Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne 2021-08-03 11:48:02   KONYA - Hevserokê HDP'a Konyayê Giyasettîn Almaz, destnîşan kir ku komkujiya nîjadperest encama gotinên nefretê yên siyasetê ye û got ku Zimanê siyasetê yê nîjadperest û mîlîtarîst êrişên nîjadperest pêk tîne.   Di 30'ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk hat û di êrişê 4 jê jin 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Rexmî ku nasnameya kujer hatiye tespîtkirin û di ser êrişê de 5 roj derbas bûne jî hê nehatiye girtin. Komkujiya Konyayê, ji aliyê hikûmet û çapameniya wê ve weke "nelihevkirinê" tê nîşandan lê bi daxuyaniyê ku xizmên malbata Dedeogûllari didin û îfadeyên ferdên malbatê yên beriya qetilkirina xwed dane aşkera derdixin holê ku êriş ji ber sedemên nîjadperestî pêk hatiye.    NEFRET TÊ ÇANDIN    Êrişên nîjadperest ên li bajar pêk tên û rewşa li bajar, me bi Hevserokê HDP'a Konyayê Giyasettîn Almaz re nîqaş kir. Almaz, di destpêka axaftina xwe de qala rewşa malbata Dedeogûllari kir û da zanîn ku malbat bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dike û wiha got: "Êrişa li dijî malbatê bêyî zimanê cihêkar ê siyasetê nikare bê nirxandin. Bi taybetî li herêmên ku rewşa aborî ne baş e û asta perwerdeyê kêm e ev ziman bibandor e. Di nav mirovan de nefrtet pir zû tê çandin. Ji ber qrîza aborî mirovan hişê xwe winda kirine. Zimanê cihêkar û nefretê bingeh ji êrişên nîjadperest re amade dike."   BINGA ÊRIŞAN   Almaz, bi lêv kir ku şermezarnekirina zimanê "nîjadperestî û nefretê" nîşaneya êrîşeke din e û ev tişt anîn ziman: "Di qetilkirina Hakîm Dal de jî em heman tiştî dît. Piştre ev êriş pê hat. Kes nabêje em zimanê nefretê û nîjadperestiyê şermezar dikin. Tenê dibêjin ku êriş ji ber sedemên nîjadî pêk nehatiye. Ev jî bingeha êrişeke din ava dike. Mixabin rastiyê qebûl nakin. Em li qetilkirina malbata Dedeogûllari binêrin. Ji bilî nîjadperestiyê daxuyaniyeke vê heye gelo? Diviya destbilatê bigota, 'Belê ev êrişeke nîjadperestî ye. Ez sos didim ku ez ê vê nîjadperestiyê nelet bikim'. Tiştek wiha nehat bihîstin. Dema ku mirov dibêjin ev êrişeke nîjadperestiye dibêjin, 'Tu propaganda dikî û ber bi cihekî din ve dikişînî'. Qetilkirina 7 mirovan ne ev e gelo?"   HEWLDANÊN MALBATÊ   Di berdewamê de Almaz, destnîşan kir ku piştî êrişa 12'ê gulanê bi malbata Dedeogûllari re hevdîtin kirine û têkildarî vê hevdîtinê ev tişt gotin: "Di 12'ê gulanê de 7 kesên hatine qetilkirin giran birîndar bûbûn. Rexmî vê jî malbatê tenê aramiyê xwest. Ji ber ku derbasî saziyên edlî bû malbat li benda encamê sekinî û qet kîn û nefretê nekir. Heta me bi wan re hevdîtin kir ku da wan li hev bînin. Ji me re gotin bûyera wan çûye dadgehê û wê li benda pêvajoya edlî bisekinin. Yaşar Dedeogûllari, ev tişt digot, 'Çêrên ku me xwarin bila ji me re bimînin, lê bila aramiya me xera nebe. Qet zimanê nefretê bi kar nanî. Ji bo ku ev rewş çênebe gelek hewldan dan."   PIRSGIRÊK ZIMANÊ DESTHILATÊ YE   Almaz, got ku l Konyayê pirsgirêka gelan a bi hev re tuneye lê zimanê desthilatê yê nîjadperest û mîlîtarîst êrişên nîjadperest pêk tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke siyaset terka zimanê nîjadperest û cihêkar bike, pirsgirêka gelan a bi hev re tune ye. Zarokên me li heman dibistanî dixwînin û ji heman kaniyê av vedixwin. Nîjadperestî tê sorkirin. Heke gelê vir neyê sorkirin, ne bawerim ku êrişên nîjadperest pek bînin. Pirsgirek zimanê siayetê û desthilatê ye. Heke zimanê siyasetê wiha bidome, em tev li vir bi diltirs bin û ewlehiya canê yekî ji me jî tunebe. Divê cezayên ji bo gotinên nîjadperestî û nefretê bên zêdekirin."   MA / Berîvan Altan - Hakan Yalçin