50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye

img

AGIRÎ - Rifat Baran li gundê Gomikê dimîne, tev li dîwana gelek dengbêjin herêma Serhedê bûye û guhdar kiriye û fêrî kilaman bûye. Baran 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye û deng û gotinên xwe tev li dîroka dengbêjiyê dike.

Rifat Baran ê 64 salî li gundê Gomikê ya girêdayê navenda Agiriyê dimîne, bi dehan salan êş, qehremanî û kêfxweşiyên civak û wêjeya devkî ya kurdî anî ziman. Baran, hêj di piçûkaya xwe de tev li dîwana dengbêjên ku tên herêma wan dibe û gelek kilaman hîn dibe. Baran piştî mezin dibe ew kilamên ku guhdar dike, bixwe dibêje.
 
‘DENGBÊJÎ JI ŞEVBUHERKAN HÎN BÛ’
 
Baran destnîşan kir ku li herêma Serhedê di şahî, dawet û şevbuhyerkan de dengbêj gelekî dihatin hezkirin û ev tişt got: "Dema em piçûk bûn dengbêj dihatin gundan û şevbugerk li dar dixistin û kilam digotin. Me jî ev kevneşopî ji wan girt."
 
‘JI BO GUHDARKIRINÊ EM DIÇÛN DAWETAN'
 
Baran anî ziman ku berê li ku şevbuherk hebûna û dengbêj bihatana, an peya an jî bi hespan diçûn tev li şevbuherkê dibûn û wiha axivî: "Dema wan digot me jî guh dida wan û me xwe hîn dikir û digot. Di her şevbuherkê de herî kêm 2 dengbêj hebûn û li pêşberî hev rûdiniştin, heta derengiya şevê kilam digotin. Heta mirov radibûn diçûn jî ev kilam dihatin gotin. Rojtira din dîsa kilam davêtin ber hev."
 
‘JI HER DENGBÊJÎ ME TIŞTEK DIGIRT'
 
Baran da zanîn ku tişta bû sedem ew kilaman bêjin, dengbêj bûn û dema guhdar dikirin feyz ji wan digirtin û ev tişt got: "Li gundê Darebiya Jorê dengbêj Şiko hebû. Ahmedê Hêliksan, dîsa dengbêjê herî zêde dihat naskirin Şakliro bû. Ji gundê Karasuyê Huseyîn, dengbêj Sabrî û gelek dengbêjên din hebûn. Me ew guhdar dikirin û em hînê dengbêjiyê bûn."
 
'BI KILAMAN ÊŞ Û KÊFXWEŞÎ TANÎN ZIMAN'
 
Baran aşkera kir ku wê demê dengbêjî gelekî zêde bû, êş û kêfxweşiyên civakê bi çanda dengbêjiyê dihat ziman û wiha axivî: "Dema mirovan ew guhdar dikirin, kêf ji wan digirt. Bi derketina televîzyonan re ev kevneşopî rawestiya. Niha dîsa mirovan dest bi guhdarkirina dengbêjan kir. Wer dixwêyê ku dê ev kevneşopî berdewam bike. Eleqedarî zêde bûye."
 
‘DIVÊ ÇANDA DENGBÊJIYÊ DEWAM BIKE’
 
Baran derbirî ku hin dengbêj hebû, mirovan sibê heta êvarê guhdar bikira jê têr nedibû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Berê dawetên kurdan teqes bê dengbêj derbas nedibû. Bi giştî li ser evîn, mirin û qeheremaniyê kilam dihatin gotin. Em dixwazin çanda dengbêjiyê berdewam bike. Ev kevneşopî ya kal û pîrê me ye û divê ev berdewam bike. Dema ev kevneşopî dewam dike, mirov jî hem xwedî li çanda xwe û hem jî xwedî li zimanê xwe derdikeve."
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

19/02/2018
12:02 Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê
11:44 Jinên Kedkar dê di dema şoreşan de rola jinan vebêjin
10:34 Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
10:17 Danişîna doza rojnamevan Sayilgan dest pê kir
09:53 Berteka li dijî yektîpiyê: Gel dê zarokên xwe bi tenê nehêle
09:52 Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir
09:51 Kurd, suryanî û ermenî: Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin
09:16 ‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’
09:14 Dr. Menguç: Planên gelekî erzan dikin
09:13 Destûr nedan li cihê Yildirim lê hat kuştin kifşê bikin
09:12 Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê
09:11 ‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’
09:10 Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne
09:09 Amedî Efrînê ji nêz ve dişopînin: Şer bi medyayê bi ser nakeve
09:08 ‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’
09:07 Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike
09:00 ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN
18/02/2018
21:40 Di teqîna li Qamişloyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
21:13 Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin
20:52 Zimanzan Alpay: Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin
19:37 Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye
19:15 Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
19:01 Ji Maçka qêriyan: Stenbol dimire îxanet didome
18:15 Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin
18:08 ‘Ajal ne mal û kole ne'
17:30 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan
17:25 Divê berê mêrantî bê kuştin
16:39 Bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalya kirin
16:16 'Têkoşîna li dijî yek tîpê şert e'
15:50 Di 93’yemîn salvegera raperînê de Şêx Seîd hat bibîranîn
15:24 HDK: Girtin tolhildana li dijî kongreya HDP’ê ye
15:05 Meclîsa Tenduristiyê: Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne
15:04 Ciwanan îstîsmar bi meşê şermezar kir
14:36 Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî
14:21 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin binçavkirin
13:51 Ji bo Dîren Coşkun greva piştgiriyê
13:41 KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne
13:40 Maşîneya zirxî ber bi avê çû: 2 leşker winda ne
12:48 Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe
12:29 Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
12:17 Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin
11:49 Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
11:37 Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve
11:34 39 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:24 Li Îranê balafira rêwiyan ket
10:44 Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
10:40 Danişîna Rojnameger Sayilgan ê 16 mehin girtî ye sibê ye
10:36 Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan 10 rojin di hucrê de tê girtin
09:56 Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş
09:14 Komira ku wezaretê got 'qaçax' e, li gel belav dikin
09:14 Dixwazin cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin
09:13 Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin
09:12 Ji biryara dadgehê re îtîraz kirin
09:11 ‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN
17/02/2018
19:59 Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin
16:26 Li Strasbourgê bi deh hezaran ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan
16:10 Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin
16:09 'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin'
15:33 'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan'
15:09 Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin
14:38 Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin
13:54 Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibin jî em vê dozê bernadin
13:24 Polîsan zarokek bin çav kirin
12:59 Guvaşxaneya zeytûnan jî kirin hedefa topan
12:41 Buldan: Kongre tehamul nekirin
12:23 Dozger nizane qedexe ye lê sûc nîşan da
12:10 Rêvebarê YSGP’ê Gunay hat binçavkirin
12:09 Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû
11:49 Li Muglayê 2 HDP’î hatin berdan
11:43 Gokkan 12 rojin di bin çavan de ye: Berçavkê nadin wê
11:41 Îdiaya ku li Wanê girtî tên îşekncekirin
Li Kalkandereyê hejmariya li ser piyan ferz dikin
11:40 Ji doza Demîrtaş çend nîşe
11:26 Tirkmenên di ceperan de: Me bi hevre jiyan avakir, em ê bi hev re jî biparêzin
10:55 25 kes li Erziromê hatin berdan
15 kes li Mûşê hêj di bin çavan dene
10:53 Astengdarê zihnî Tekeş ê ji qata 4'an ket mir
10:48 Li Enqereyê li dijî HDP'ê operasyon
10:41 SANA: Tirkiyeyê li Efrînê gaza bijehr bi kar anî
10:17 Bîlançoya sivîlên li Nexweşxaneya Avrîn: 170 mirî û 460 birîndar
10:13 Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin
09:35 DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin
09:33 Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e
09:30 Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e
09:30 Ji bo zarokên di şer de mexdûrê bûne muzîkjeniyê dike
09:29 Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî
09:28 Civaknas Bariş: Heke parastina we tune be de we parçe parçe bikin
09:27 'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’
09:24 14 mehin sedema kuştina girtî nehatiye lêpirsîn
09:24 Êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, rastî ceza hatin
09:23 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye
09:22 Biryara bi hincet: Nûçe mirovan aciz dikin
09:21 ‘Gorunmez Kadin’ û zaraveyekî li ber tunebûnê gihand hev
09:21 Hunermend Tunç: Ocalan dê ji her kesî bêtir tevkariya vê erdnîgariyê bike
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN
07:19 Hamzaoglu û Çelebî hatin girtin
16/02/2018
18:06 Ji bo Hamzaoglu û Çelebî daxwaza girtinê
17:40 Demîrtaş nehat berdan
16:18 Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin
15:59 Li wargehê gumana mirina zaroka keç