‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’

  • rojane
  • 10:37 15 Sibat 2018
  • |
img

AMED – Surreya Sakli ya kurê wê Mehmet Şerîf Sakli di 2012’an de ji bo tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike agir berda bedena xwe, destnîşan kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê kurd rojek giran e û wiha got: “Şerîf li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan xwe şewitand. Tecrîd hêj didome û agahî hêj ji Serok nayê girtin. Çareserî li gel Serok pêkan e û tenê Serok dikare şer bi dawî bike." 

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destê dewletên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ragirtina Ocalan a li Girava Îmraliyê 19 sal li pey xwe hişt. Ji roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin heta niha di bin tecrîtê de tê girtin. Dem bi dem tecrîda li ser Ocalan hat dijwarkirin û li dijî vê çalakiyên radîkal pêk hatin û gelek mirovan bedena xwe da ber agir. Di navbera 2011 û 2012’an de jî tecrîda li ser Ocalan giran bû û agahî jê nehat girtin. Ev yek bû sedema gelek çalakiyên mezin.
 
Yek ji van çalakiyan jî ya Mehmet Şerîf Sakli yê 27 salî bû. Malbata Sakli di 1994’an de ji ber zextên dewlet û êrîşên Hîzbûlkontrayê ji Amedê koçî Bursayê kirin. 20 salan li Bûrsayê man. Sakli bi boneya tecrîda li dijî Ocalan û zextên li ser gelê kurd şermezar bike, di 2’ê Hezîrana 2012’an de li navçeya Mudanya ya Bursayê ku li hemberî Girava Îmraliyê ye, bedena xwe dide ber agir. Dema Sakli xwe dişewitîne hin welatî ferq dikin û wî radikin nexweşxaneyê. Dema Sakli li ser sedyeyê dadixînin beşa lezgîn dirûşmeya “Berxwedana jiyan e” berz dike. Sakli piştî rojekê li nexweşxaneyê dimîne, jiyana xwe ji dest dide. Malbat cenazeyê kurê xwe werdigire û li Amedê defin kirin.
 
NAME LI PEY XWE DIHÊLE’ 
 
Sakli beriya xwe bişewitîne nameyek li pey xwe dihêle û behsa naveroka çalakiya xwe dike. Nameya Sakli wiha ye: “Di destpêkê de ez ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê lêborînê dixwazim. Hewldana min a ji bo beşdariya nav refên gerîlayan bi ser neket. Rewşa polîtîkaya tecrîdê êdî min li dijî vê rewşê di asta herî jor de aciz kir. Ji ber vê yekê ez vê çalakiyê li ser înîsiyatîfa xwe pêk tînim. Ez daxwaz dikim ku dê ev çalakî ciwan û jinên kurd li dijî tecrîdê ruhê serhildanê bilind bike. Ji ber ku ez nebûm layîqî vê tevgerê, ez ji gelê kurd û PKK’ê efûyê dixwazim. Li dijî tecrîdê bêdeng mayîn bêrûmetiya herî mezin e. Ez dixwazim gelê kurd ê bi rûmet deng bide vê qêrîna min. Ez ji we rica dikim min li paytexta Kurdistanê veşêrin. Wek ku hevala Zîlan gotiye ‘Xwezî ji bilî giyana xwe tiştek bi nirxtir hebûya min bida Rêber Apo.’” 
 
Sakli li gel vê nameyê gelek rojnivîsk, helbest û nîşeyan jî li pey xwe dihêle. Sakli nêzî du salan jî li Bursayê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem ên Bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hatin girtin belav dike û di nav ciwanan de jî xebat dimeşîne.
 
Dayika Sakli, Sureyya Sakli der barê çalakiya kurê xwe, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 15’ê Sibatê de axivî
 
‘DILÊ MIROV NEDIŞIKAND’ 
 
Dayik Sakli bibîr xist ku ji ber polîtîkayên înfazê yên li ser kurdan dihatin ferz kirin ji Amedê koçî Bursayê kirine û got: “Dema em çûn Bursayê Şerîf hêj biçûk bû. Ez li Bursayê biçûma kîjan çalakiyê ew jî li gel min dihat. Dema ez diçûm hepsê hevdîtina kurapê xwe, her tim bi min re dihat. Ji biçûkatiya xwe heta çalakiyê pêk bîne, di nav xebatên partiyê de bû. Ji lîseyê dev ji dibistanê berda. Kesayetek pir baş bû. Qet dilê min nedişikand. Dema ez ne li malbûma kar û barê malê dikir. Her tim ji min re dibû alîkar.”
 
GOTINA DAWÎ: BERXWEDAN JIYAN E
 
Dayik Sakli anî ziman ku kurê wê beriya biçe çalakiyê li dar bixe jî rojnameyên xwe belav dike û beriya çalakiyê telefona xwe li malê dihêle û agahî dide gelek hevalên xwe jî. Sakli diyar kir ku hevjînê wê agahî didê ku kurê wan xwe şewitandiye û wiha got: “Ez wê rojê ne li mal bûm. Piştî me bihîst em çûn ber nexweşxaneyê. Dema wî ji ambulansê daxistin her kes giriya û wî jî bi halê xwe birîndar got ‘Ez baş im. Negirîn.’ Dema wî birin cihê pasûmanê qîriya û got ‘Berxwedana jiyan e’ û êdî me wî nedît.” 
 
XWE LI HEMBER GIRTÎGEHA OCALAN DIŞEWITÎNE
 
Sakli di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dema dê biçe çalakiyê pêk bîne, di nav derî de li xwişka xwe dinêre û tiştekî nabêje. Pişt re diçe. Diçe li Mudanyayê du lître û nîv benzîn dikere û li gundekî Mudanya li hember girtîgeha Îmraliyê xwe dişewitîne.” Sakli dazanîn ku berî ku kurê wê xwe bişewitîne nameyek dinivîsîne û di nameyê de wesiyeta xwe dike ku wî li Amedê veşêrin û cenazeyê wî tînin li Amedê vedişêrin. 
 
‘BI XWENDINA PIRTÛKÊ WÎ HEZKIRINA WÎ MEZIN BÛ’ 
 
Sakli behsa bandora Ocalan a li ser kurê xwe kir û wiha axivî: “Girêdana wî ya bi Serok re bi xwendina pirtûkan dest pê kir. Piştî pirtûkên wî xwend hezkirina wî li hember serok pir mezin bû. Her dem pirtûkên Serok dixwend. Her dem qala wî dikir. Beriya xwe bişewitîne pir dixwest biçe beşdarî gerîla bibe. Hem dixwest ji bo ciwan û gelê kurd ên li Bursayê bibe alîkar û hem jî dixwest biçe bibe gerîla. Qet ne disekinî li aliyekî rojnameyan belav dikir û li aliyekî jî xebatên partî û ciwanan dida meşandin. Ji biçûkatiya xwe ve meyla wî li ser xebatên şoreşê hebûn.” 
 
‘BIXWESTINA ME YÊ KEZEBA XWE BIDA WAN’ 
 
Sakli destnîşan kir ku 15’ê Sibatê ji bo wan rojek reş e û wiha dewam kir: “Ji bo tevahiya gelê kurd û gelan rojek bêbext e. Dîlgirtina Serokatî êşek pir giran bû. Roja Serok dîl hat girtin, kurê min Cheguevara yek salî bû. Bavê wî got niha ‘bêjin Cheguevara bidin me em biavêjin behre û em ê Serok berdin.’ Bavê wî got ‘Heke wisa bêjin em ê niha Cheguevara bidin wan.’ Ji kezeba mirov tiştek şêrîntir tune ye. Lê ji bo dîlgirtina Serok me ne digot na. Bila Serokê me bihata berdanê, lê me yê kezeba xwe bidana. Heta Serokê me li wir girtî be em ê vê rojê şermezar bikin. Di wê rojê de qet ez nikaribim tiştekî jî bikim ez ê bi lixwekirina cilên reş vê rojê şermezar bikim.” 
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ PÊKAN E’ 
 
Sakli bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareserî pêk bê û aştî mayînde bibe divê demil dest Birêz Ocalan bê berdan. Sedemê van şerê pêk tê hemû tecrîd û agahî jê negirtina serokê me ye. Heta agahî ji serok neyê girtin û tecrîd li ser hebe dê şer bidawî nebe. Polîtîkaya çareseriyê li Îmraliyê pêkan e.” 
 
‘EZ TÊKOŞÎNA WÎ LI ERDÊ NAHÊLIM’
 
Dayik Sakli gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê her dem li pey doza Şerîf bin. Em ê nehêlin ku doza Şerîf li erdê bimîne. Heta çavê min vekirî be dê têkoşîna wî li erdê nemîne.” 
 
MA / Bîlal Guldem

Sernavên din

16/02/2018
15:51 Dadgehê cezayê muebetê li bira Ahmet û Mehmet Altan birî
15:47 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat binçavkirin
15:38 Diyanet propagandeya siyasî didomîne
15:11 8 sal û 6 meh ceza li Hevşaredara Agiriyê Kûbîlay birîn
15:10 'Ronîkirina kuştina Elçî bi vînek siyasî pêkan e’
15:05 10 kesên li Geverê dibin çavan de hatin berdan
14:55 Dozger berdewama girtina Demîrtaş xwest
14:47 Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê hat binçavkirin
14:22 Nexweşê pençeşêra kolonê Devrîm Ayik roj bi roj dihele
14:06 Yûnanîstanê Tirkiyeyê hişyar kir: Wê careke din bersiva me ne aştiyane be
14:03 Rojnameger Denîz Yucel hat berdan
13:45 6 zarok li Êlihê binçav kirin
13:39 Wezîr Rex Tillerson: Ger azadiya çapemenî û darazê hebe têkilî dê bidomin
13:26 Dozger rojên binçavkirina Gokkan dirêj kirin
12:47 HDK û HDP’î sewqî edliyê kirin
12:46 Newroz li ku ye?
12:45 Karkerê ji înşeatê ket mir
12:28 Balafir li Îzmirê ket, 2 pîlot mirin
12:23 11 rojin ji ber polîsên cemaetê di bin çavan de ne
12:10 ‘Li Tirkiye ji bo jinên penaber şertên guncav tune'
12:10 Demîrtaş: KCD ne alîgirê tundiyê ye, li dijî tundiyê ye
12:00 Mîhrîcana Fîlmên Japon dest pê dike
11:36 Girtiyên jimartina leşkerî qebûl nekirin hatin derpkirin
11:32 Pêşî kurê xwe yê astengdar kuşt, paşê întihar kir
10:56 Derket holê ku Balci ya winda bûbû hatiye kuştin
10:12 Muslim: Tirkiye bi çekên we xwîna me dirijîne
09:54 Jinên dersimî çirayên xwe ji bo aştiyê vêdixin
09:16 Ozgur Amed: Desthilatdarî bi manşet û manîpulasyonê operasyonê bi rêve dibe
09:15 Çelîkkan: Divê berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe
09:10 'Di sanayiya parastinê de pergala hewzê ava kirin'
09:09 'Em ê darên xwe nekin qurbana projeyê'
09:08 Gergerlîoglu: Eniya nijadperest Tirkiyeyê paşve dibe
09:08 Karkerên Kod-A'yê: Ne 137 roj, dê hezar û 37 roj bidome...
09:07 Gardiyanên Girtîgeha Tarsusê: Em ê vir vegerênin Efrînê
09:06 Tîcarên sewalan vala diçin û vala vedigerin
09:05 Dadgeha Bilind cezayê 14 siyasetmedarên kurd erê kir
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018'AN
15/02/2018
21:48 Heyeta Ewropaye bi HDP'e re civîn pêk ani
18:01 Malbatên Roboskê: Edalet bi qebûlkirina rastiyan pêk tê
17:23 Gelê Kobanê: Serkeftina Efrînê misogeriya azadiya Ocalan e
17:07 Bi hezaran gelên Qamîşlo 15’ê Sibatê şermezar kirin
17:02 Tîllerson: Çekên ji YPG’ê bên sitendin tune ne
16:36 Bi hezaran kes tev li mitînga Cindirêsê bûn
16:34 Daxwaza berata akademîsyenan hat redkirin
16:25 Doza Şahîn Oner 5 sal şûnde dest pê kir: Polîsê bersûc tev li danişînê nebû
16:11 Polîsan cezayê pere li dikankaran birîn
16:04 Yek ji damezrînerên ÎHD’ê Çekmecî jiyana xwe ji dest da
15:27 Yên êrîşî avahiya HDP’ê kirin gardiyan û xebatkarên şaredariyê ne
15:20 ‘Li girtîgehên Herêma Marmarayê pirsgirêk pir zêde bûne'
15:07 Çalakgerên 15 Sibatê şermezar kirin: Çareserî rakirina tecrîdê ye
14:59 Ji parêzeran re negotin lê ji AA'yê re gotin
14:26 Polîsan bi ser Weşanxaneya Aramê de girt
13:51 Qeyûmê Şaredariya Silopî ji peywîrê hat girtin
13:46 Dadgehê 'mizansena Sûrê' û doza sereke kir yek
13:42 Cerdevanan bersiva Efrînê dan Wezîr: Ger hûn ferz bikin em ê berdin!
13:33 Rojnameger Mavîoglu berat kir
13:23 Hêjmara parêzerên jin di 10 salan de duqat zêde bûn
13:14 Parêzer Mehdî Oztuzun hat berdan
12:55 Demîrtaş: Em bûn serê gunehan ên pêvajoya çareseriyê
12:50 Hêzên ewlekariya Îranê mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Evînê kirin
12:37 3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin
12:16 Ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd deklerasyon
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’
11:36 Parêzarên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:34 'Vê vînê li bajarên şoreşê çi kir, dê li Efrînê jî wisa bike’
11:28 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
11:27 'Çalakiyê rêya me ronî kir'
11:20 ‘Hûn bi kurdî baixivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin’
11:10 Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû
10:50 Malbatên ku komeleya wan hat girtin: Careke din em qetil kirin
10:37 ‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’
09:59 Parêzer Oztuzun: Ocalan ji bo gelan siûd e
09:57 Parlementer Atalan: Qeyûm biryara xirakirina mala şînê ya Êzidiyan da
09:20 ‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’
09:12 Mexdûrên erdheja Wanê 2 mehin di sermayê de dijîn
09:11 Derhênerê fîlmê Zer: Ji hunerê ditirsin
09:10 Îşkenceya derûnî û fîzîkî li girtiyan dikin
09:09 Karkerên Akkîmê 200 roj in li mafê xwe digerin
09:09 Efrînîyan Erdogan hişyar kir: 300 hezar koçberên li Efrînê kî ne?
09:08 Eroglu: Cilên yek tîp wekî zirxê ku mirovan difetisîne
09:08 Ata: Ocalan komplo pûç kir, lê niha bi êrîşa li dijî Efrînê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018'AN
14/02/2018
23:23 Bi çekê êrîşî avahiya HDP'ê kirin
22:03 Demîrtaş: Derbeyê jî û kesên parlamento bombe kirin jî hûn dadirizîni
20:20 Endamê Meclisa PAK'e Mehmet Ermîş binçav kirin
19:26 Îdiaya li Girtîgeha Osmaniyeyê îşkence li girtiyan dikin
18:03 Prof.Dr. Baskin Oran xwest doz li Erodgan vebe
17:30 Dadgehê dîsa daxwaza girtina bersûcên doza mirina Kaceroglû red kir
16:54 Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke'
16:42 Mîmar Alev Şahin hat berdan
16:22 Parêzerê Ocalan, Mehdî Oztuzun hat binçavkirin
16:03 'Azadiya Ocalan dê aştî û çareseriyê bîne’
15:48 Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir
15:38 Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye
15:10 Îdianameya têkildarî mirina 2 zarokên biçûk hat amadekirin
15:01 'Girtina komeleya me nedîtina hovîtiyê ye’
14:46 ‘Nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan’
14:36 Ji ber got ‘Ji şer re na’ hat girtin