Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir

  • rojane
  • 14:21 12 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Şandeya Başûrê Kurdistanê Efrîn ziyaret kir. Şande piştî duh gihişt Efrînê û bi girseyî hat pêşwazîkirin, îro civîna çapemeniyê pêk anî û Berxwedana Efrînê silav kir. 

 
 Şandeya parlemanterên Başûrê Kurdistanê ku şevê din gihîşt Efrînê îro civîneke çapemeniyê lidar xist. Endam û nûnerên parlemanterên Partî Demokratî Kurdistan, Yekîtî Niştimanî Kurdistan, Yekîtî Îslamî, Tevgera Goran û Partiya Komînîst di heyetê de cih girtin. Heyet ji aliyê girseyeke mezin a Efrînê ve hatin pêşwazî kirin. Heyetê îro li ber Navenda Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi civîna çapemeniyê bername û armanca xwe ya ji serdana Efrînê eşkere kirin. Heyetê berxwedana gelê Efrînê silav kir. Gelek rojnamegerên çapemeniya herêmê û çîhanê beşdarî civînê bûn û civîn şopandin. Di civîna çapemeniyê de rojnamegeran têkildarî serdanê pirs ji parlementerên Başûr kirin. Şandeya Başûr di civîna çapemeniyê de îşaret girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd. Heyetê piştgiriya xwe da Efrînê û berxwedana gelê Efrîn û şervanan ya li dijî dagirkeriyê slav kirin. Heyetê wiha got: “Wê dagirkerên Kurdistanê têk biçin.”
 
Di civînê de hevserokên Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa û Osman Şêx Îsa, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seîd Yûsif, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mistefa Hesen, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Daliya Henan, Serokê Desteya Karûbarên Derve Silêman Cafer û bi dehan rojnamevan beşdar bûn.
 
Di destpêka civînê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a kantona Efrînê Hêvî Mistefa bixêrhatina şandeya parlemanê kir û got ku berxwedana Efrînê dîroka herêmê dinivîse û hemû welatiyên herêmê bi lehengî li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ber xwe dide.
 
Hêvî di axaftina xwe de got ku serdana parlemanterên Başûrê Kurdistanê ya Efrînê ji giştî cîhanê re hate piştrastkirin ku Efrînê ne bi tenê ye û hemû gelên azadîxwaz piştgiriya Efrînê dikin û wiha anî ziman: “Bingeha hêz û îradeya me berxwedana welatiyan û alîkariya wan bi şervanan re ye.”
 
Piştre parlemanteran diyar kirin ku welatiyên Efrînê ji giştî cîhanê re îspat kirin ku berxwedana wan ji hemû aliyên dijmin xurttir e û berxwedana serdemê ya Efrînê buha nirxandin û gotin ku serkeftina berxwedana Efrînê serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê ye.
 
Şandeyê destnîşan kir ku di vê dema niha de pêwîstî bi xurtkirina hevgirtina aliyên Kurdî heye da ku bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî alîkariya berxwedanê bikin û nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û dane xuyakirin ku ew weke parlemanter bi temamî amade ne alîkariya welatiyên Efrînê bikinn û ambargoya li ser wê bişkînin.
 
Şandeyê bêdengiya civaka navnetewî li hemberî destdirêjiya li dijî Efrînê şermezar kir.
 
Piştre parlemanteran pirsên rojnamevanan bersivandin. Di nava bersivan de parlemanteran diyar kirin ku piştgiriya wan bi berxwedana Efîrnê re ne tenê siyasî û manewî ye lê belê dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ambargoya li ser Efrînê bişkînin û dê civaka navnetewî agahdar bikin da ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin û van êrîşên hovane li dijî herêmê rawestînin.
 
Li ser pirsa ku balyozkarê Tirk li Hewlêrê hişyarî daye parlmanê eger piştgiriya berxwedana Efrînê bike, parlemanteran diyar kirin ku parlemana Başûrê Kurdistanê saziyeke serbixwe ye û nûnertiya hemû pêkhateyên Başûrê Kurdistanê dike û hemû xebatên wan li gorî qanûnên parlemana Kurdistanê ya sala 2005’an e û alîkariya bi kantonên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re erka wan e. Parlemanteran her wiha destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî welatiyên sivîl şermezar kirin û diyar kirin ku Tirkiye hemû pîvanên navnetewî û qanûnên mafên mirovan binpê dike.
 

Sernavên din

14/02/2018
14:00 Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê
13:21 Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin
13:11 Dayika 5 caran Ocalan li Helebê dît, qala Ocalan kir
12:50 Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir
12:49 Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir
12:16 Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:06 Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin
11:08 Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin
11:01 Walîtiya Amedê 176 gund qedexe kir
10:46 Tenê destûr da 20 kesan ku danişîna Demîrtaş bişopînin
10:28 TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne
10:12 6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin
09:59 Li Îzmîrê mirineke gumanbar
09:43 Palandoken: Ji bo cezayekê giran bê dayîn em tê dikoşin
09:36 ‘Efrîn Gazze ye'
09:17 Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e
09:15 Wezareta Karên Hundir: Kuştina Zekî Acar li gorî huqûqê ye
09:12 Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin
09:12 Ji bo fatîheyekê 5 TL didin!
09:11 Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite
09:10 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:09 Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn
09:09 ‘Sîxuriyê’ li ser xebatkara rojnameyê ferz dikin
09:08 Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBAT 2018'AN
13/02/2018
22:06 Maşîneya leşkerî li mînîbûsa karkeran qeliband: 4 kes mirin
19:36 Di bombebarana Efrînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
18:39 Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
18:37 Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû
18:10 Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn
17:13 Serlêdana ji bo hevdîna bi Ocalan re cara 730'emîn red kirin
17:02 Serpil Kemalbay binçav kirin
16:45 Ciwanên Tebqayê Efrîn silav kir
16:15 Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin
16:15 'Gelê Hatayê ji şer bêzar bûye’
16:07 18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn
15:58 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 15'ê Sibatê de dikevin grevê
15:51 Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin
15:17 Hejmara binçavkirinan derket 17’an
14:52 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat berdan
14:50 Polîsan bi ser mala Serpîl Kemalbay de girt
14:49 Li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûn
14:37 Li Efrînê mala dîrokî ya Betal Axa Kînc hat rûxandin
14:35 HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
13:51 Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê
13:50 'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’
13:49 Îro jî 15 akademîsyen hatin darizandin
13:30 Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in
13:22 Di doza Dînk de, bi hinceta 'Bylock' bi kar neanîne 2 kes hatin berdan
13:08 ‘Berxwedanê gelek plan pûç kir'
13:04 Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê
13:03 Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn
12:39 ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’
12:28 Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan
12:24 'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin
12:22 Mamedoglu: Piştî em bên ser peywirê emê navê kurdî dîsa daliqînin
12:21 Amedî: Şerê li dijî Efrînê ji bo qoltix û qesrê ye
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:12 Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê: Biryara girtina Komeleyê dê me bêtir geş bike
11:52 Şaredarê CHP'ê piştî piştgirî da Efrînê beraet kir
11:51 27 dibistanên Efrînê kirin hedef, 13 xwendekar kuştin
11:47 Polîsan li Meletiyê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin