AMED - Kesekî ku karê boyaxkirina pêlavan dike li Farqînê hat binçavkirin. 
	Polîsan welatî Recep Gunduz ê li Farqînê bi karê boyaxkirina pêlavan debara xwe dike li qehwexaneyeke li ser Cadeya Gazî binçav kirin. 
	Hat hînbûn ku Gunduz ê sedemê binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Farqînê. Hat diyarkirin ku  ji bo Gunduz hevdîtina parêzaran hatiye sînorkirin. 
