Pisporê ÎSG'ê: Heta niha 800 karkerên balafirgehê mirin

  • rojane
  • 09:11 21 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Karkerê balafirgeha 3'yemîn a Stenbolê C.O., diyar kir ku piştî her mirina karkerekî, pisporê ÎSG'ê bi wan re civîn dikir û digot got "Ez neçarim bêjim. Heta niha 800 karkerên balafirgehê di kar de jiyana xwe ji dest dane." 

Balafirgeha 3'yemîn ya di sala 2015'an de înşaeta wê dest pê kir, ji ber ku texrîbatek mezin li ser xwezayê çêkir û mirinên karkeran zêde bûn, qet ji rojevê neket. Hat îdiakirin ku roja ku înşaetê dest pê kiriye heta niha, 800 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Lê Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê da zanîn ku heta niha 27 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Karker C.O. 8 meh e di karê balafirgehê de dixebite, aşkera kir ku ne 27, 800 karkeran di înşaetê de jiyana xwe ji dest dane.
 
‘HEKE EZ BÊJIM EZ Ê JI KARÊ XWE BIBIM’
 
C.O. anî ziman ku dema karkerekî jiyana xwe ji dest dida, pisporê Ewlehî û Tenduristiya Kar (ÎSG) bi wan re civîn li dardixist û ev tişt got: "Di 8 mehan de gelek civîn bi mere hatin lidarxistin. Di civînekê de pisporê ÎSG'ê bê zar bûbû. Got ku 'Heke ez van tiştan bêjim ez ê ji karê xwe bibim, lê ez neçarim bêjim. Heta niha 800 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ji bo wê li ewlehiya xwe baldar bin.' Dema wî diaxivî min xwest ez bi telefonê bikişînim, nehişt ez bikişînim."
 
‘BERPIRSYARÊ CINAYETAN DEWELT E’
 
C.O. aşkera kir ku mirinên li balafirgehê ji karkeran tê veşartin û wiha pê de çû: "Tenê em bi rêya pisporên ÎSG'ê ji mirinan agahdar dibin. Mirina 800 karkeran gelekî bi êş e. Ev komkujî ye. Ji vê re navekê din nabînim. Pisporê ÎSG'ê 15 deqeyan diaxivin wêneyan dikişînin û diçin. Perwerde jî têrê nakin." C.O. diyar kir ku divê navê "Ewlehî û Tenduristiya Kar" wekî "Ewlehî û Tenduristiya Karkeran" bê guhertin û wiha pê de çû: "Gotina Ewlehî û Tenduristiya Kar, ji bo parastina karmend e. Şirket ceza li şirketên pisporê ÎSG'ê nikare bibire. Berpirsyarê van cinayetan dewlet e. Dewletê ev pergal ava kiriye. Ez nînim ku ceza li min bê birîn. Dema di qezayeke kar de mil bişkê û tiştek bibe, dibêjin ku 'Ji bo xwedê kekê min bêjin ku ez ketim. Nebêjin qezaya kar e.' Gelek hevalên me bi tiştên wiha re rû bi rû ne. Pisporen ÎSG'ê van tiştan vedişêrin."
 
‘EM NIKARIN BÊHNA XWE BISTÎNIN’
 
C.O. bi lêv kir ku di xwaringeheke 3 hezar kesî de, ew 45 deqeyan di rêzê de dimînin û ev tişt anî ziman: "Ji xwe dema xwarinê 45 deqe ye. An karker xwarina xwe dixwen, an jî beyî ku bixwen dest bi kar dikin. Ji ber ku gelekî ecele dikin, cinayetên karkeran zêde dibin. Qadên 20 metreyî yên em dixebitin, derdixin 40 metreyî, yên 40 metreyî derdixin 60 metreyî. Lê ekîb heman ekîb e, ji heman ekîbê heman kar tê xwestin."
 
‘ME DI XWARINGEHÊ DE HEPIS DIKIN’
 
C.O. derbirî ku dem bi dem rayedarên hikumetê tên serdana înşaeta balafirgehê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema ziyaretan de em yek karkerî jî li termînalê nabînin. Heke berdevkekê karkeran bê hilbijartin jî ji derveyê karkerên alîgire xwe kesî nagirin hundur. Hemû karkeran di xwaringeha derveyê termînalê de berhev dikin. Dibêjin ku 'Hûnê ji vir dernekevin.' Ji ber ku ji bertekên karkeran ditirsin."
 
‘LI TESÎSÊN CIVAKÎ KARKER TUNE NE’
 
C.O. bertek nîşanê nûçeya Ajansa Anadoluyê ya bi sernavê "Cihê xebata karkerên balafirgeha sêyemîn ji jiyana bajêr ne kêmgir e" da û aşkera kir ku fîrmaya ku kar dike aydê ÎGA'yê ye, tesîsên civakî ya ku qala wan tê kirin, di yekê de jî karker tune ne, kesên baret spî (rêveber, yên tên serdanê û personelên teknîkê, avahîsaz, endezar, teknîker) li vir dimînin.
 
‘KARKERÊN BIYANÎ ZÊDE BÛN’
 
C.O. bal kişand ser karkerên biyanî yên li balafirgehê dixebitin û ev nirxandin kir: "Karkerên biyanî wekî gefekê li dijî me didin xebatê. Karkerên biyanî ji ber ku kesekê wan tune, dê cinayetê kar jî ranegihînin. Difikirin ku 'Çawa hebe em ê bi şeklekî li ser mirinên wan bigirin.' Yanî ev her du aliyê ço jî didin xebatê. Ev karkerên biyanî, li vir hêj kêmtir pere distînin."
 
C.O. derbirî ku bi têkoşîna sendîkayî re dê mirinên karkeran kêmtir bibin, ji bo şert û mercên mirovê pêk bên, divê têkoşîn bê xurtkirin.
 
MA / Muhammet Dogru 

Sernavên din

23/02/2018
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin
13:17 Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
13:16 Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun
13:15 ÇGD: Ji wê rojê heta îro êrîşên li ser çapemeniyê didomin
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12:41 'Li Kalkandereyê dest û piyên girtiyan hatiye şikandin'
12:22 Di doza ' Em ê nebin hevparê vî sûcî' de biryara ewil hat dayîn: Sal û 3 meh ceza
11:51 Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît
11:46 Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza akademîsyenan de mutalaaya ewil hat dayîn
11:31 Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e
11:23 4 rêveberên DBP’ê hatin girtin
11:03 Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir
11:03 HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin
10:48 Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne!
10:26 Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
10:09 Rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê ya di girtîgehê de xirab dibe
10:01 2 rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:52 Penaberên sûriyeyî bertek nîşanî Erdogan dan: Ne Efrîn, em ê biçin Helebê
09:49 Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin
09:34 Ka binerin welatî çawa tê kuştin
09:22 Profesorê AKP'î hemû malbat di fakulteyê de bi cih kir
09:22 Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
09:21 Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
09:20 'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’
09:16 Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze
09:15 8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin
09:14 'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’
09:13 Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne
09:12 Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)
Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN
22/02/2018
22:08 Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir
17:03 Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e
16:33 '2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'
15:42 Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin
15:26 Rojnameger derketin pêşberî dadger
15:22 Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin
14:24 4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:16 Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike
14:14 YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin
14:11 Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin
14:03 Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin
13:53 Cenazeyê Nazelîn Korkut defin kirin
13:35 Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e
13:04 Parlamentera HDP’ê nehat bîra polîsan
12:37 Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin
12:35 Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin
12:06 Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in
11:56 Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin
11:41 Parêzarên Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan
11:28 Welatî şaredarê AKP’î kêr kir
11:13 Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê
10:55 Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin
10:52 Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin
10:51 Polîsan bi ser mala xalî de girtin
10:29 Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin
10:05 ‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’
09:46 Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin
09:12 ‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
09:11 Şaredarî bi alîgirên AKP'ê û cerdevanan tije kirin
09:10 Avakarê Partiya Na: Operasyona Efrînê întixara siyasî ye
09:10 Derman li dermanxaneyan nabînin
09:09 'Fatûreya her bombeyî ji bêrîka karkeran diçe'
09:09 Bi têkoşîna xwe ji bo jinan bû hêvî
09:08 'Em nikarin derkevin derve, dê tûrîst çawa bên?'
09:07 Dozger: Pêwîstî bi lêpirsîna polîsan tune
09:07 Faîl nedîtin, malbat deyndar derxistin
09:06 Masîgir hem deyndarin û hem jî li hemberî bahozê li ber xwe didin
09:06 Ji merceka Jineoloji Efrîn (2)
Bajarê ku cewher wêneyê rûyê wê ye: Efrîn
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2018'AN
21/02/2018
19:51 ‘Hêzên girêdayê Sûriyeyê dê ewlehiya sînor bigirin’
18:16 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aktaş hat girtin
18:08 Nasnameya jina ciwan xwe şewitand diyar bû
17:42 AKP û MHP'ê daxwaza 'îtîfaqa hilbijartinê' pêşkêşî meclisê kir
17:08 Aktîvîsta mafê mirovan Geylanî hat berdan
17:07 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn red kir
16:34 Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê encama civînê aşkere kir
15:52 Partiya Merkel CDU: Bila Tirkiye ji Efrînê vekişe
15:39 Li Zanîngeha Cenevreyê çalakiya Efrînê
15:36 Dozger 31 sal û nîv ceza ji Hevseroka KCD’ê Guven re xwest
15:27 DÎSK-AR: Lêkolîn rastiya çîna karkeran nişan dide
15:10 TJA girtina Ayla Akat şermezar kir
15:01 KPC-D ji UNICEF'ê xwest zarokan biparêze
14:59 ÎHD: Em dixwazin dawî li îşkenceyê bê
14:56 8 bajarên Başûr ji bo piştgiriya Efrînê dest bi çalakiyan dikin
14:39 Platforma Jinan a Axtamara hat avakirin
14:34 Dozger her tiştî wek ‘qaşo’ dît
14:33 Qedexeyên li ser zimanê dayikê hatin şermezarkirin: Ji bo çi kurdî sûc e?
14:18 KCD: Bila her malbat bibe dibistan
14:13 ‘Zimanê kurdî çima dibe sedema suc?’
14:09 Uca xwest ji bo kurdî komisyona lêkolînê ava bikin
14:08 HDP: Zimanê dayikê mafê herî bingehîn e
13:51 Gardiyenan girtiyê 57 salî derp kirin û rakirin nexweşxanê