Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê

  • rojane
  • 13:07 12 Sibat 2018
  • |
img

EFRÎN - Fermandarê Ceyş El Suwar Mihemed Zaza, diyar kir ku bi êrîşên TSK’ê yên li ser Efrînê re tu têkiliya wan û OSO bi hevre tuneye û wiha got: “Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe me hemûyan dike maşik. Komên girêdayî xwe avakirine. AKP'ê, DAIŞ û El Nusra veguherandine OSO’yê.”

Êrîşên  Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên hevakarên wê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ên li ser Efrînê di roja 24’an de jî berdewam dikin. Hezên di bin banê (Artîşa Şoreşgeran) Ceyş El Suwar de kom bûn, diyar kirin ku OSO’yên rast ew bi xwene û wiha gotin: “Ji bo şoreşa Sûriyeyê em têdikoşin. Ên ku êrîşî Efrînê dikin, DAIŞ’ên ‘netewî û xwe cihî’ yên Erdogan û Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku navê wê yê berê El Nusra bû. 
 
‘AKP’Ê JI ME XWEST EM JÎ ŞER BIKIN’
 
Yek ji fermandarên Ceyş El Suwar Mihemed Zaza ku ji navçeya Nahsen a Îdlîbê ye, diyar kir ku ew beşdarî şoreşa Sûriyeyê bûye û wiha axivî: “Li Îdlîbê sala 2013’an me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Berê em bi Tirkiyeyê re dinava  têkiliyan debûn. Piştî DAIŞ pêşket û şûn de Tirkiyeyê li dijî me polîtîkayên xwe guhertin.”
 
Zaza, bal kişand ser daxwazên Tirkiyeyê yên berî ji wan kirin û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê berê ji me xwest em li Kobanê û Girê Spî şer bikin. Tirkiyeyê xwest em li dijî kurdan şer bikin. Me weke Mertalên Firatê kom avakir. Em jî dest pê kê  li wir bûn, lê gava Nusracî hatin, em ji wir derketin. Nusraciyên payebilind ên li Îdlîbê, niha hemû li Tirkiyeyê ne. Niha hemû dibêjin ew OSO’yîne. Lê ne raste. Em hemû ji Sûriyeyê ne. Ên ku niha li dijî Efrînê şer dikin ne OSO ne, DAIŞ û Nusracîne. OSO gel û baweriyan ji hev cûda nakin. Ji bo tevahiya  Sûriyeyê şer dikin. Tirkiye hewl dide ji bo berjewendiyên xwe em hemûyan bixapîne. AKP’ê DAIŞ û El Nusra veguherandin OSO’yê.”
  
‘KURD DOSTÊN ME NE’
 
Zaza, bang li Sûriyeyiyên dibin navê OSO de êrîşî Efrînê dikin jî kir û wiha bilêv kir: “Cindirêz, Reco, Bilbilê, Şiya û Şêrewan jî axa Sûriyeyê ne. Li dijî kurdan şer nekin, ew dostên mene. Dixwazin em şerê hev bikin. Gava me dest vê rêyê kir, me gotibû em ê rejîma Baasê ya zilmê li gelan dikin têk bibin. Armanca me ne ew e ku em êrîşê kurdên mezlum bikin û wan bikuşin. Divê hemû kes vê yekê bibîne û bi zanibe.”
 
‘XWESTIN ME TUNE BIKIN’
 
Yek ji fermandarên herêmê yê OSO yê ji Îdlîbê Ehmed Zeytar jî, diyar kir ku HTŞ dixwaze OSO’yê bi xwe ve girê bide û wiha axivî: “Ji ber vê yekê gelek caran êrîş kirin. Ji ber van êrîşan gelek hevalên me hatin qetilkirin. Dûre em derbasî Efrînê bûm û beşdarî Ceyş El Suwar (Artêkaş Şoreşgeran” bûm. 
 
‘EW NE OSO NE’ 
 
Zeytar, da zanîn ku dibêjin li dijî hêzên QSD’ê OSO şer dike û wiha axivî: “Tiştekê wiha tuneye. Ew hemû komên çeteyane. Em wan hemûyan baş nas dikin. Ji Efrîqayê, Yemenê, Sîna, Ozbekîstan û Tacîkîstanê hatin û dibin navê OSO de şer dikin. OSO’yên rast li virin. Cihê xwe ligel gelên Sûriyeyê digirin. Li wir OSO’yek tenê jî tuneye. Dixwazin wan li Îdlîb û Efrînê bidin şer kirin. Divê kes neyê vê yekê. Em ê van polîtîkayan vale derbixin.”
 
MA / Nazim Daştan- Selamî Aslan

Sernavên din

14/02/2018
14:00 Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê
13:21 Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin
13:11 Dayika 5 caran Ocalan li Helebê dît, qala Ocalan kir
12:50 Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir
12:49 Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir
12:16 Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:06 Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin
11:08 Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin
11:01 Walîtiya Amedê 176 gund qedexe kir
10:46 Tenê destûr da 20 kesan ku danişîna Demîrtaş bişopînin
10:28 TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne
10:12 6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin
09:59 Li Îzmîrê mirineke gumanbar
09:43 Palandoken: Ji bo cezayekê giran bê dayîn em tê dikoşin
09:36 ‘Efrîn Gazze ye'
09:17 Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e
09:15 Wezareta Karên Hundir: Kuştina Zekî Acar li gorî huqûqê ye
09:12 Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin
09:12 Ji bo fatîheyekê 5 TL didin!
09:11 Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite
09:10 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:09 Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn
09:09 ‘Sîxuriyê’ li ser xebatkara rojnameyê ferz dikin
09:08 Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBAT 2018'AN
13/02/2018
22:06 Maşîneya leşkerî li mînîbûsa karkeran qeliband: 4 kes mirin
19:36 Di bombebarana Efrînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
18:39 Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
18:37 Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû
18:10 Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn
17:13 Serlêdana ji bo hevdîna bi Ocalan re cara 730'emîn red kirin
17:02 Serpil Kemalbay binçav kirin
16:45 Ciwanên Tebqayê Efrîn silav kir
16:15 Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin
16:15 'Gelê Hatayê ji şer bêzar bûye’
16:07 18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn
15:58 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 15'ê Sibatê de dikevin grevê
15:51 Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin
15:17 Hejmara binçavkirinan derket 17’an
14:52 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat berdan
14:50 Polîsan bi ser mala Serpîl Kemalbay de girt
14:49 Li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûn
14:37 Li Efrînê mala dîrokî ya Betal Axa Kînc hat rûxandin
14:35 HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
13:51 Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê
13:50 'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’
13:49 Îro jî 15 akademîsyen hatin darizandin
13:30 Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in
13:22 Di doza Dînk de, bi hinceta 'Bylock' bi kar neanîne 2 kes hatin berdan
13:08 ‘Berxwedanê gelek plan pûç kir'
13:04 Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê
13:03 Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn
12:39 ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’
12:28 Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan
12:24 'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin
12:22 Mamedoglu: Piştî em bên ser peywirê emê navê kurdî dîsa daliqînin
12:21 Amedî: Şerê li dijî Efrînê ji bo qoltix û qesrê ye
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:12 Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê: Biryara girtina Komeleyê dê me bêtir geş bike
11:52 Şaredarê CHP'ê piştî piştgirî da Efrînê beraet kir
11:51 27 dibistanên Efrînê kirin hedef, 13 xwendekar kuştin
11:47 Polîsan li Meletiyê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin