Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be

  • rojane
  • 09:05 18 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - Songul Îlker a dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat ku gelek nexweşîn lê peyda bûne, bal kişand ser binpêkirinên mafan û got: "Divê rojeva derve girtiyên nexweş be." 
 
Ekîm Polat ku di sala 2016'an de li Stenbolê hat girtin û di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de ye, ji ber rêvebiriya DHKP-C'ê 24 sal ceza lê hatiye birîn. Polat ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê gelek caran ketiye grevên birçîbûnê. Polat herî dawî di 8'ê Hezîranê da ji bo rakirina astengiyên ji bo pirtûkan, sewqên nexweşxaneyê û bidawîbûna zext û îşkenceyê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî ku îdareya girtîgehê biryar da ku dê daxwazên wî bên qebûlkirin çalakiya xwe di roja 90'î de bi dawî kir. 
 
Polat di lîsteya girtiyên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Dêya wî Sngul Îlker, têkildarî tenduristiya kurê xwe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî. 
 
DI 5 SALAN DE 5 GIRTÎGEH 
 
Dayik Îlker, anî ziman ku kurê wê di sala 2016'an de gava çûye Îkîtelliyê cem bavê xwe hatiye binçavkirin û bi angaştên "pûç" hatiye girtin û piştî hatiye girtin sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin. Îlker got: "Gava hat girtin hefteyekê di Girtîgeha Metrîsê de me. Paşê wî birin Girtîgeha Sîlîvriyê 
 li vir jî sal û nîvekê ma. Ji vir jî wî sirgûnî Girtîgeha Bandirmayê kirin. Li vira jî ji ber daxwaza wî ya guherandina qawîşê û ji ber greva birçîbûnê wî sewqî Girtîgeha Akhîsarê kirin. Ji vir jî herî dawî wî sirgûnê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê kirin." 
 
NEXWEŞÎNÊN WÎ ZÊDE BÛN
 
Îlker, destnîşan kir ku li derve tenê nexweşîna hormona mezinbûnê bi kurê wê re hebûye û got: "Gava hat girtin nehat tedawîkirin. Ji ber vê îhtimala ku pençeşêr lê peyda bibe û felcî bibe pir zêde ye. Li girtîgehê nexweşîna dilî hîpertansiyon, KOAH, heladina hestiyan jî lê peyda bû. Çavên wî xera bûne. Li girtîgehê gava hat îşkencekirin qeyrana dil derbas kir." 
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Îlker, bilêv kir ku li girtîgehê kurê wê gelek caran ji ber binpêkirinên mafan ketiye greva birçîbûnê û got: "Rojname û pirtûkan baş andin wan. Hefteya borî hevdîtin hebû, lê bi hinceta 'guherandina hucreyê' hat astengkirin. Girtîgehê li gor dilê xwe bi rê ve dibin. Ji bo tiştên tên serê wî ji min re nebêjeî hevdîtina bi telefonê jî asteng dikin." 
 
Dayik Îlker, anî ziman ku di dema greva birçîbûnê lazmatiyên kurê wî nedanê û got: "Girtiyekî pir nexweş 90 rojî di greva birçîbûnê de dimîne, dibe ku ji nişkave ve dilê wî bisekine. Li Denîzliyê ji ber ku ket greva birçîbûnê wî xistin korîdora edliyan. Ev hewldana ji bo kuştinê ye. Gardiyan gefan lê dixwin û dibêjin, 'Em ê rê te bidin bê ka çi çi ye.' Tu ewlehiya girtiyên siyasî yên li wir tune ye. Ez naxwazim kurê min ji dest min biçe." 
 
Dayik Îlker, destnîşan kir ku mafê dermankirinê yê kurê wê jî tê astengkirin û dermanên ku divê bi kar bîne jî nadin wî. 
 
DIVÊ ROJEV GIRTIYÊN NEXWEŞ BE
 
Îlker, destnîşan kir ku li hundir hin girtiyên nexweş ên din jî hene û got: "Ekîm girtiye û ez li derve me. Tiştên nebaş tên serê me. Ji min re dibêje, 'li vir me bi mirinê re rû bi rû hiştine.' Divê rojeva derve girtiyên nexweş be. Parêzvanên mafên mirovan û parlementer divê serdana girtiyên nexweş bikin ji bo pirsgirêkên wan divê çareyekê peyda bikin." 

Sernavên din

16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû