Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be 2021-09-18 09:05:35   STENBOL - Songul Îlker a dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat ku gelek nexweşîn lê peyda bûne, bal kişand ser binpêkirinên mafan û got: "Divê rojeva derve girtiyên nexweş be."    Ekîm Polat ku di sala 2016'an de li Stenbolê hat girtin û di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de ye, ji ber rêvebiriya DHKP-C'ê 24 sal ceza lê hatiye birîn. Polat ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê gelek caran ketiye grevên birçîbûnê. Polat herî dawî di 8'ê Hezîranê da ji bo rakirina astengiyên ji bo pirtûkan, sewqên nexweşxaneyê û bidawîbûna zext û îşkenceyê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî ku îdareya girtîgehê biryar da ku dê daxwazên wî bên qebûlkirin çalakiya xwe di roja 90'î de bi dawî kir.    Polat di lîsteya girtiyên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Dêya wî Sngul Îlker, têkildarî tenduristiya kurê xwe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî.    DI 5 SALAN DE 5 GIRTÎGEH    Dayik Îlker, anî ziman ku kurê wê di sala 2016'an de gava çûye Îkîtelliyê cem bavê xwe hatiye binçavkirin û bi angaştên "pûç" hatiye girtin û piştî hatiye girtin sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin. Îlker got: "Gava hat girtin hefteyekê di Girtîgeha Metrîsê de me. Paşê wî birin Girtîgeha Sîlîvriyê   li vir jî sal û nîvekê ma. Ji vir jî wî sirgûnî Girtîgeha Bandirmayê kirin. Li vira jî ji ber daxwaza wî ya guherandina qawîşê û ji ber greva birçîbûnê wî sewqî Girtîgeha Akhîsarê kirin. Ji vir jî herî dawî wî sirgûnê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê kirin."    NEXWEŞÎNÊN WÎ ZÊDE BÛN   Îlker, destnîşan kir ku li derve tenê nexweşîna hormona mezinbûnê bi kurê wê re hebûye û got: "Gava hat girtin nehat tedawîkirin. Ji ber vê îhtimala ku pençeşêr lê peyda bibe û felcî bibe pir zêde ye. Li girtîgehê nexweşîna dilî hîpertansiyon, KOAH, heladina hestiyan jî lê peyda bû. Çavên wî xera bûne. Li girtîgehê gava hat îşkencekirin qeyrana dil derbas kir."    HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN   Îlker, bilêv kir ku li girtîgehê kurê wê gelek caran ji ber binpêkirinên mafan ketiye greva birçîbûnê û got: "Rojname û pirtûkan baş andin wan. Hefteya borî hevdîtin hebû, lê bi hinceta 'guherandina hucreyê' hat astengkirin. Girtîgehê li gor dilê xwe bi rê ve dibin. Ji bo tiştên tên serê wî ji min re nebêjeî hevdîtina bi telefonê jî asteng dikin."    Dayik Îlker, anî ziman ku di dema greva birçîbûnê lazmatiyên kurê wî nedanê û got: "Girtiyekî pir nexweş 90 rojî di greva birçîbûnê de dimîne, dibe ku ji nişkave ve dilê wî bisekine. Li Denîzliyê ji ber ku ket greva birçîbûnê wî xistin korîdora edliyan. Ev hewldana ji bo kuştinê ye. Gardiyan gefan lê dixwin û dibêjin, 'Em ê rê te bidin bê ka çi çi ye.' Tu ewlehiya girtiyên siyasî yên li wir tune ye. Ez naxwazim kurê min ji dest min biçe."    Dayik Îlker, destnîşan kir ku mafê dermankirinê yê kurê wê jî tê astengkirin û dermanên ku divê bi kar bîne jî nadin wî.    DIVÊ ROJEV GIRTIYÊN NEXWEŞ BE   Îlker, destnîşan kir ku li hundir hin girtiyên nexweş ên din jî hene û got: "Ekîm girtiye û ez li derve me. Tiştên nebaş tên serê me. Ji min re dibêje, 'li vir me bi mirinê re rû bi rû hiştine.' Divê rojeva derve girtiyên nexweş be. Parêzvanên mafên mirovan û parlementer divê serdana girtiyên nexweş bikin ji bo pirsgirêkên wan divê çareyekê peyda bikin."