ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN

* Hunermend Ferhat Tunç destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û guh bidin Ocalan û ev tişt got: "Wê Ocalan bi pêşdîtinên xwe yên di warê siyaseta Rojhilata Navîn de ji her kesî bêtir tevkariya vî welatî û erdnîgariyê bike." 

* Derhênerê fîlmê "Gorunmez Kadin" Lutfu Erdem, destnîşan kir ku wî xwestiye jina ku di civakê de tune tê hesibandin xuyangtir bike û wiha got: "Min xwest zimanekî ku li ber windabûnê û jina ku nayê xuyakirin bînim gel hev û hîsiyatekê biafirînim." 
 
* Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ye 8 sal û 9 meh ceza lê birîn, di biryara pêwîstekî (gerekçeli karar) de sûc hat aşkerakirin. Ji 24 şahidan 19 şahidan aşkera kiribûn ku wan di bin îşkenceyê de îfade daye, lê heyeta dadgehê ev li ber çavan negirt û nûçeyên ku Turfent nivîsî ne, wekî "mirovan aciz dike" da nîşan.
 
* Rifat Baran li gundê Gomikê dimîne, gelek dengbêjin herêma Serhedê bi zindî guhdar kiriye û ji wan kilam hîn bûye. Baran 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye, deng û gotinên xwe tev li dîroka dengbêjiyê dike.
 
* Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, ji ber ku êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, hat gotin ku "Beyî ku tiştek bê fêmkirin bi kurdî dirûşm berz kirine" cezê dîsîplînê wan birîn.
 
* Dosyaya der barê mirina Beytullah Akil ê hat gotin li Girtîgeha Şirnexê xwe kuştiye, 14 meh e lêpirsîna wê nekirin. Tenê kesekî di koxûşê de wekî şahid guhdar kirin, gotinên gardiyanan ên wekî "daxwaza çûyîna nava bêaliyan" jî di dosyayê de cih negirt.
 
* Peywirdara Lêkolînê ya li Navenda Lêkolînên Xebatên Jinan û Zayendperst a Civakê ya Zanîngeha Kadîr Hasê Bahar Aldanmaz, diyar kir ku bertekên li dijî êrîşên zayendî û tacîzê zêde bûne û ev tişt got: "Êdî ew pêvajoya ku ji nedîtî ve dihatin û digot 'keça min hiş be' qediya."
 
* Civaknasê ezîdî Azad Bariş, bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û aşkera kir ku êrîşa 3'yê Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê li dijî Şengalê çi be, ya li dijî Efrînê jî ew e û ev tişt got: "Tişta li dijî Efrînê tê kirin, şerê li dijî gelan, qencî, biratî û zentûnê ye." Bariş diyar kir ku heke parastina we tune be, dê hêzên serdest we parçe parçe bikin.
 
* 900 metre li nêzî gundê Gelî ya Çinarê ocaxa kevir tê çêkirin û welatiyên gund gelekî bi bertek in. Gundiyan aşkera kir ku ocaxa kevir hem zerarê dide pira dirokî û hem jî qada wan a jiyanê diherimîne.
 
* Îbrahîm Yalçin bajar bi bajar digere û li kuçeyan ji bo zarokên pere qezenc dike. Yalçin, bi pirojeya "Li 81 bajarî ji bo zarokan lêxe" civakê serwext dike, piştgiriya aborî dide zarokên kurd û zarokên di şer de mexdûr bûne.
 
*Zelîha Tuncer a di dikana hevjînê xwe yê Kolana herî qerebalix a Mêrsînê de axşeban çêdike, diyar kir ku dikandarî pir zor e, lê bawerî girîng e.
 
* Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), dê di çarçoveya "Xwegihandina Xizmetên Cemawerî û Mafên Bingehîn ên Malbatên ji Cihên xwe yên li Navçeya Sûra Amedê Koçber Kirin", li Otela Demîrê civînê pêk bîne. (10.30 ) 
 
* Xizmên Windayan û ÎHD ji bo "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 471'an de li Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00 )
 
* Dayikên Şemiyê di hefteya 673'yan de dê li Qada Galatasaraye bi dirûşma "Faîl diyar in, winda li ku ne" çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00) 
 
* Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê li ber avahiya Serokwezîrtiyê çalakiyê pêk bînin. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê di hefteya 308'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
 
* Xebatkarên kanala TV 10'ê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan bê vekirin, dê di hefteya 72'yan de li Qada Galatasaray'ê çalakiyê pêk bînin. (14.00)
 
* Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa kesên hatin binçavkirin, girtin û karkerên hatin îxrackirin, dê il ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê bên gel hev. (14.00)
 
* Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, di 20'ê Sibatê de saleke wan tijê dibe ku ji kar hatin avêtin. Bi minasebeta yekemîn salvegera îxracan, dê çalakiyên li qadên Altinyol û Kartalê yên Kadikoyê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li dar bixe. (14:00-16:00)

Sernavên din

19/02/2018
12:02 Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê
11:44 Jinên Kedkar dê di dema şoreşan de rola jinan vebêjin
10:34 Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
10:17 Danişîna doza rojnamevan Sayilgan dest pê kir
09:53 Berteka li dijî yektîpiyê: Gel dê zarokên xwe bi tenê nehêle
09:52 Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir
09:51 Kurd, suryanî û ermenî: Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin
09:16 ‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’
09:14 Dr. Menguç: Planên gelekî erzan dikin
09:13 Destûr nedan li cihê Yildirim lê hat kuştin kifşê bikin
09:12 Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê
09:11 ‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’
09:10 Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne
09:09 Amedî Efrînê ji nêz ve dişopînin: Şer bi medyayê bi ser nakeve
09:08 ‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’
09:07 Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike
09:00 ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN
18/02/2018
21:40 Di teqîna li Qamişloyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
21:13 Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin
20:52 Zimanzan Alpay: Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin
19:37 Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye
19:15 Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
19:01 Ji Maçka qêriyan: Stenbol dimire îxanet didome
18:15 Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin
18:08 ‘Ajal ne mal û kole ne'
17:30 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan
17:25 Divê berê mêrantî bê kuştin
16:39 Bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalya kirin
16:16 'Têkoşîna li dijî yek tîpê şert e'
15:50 Di 93’yemîn salvegera raperînê de Şêx Seîd hat bibîranîn
15:24 HDK: Girtin tolhildana li dijî kongreya HDP’ê ye
15:05 Meclîsa Tenduristiyê: Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne
15:04 Ciwanan îstîsmar bi meşê şermezar kir
14:36 Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî
14:21 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin binçavkirin
13:51 Ji bo Dîren Coşkun greva piştgiriyê
13:41 KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne
13:40 Maşîneya zirxî ber bi avê çû: 2 leşker winda ne
12:48 Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe
12:29 Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
12:17 Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin
11:49 Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
11:37 Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve
11:34 39 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:24 Li Îranê balafira rêwiyan ket
10:44 Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
10:40 Danişîna Rojnameger Sayilgan ê 16 mehin girtî ye sibê ye
10:36 Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan 10 rojin di hucrê de tê girtin
09:56 Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş
09:14 Komira ku wezaretê got 'qaçax' e, li gel belav dikin
09:14 Dixwazin cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin
09:13 Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin
09:12 Ji biryara dadgehê re îtîraz kirin
09:11 ‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN
17/02/2018
19:59 Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin
16:26 Li Strasbourgê bi deh hezaran ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan
16:10 Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin
16:09 'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin'
15:33 'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan'
15:09 Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin
14:38 Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin
13:54 Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibin jî em vê dozê bernadin
13:24 Polîsan zarokek bin çav kirin
12:59 Guvaşxaneya zeytûnan jî kirin hedefa topan
12:41 Buldan: Kongre tehamul nekirin
12:23 Dozger nizane qedexe ye lê sûc nîşan da
12:10 Rêvebarê YSGP’ê Gunay hat binçavkirin
12:09 Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû
11:49 Li Muglayê 2 HDP’î hatin berdan
11:43 Gokkan 12 rojin di bin çavan de ye: Berçavkê nadin wê
11:41 Îdiaya ku li Wanê girtî tên îşekncekirin
Li Kalkandereyê hejmariya li ser piyan ferz dikin
11:40 Ji doza Demîrtaş çend nîşe
11:26 Tirkmenên di ceperan de: Me bi hevre jiyan avakir, em ê bi hev re jî biparêzin
10:55 25 kes li Erziromê hatin berdan
15 kes li Mûşê hêj di bin çavan dene
10:53 Astengdarê zihnî Tekeş ê ji qata 4'an ket mir
10:48 Li Enqereyê li dijî HDP'ê operasyon
10:41 SANA: Tirkiyeyê li Efrînê gaza bijehr bi kar anî
10:17 Bîlançoya sivîlên li Nexweşxaneya Avrîn: 170 mirî û 460 birîndar
10:13 Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin
09:35 DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin
09:33 Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e
09:30 Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e
09:30 Ji bo zarokên di şer de mexdûrê bûne muzîkjeniyê dike
09:29 Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî
09:28 Civaknas Bariş: Heke parastina we tune be de we parçe parçe bikin
09:27 'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’
09:24 14 mehin sedema kuştina girtî nehatiye lêpirsîn
09:24 Êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, rastî ceza hatin
09:23 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye
09:22 Biryara bi hincet: Nûçe mirovan aciz dikin
09:21 ‘Gorunmez Kadin’ û zaraveyekî li ber tunebûnê gihand hev
09:21 Hunermend Tunç: Ocalan dê ji her kesî bêtir tevkariya vê erdnîgariyê bike
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN
07:19 Hamzaoglu û Çelebî hatin girtin
16/02/2018
18:06 Ji bo Hamzaoglu û Çelebî daxwaza girtinê
17:40 Demîrtaş nehat berdan
16:18 Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin
15:59 Li wargehê gumana mirina zaroka keç