Li Farqînê kesek hat binçavkirin 2021-09-20 16:36:34 AMED - Kesekî ku karê boyaxkirina pêlavan dike li Farqînê hat binçavkirin.    Polîsan welatî Recep Gunduz ê li Farqînê bi karê boyaxkirina pêlavan debara xwe dike li qehwexaneyeke li ser Cadeya Gazî binçav kirin.    Hat hînbûn ku Gunduz ê sedemê binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Farqînê. Hat diyarkirin ku  ji bo Gunduz hevdîtina parêzaran hatiye sînorkirin.