji bo keça xwe Denîz îro li pêş edliyeyê edaletê dixwazin û wiha got: “Keça min a bê parastin bi îşkenceyê hate qetilkirin. Îşkenceya hate kirin li tu mirovan nayê kirin. Di encama hişmendiya faşîst û nijadperest de keça min hate qetilkirin. Em naxwazin canê tu dayikan biêşe. Çawa ku kesên keça min qetilkirin tên darizandin, kesên li jêr disekinin û xwedî li wan derkevin jî dê werin darizandin. Heta ku sax bim ez ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînim. Em hemû xwediyên vê axê ne. Em mirinê naxwazin. Em aştî û biratiyê dixwazin.”   Poyraz, bal kişand ser girtiyên nexweş ên nayên berdan û bi lêv kir ku naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û anî ziman ku divê demildest girtiyên nexweş bên dermankirin.