Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne

img
KONYA - Hevserokê HDP'a Konyayê Giyasettîn Almaz, destnîşan kir ku komkujiya nîjadperest encama gotinên nefretê yên siyasetê ye û got ku Zimanê siyasetê yê nîjadperest û mîlîtarîst êrişên nîjadperest pêk tîne.
 
Di 30'ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk hat û di êrişê 4 jê jin 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Rexmî ku nasnameya kujer hatiye tespîtkirin û di ser êrişê de 5 roj derbas bûne jî hê nehatiye girtin. Komkujiya Konyayê, ji aliyê hikûmet û çapameniya wê ve weke "nelihevkirinê" tê nîşandan lê bi daxuyaniyê ku xizmên malbata Dedeogûllari didin û îfadeyên ferdên malbatê yên beriya qetilkirina xwed dane aşkera derdixin holê ku êriş ji ber sedemên nîjadperestî pêk hatiye. 
 
NEFRET TÊ ÇANDIN 
 
Êrişên nîjadperest ên li bajar pêk tên û rewşa li bajar, me bi Hevserokê HDP'a Konyayê Giyasettîn Almaz re nîqaş kir. Almaz, di destpêka axaftina xwe de qala rewşa malbata Dedeogûllari kir û da zanîn ku malbat bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dike û wiha got: "Êrişa li dijî malbatê bêyî zimanê cihêkar ê siyasetê nikare bê nirxandin. Bi taybetî li herêmên ku rewşa aborî ne baş e û asta perwerdeyê kêm e ev ziman bibandor e. Di nav mirovan de nefrtet pir zû tê çandin. Ji ber qrîza aborî mirovan hişê xwe winda kirine. Zimanê cihêkar û nefretê bingeh ji êrişên nîjadperest re amade dike."
 
BINGA ÊRIŞAN
 
Almaz, bi lêv kir ku şermezarnekirina zimanê "nîjadperestî û nefretê" nîşaneya êrîşeke din e û ev tişt anîn ziman: "Di qetilkirina Hakîm Dal de jî em heman tiştî dît. Piştre ev êriş pê hat. Kes nabêje em zimanê nefretê û nîjadperestiyê şermezar dikin. Tenê dibêjin ku êriş ji ber sedemên nîjadî pêk nehatiye. Ev jî bingeha êrişeke din ava dike. Mixabin rastiyê qebûl nakin. Em li qetilkirina malbata Dedeogûllari binêrin. Ji bilî nîjadperestiyê daxuyaniyeke vê heye gelo? Diviya destbilatê bigota, 'Belê ev êrişeke nîjadperestî ye. Ez sos didim ku ez ê vê nîjadperestiyê nelet bikim'. Tiştek wiha nehat bihîstin. Dema ku mirov dibêjin ev êrişeke nîjadperestiye dibêjin, 'Tu propaganda dikî û ber bi cihekî din ve dikişînî'. Qetilkirina 7 mirovan ne ev e gelo?"
 
HEWLDANÊN MALBATÊ
 
Di berdewamê de Almaz, destnîşan kir ku piştî êrişa 12'ê gulanê bi malbata Dedeogûllari re hevdîtin kirine û têkildarî vê hevdîtinê ev tişt gotin: "Di 12'ê gulanê de 7 kesên hatine qetilkirin giran birîndar bûbûn. Rexmî vê jî malbatê tenê aramiyê xwest. Ji ber ku derbasî saziyên edlî bû malbat li benda encamê sekinî û qet kîn û nefretê nekir. Heta me bi wan re hevdîtin kir ku da wan li hev bînin. Ji me re gotin bûyera wan çûye dadgehê û wê li benda pêvajoya edlî bisekinin. Yaşar Dedeogûllari, ev tişt digot, 'Çêrên ku me xwarin bila ji me re bimînin, lê bila aramiya me xera nebe. Qet zimanê nefretê bi kar nanî. Ji bo ku ev rewş çênebe gelek hewldan dan."
 
PIRSGIRÊK ZIMANÊ DESTHILATÊ YE
 
Almaz, got ku l Konyayê pirsgirêka gelan a bi hev re tuneye lê zimanê desthilatê yê nîjadperest û mîlîtarîst êrişên nîjadperest pêk tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke siyaset terka zimanê nîjadperest û cihêkar bike, pirsgirêka gelan a bi hev re tune ye. Zarokên me li heman dibistanî dixwînin û ji heman kaniyê av vedixwin. Nîjadperestî tê sorkirin. Heke gelê vir neyê sorkirin, ne bawerim ku êrişên nîjadperest pek bînin. Pirsgirek zimanê siayetê û desthilatê ye. Heke zimanê siyasetê wiha bidome, em tev li vir bi diltirs bin û ewlehiya canê yekî ji me jî tunebe. Divê cezayên ji bo gotinên nîjadperestî û nefretê bên zêdekirin."
 
MA / Berîvan Altan - Hakan Yalçin
 

Sernavên din

26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir