Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin

  • rojane
  • 09:13 18 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Amedê bertek nîşanê girtin û binçavkirinên li dijî HDP'ê da û ev tişt got: "Ji destê wan bê dê bêhn stadinê jî bikin sûc. Ev yek hişmendiya ji derveyê xwe tu kesî qebûl nake ye."

Di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li Enqereyê endamê Lijneya Hevhatinê yê HDP'ê û endamê Koma Aştiyê Seydî Firat ê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999'an de hat Tirkiyeyê û rêveberên HDP'ê jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
 
Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bertek nîşanî binçavkirinan da, aşkera kir ku ev ne nû ye, berî kongreyê jî gelek kes hatine binçavkirin û girtin.
 
'DI KONGREYÊ DE BERSIVA PÊWÎST HAT DAYÎN'
 
Yîgîtalp da zanîn ku ruxmê zextan û binçavkirinan jî bi hezaran kes beşdarî kongreya wan bûne û ev tişt anî ziman: "Dixwestin bi zordariyê kongreyê asteng bikin; lê gelê me ev pêkanîn vala derxistin. Ew qas mirov zêde bûn ku gelek kesan nekaribûn xwe bigihînin qada kongreyê. Ev bersiva herî baş bû gelê kurd da binçavkirinên AKP'ê."
 
‘KONGREYÊ TEHMUL NEKIRIN’
 
Yîgîtalp destnîşan kir ku desthilatdariyê tehmlê kongreyê nekiriye û ji ber wê careke din berê xwe daye operasonên binçavkirinê, dixwaze bi tevahî siyaseta demokratîk ji holê rake. Yîgîtalp bi lêv kir ku desthilatdarî ji derveyê xwe, tu dengî qebûl nake, lê ew ê jî dest ji têkoşînê bernedin û ev tişt got: "Vê siyasetê ne bi me dest pê kir, ne jî bi me diqede. Ev emanetê ku me ji gelê xwe girt, em berdewam dikin. Dê gelê me dest ji têkoşînê bernede."
 
‘NIRXÊN MIROVÎ JÎ SÛC E’
 
Yîgîtalp bi lêv kir ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Serokwekîla Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî hatine girtin, hevseroka wan a berê Serpîl Kemalbay hêj di bin çavan de ye û wiha pê de çû: “Hevrêyên me yên hatin giritn, ji ber ku şer nexwestin, aştî dixwestin hatin girtin. Ji ber helwestek mirovî hatin girtin. Hişmendiyeke ku hemû axaftinê qedexe dike li pêşberî me ye. Ev desthilatdarî naxwaze em mafên xwe yên mirovî bi kar bîni."
 
'DI DEMOKRASIYÊ DE REXNE NEBE NABE'
 
Yîgîtalp derbirî ku desthilatdarî rojevên sûnnî diafirîne û destûrê nade pirsgirêkên heyî bên axaftin, vê yekê jî bi operasyona li dijî Efrînê bi pêş dixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Operasyona Efrînê bi tevahî nîqaş ji holê rakirine. Her gotina der barê Efrînê de sedema girtinê ye. Bi vê re hiqûqê bê deng dike, eyerê dide her tiştî. Mirov ji ber parvekirinên medyaya civakî jî tên girtin. Ji ber parvekirinekî welat ne zeyîf dibe, ne jî paş dikeve. Ev rexneyek e. Di demokrasiyê de rexne tiştekî ne be nabe. Piçek maye bêhn standinê jî sûc dibînin."
 
‘EM Ê GOTINA XWE BÊJIN’
 
Yîgîtalp aşkera kir ku jin hişê civakê ne û ji ber wê herî zêde destkeftiyên jinan dikin armanc û wiha axivî: "Di siyaseta kurd û sosyalîstên çep de jin pêşentgiyê dikin. Ji ber ku jin bi ruhê berxwedanê pêşengiyê dikin, vê yekê hezim nakin. Qeyûmên ku tayînê şaredaryan kirin, siyasetmedarên jin ên hatin girtin, tev ji bo bêdengkirina polîtîkaya jinê ye. Siyaseta serdest, milîtarîst her dem li jinê dixe. Em wekî jin em ê li her derî, li kuçe, kolan û meclisê dengê xwe bilind bikin."
 
Yîgîtalp bi lêv kir ku HDP û HDK berdevkên nasname û rengên cuda ne, lê pergala milîtarîst, serdest vê yekê naxwaze û axafina xwe wiha bi dawî kir: "Êrîşa li dijî HDP'ê, di heman demê de êrîşa li dijî birdoziya azadiyê, demokrasiya radîkal û hişmendiya ne meshebî ye. Em ê têkoşîna hemû nasname û cudahiyan bidin."
 
MA / Bêrîvan Altan - Dîren Yurtsever 
 

Sernavên din

19/02/2018
12:02 Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê
11:44 Jinên Kedkar dê di dema şoreşan de rola jinan vebêjin
10:34 Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
10:17 Danişîna doza rojnamevan Sayilgan dest pê kir
09:53 Berteka li dijî yektîpiyê: Gel dê zarokên xwe bi tenê nehêle
09:52 Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir
09:51 Kurd, suryanî û ermenî: Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin
09:16 ‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’
09:14 Dr. Menguç: Planên gelekî erzan dikin
09:13 Destûr nedan li cihê Yildirim lê hat kuştin kifşê bikin
09:12 Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê
09:11 ‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’
09:10 Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne
09:09 Amedî Efrînê ji nêz ve dişopînin: Şer bi medyayê bi ser nakeve
09:08 ‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’
09:07 Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike
09:00 ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN
18/02/2018
21:40 Di teqîna li Qamişloyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
21:13 Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin
20:52 Zimanzan Alpay: Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin
19:37 Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye
19:15 Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
19:01 Ji Maçka qêriyan: Stenbol dimire îxanet didome
18:15 Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin
18:08 ‘Ajal ne mal û kole ne'
17:30 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan
17:25 Divê berê mêrantî bê kuştin
16:39 Bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalya kirin
16:16 'Têkoşîna li dijî yek tîpê şert e'
15:50 Di 93’yemîn salvegera raperînê de Şêx Seîd hat bibîranîn
15:24 HDK: Girtin tolhildana li dijî kongreya HDP’ê ye
15:05 Meclîsa Tenduristiyê: Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne
15:04 Ciwanan îstîsmar bi meşê şermezar kir
14:36 Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî
14:21 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin binçavkirin
13:51 Ji bo Dîren Coşkun greva piştgiriyê
13:41 KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne
13:40 Maşîneya zirxî ber bi avê çû: 2 leşker winda ne
12:48 Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe
12:29 Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
12:17 Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin
11:49 Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
11:37 Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve
11:34 39 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:24 Li Îranê balafira rêwiyan ket
10:44 Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
10:40 Danişîna Rojnameger Sayilgan ê 16 mehin girtî ye sibê ye
10:36 Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan 10 rojin di hucrê de tê girtin
09:56 Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş
09:14 Komira ku wezaretê got 'qaçax' e, li gel belav dikin
09:14 Dixwazin cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin
09:13 Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin
09:12 Ji biryara dadgehê re îtîraz kirin
09:11 ‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN
17/02/2018
19:59 Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin
16:26 Li Strasbourgê bi deh hezaran ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan
16:10 Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin
16:09 'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin'
15:33 'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan'
15:09 Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin
14:38 Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin
13:54 Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibin jî em vê dozê bernadin
13:24 Polîsan zarokek bin çav kirin
12:59 Guvaşxaneya zeytûnan jî kirin hedefa topan
12:41 Buldan: Kongre tehamul nekirin
12:23 Dozger nizane qedexe ye lê sûc nîşan da
12:10 Rêvebarê YSGP’ê Gunay hat binçavkirin
12:09 Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû
11:49 Li Muglayê 2 HDP’î hatin berdan
11:43 Gokkan 12 rojin di bin çavan de ye: Berçavkê nadin wê
11:41 Îdiaya ku li Wanê girtî tên îşekncekirin
Li Kalkandereyê hejmariya li ser piyan ferz dikin
11:40 Ji doza Demîrtaş çend nîşe
11:26 Tirkmenên di ceperan de: Me bi hevre jiyan avakir, em ê bi hev re jî biparêzin
10:55 25 kes li Erziromê hatin berdan
15 kes li Mûşê hêj di bin çavan dene
10:53 Astengdarê zihnî Tekeş ê ji qata 4'an ket mir
10:48 Li Enqereyê li dijî HDP'ê operasyon
10:41 SANA: Tirkiyeyê li Efrînê gaza bijehr bi kar anî
10:17 Bîlançoya sivîlên li Nexweşxaneya Avrîn: 170 mirî û 460 birîndar
10:13 Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin
09:35 DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin
09:33 Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e
09:30 Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e
09:30 Ji bo zarokên di şer de mexdûrê bûne muzîkjeniyê dike
09:29 Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî
09:28 Civaknas Bariş: Heke parastina we tune be de we parçe parçe bikin
09:27 'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’
09:24 14 mehin sedema kuştina girtî nehatiye lêpirsîn
09:24 Êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, rastî ceza hatin
09:23 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye
09:22 Biryara bi hincet: Nûçe mirovan aciz dikin
09:21 ‘Gorunmez Kadin’ û zaraveyekî li ber tunebûnê gihand hev
09:21 Hunermend Tunç: Ocalan dê ji her kesî bêtir tevkariya vê erdnîgariyê bike
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN
07:19 Hamzaoglu û Çelebî hatin girtin
16/02/2018
18:06 Ji bo Hamzaoglu û Çelebî daxwaza girtinê
17:40 Demîrtaş nehat berdan
16:18 Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin
15:59 Li wargehê gumana mirina zaroka keç