Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be

  • rojane
  • 10:13 26 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE - Malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê hat Enqerê, piştî hevdîtinên kirin vegeriya Rihayê. Malbatê, diyar kir ku heya rastî derbikevin holê, ewê têkoşîna xwe dewam bikin. Malbat li bendêye ku di 2’yê Cotmehê de, her kes beşdarî 2’yemîn danişîna li Meletiyê bê dîtin, bibin.

 
Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de, hevjîn û 2 kurên xwe di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi 2 kurê xwe Ferîd û Mehmet Şenyaşar bi daxwaza edaletê di 15’ê Îlonê de hatin Enqerê.
 
Malbata Şenyaşar 11 rojan li Enqerê ma û bi HDP, CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadetê, Partiya Pêşeraojê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komelya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) re hevdîtin kir. Malbatê di van hevdîtinan de, bêhiqûqî û bêedaletiya rastê hatin û daxwazên xwe anî ziman. 
 
Malbat ji bo ku bi rayedarên Serokkomariyê re hevdîtin bikin çû Qesra Serokkomariyê û li vê derê tenê karî bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtinê bike. 
 
Ferît Şenyaşar ê ku 2 birayên xwe û bavê xwe di êrîşê de winda kirin û di heman demê birayekê wî girtiye, hevdîtinên xwe yên bi rayedaran re kirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê nirxandin. 
 
Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ligel qetilkirina bav û birayên xwe, di heman demê de bûn mexdûrê darizandinek ne adîlane û wiha axivî: “Sereke armanca me ya hatine Enqerê, daxwaza ‘darizandineke adîlane ye.’ Li ser darizandinê, zextek siyasî heye. Ligel ku bi ser bûyerê re 2 sal û 3 meh darbas bûn jî, tu pêşketin tuneye û hîna jî birayê min di girtîgehê deye.” 
 
Şenyaşar, da zanîn ku roja bûyer qewimî li nexweşxanê bi hovîtî û wehşetekê re rûbirû man û wiha got: “Li nexweşxanê sûcekê mirovahiyê hat kirin. Ji bilî nexweşxanê êrîşî ambûlansan jî kirin. Dimenên kamerayan di destên me de hene. Lê hîna jî, bersûc ji aliyê dozger ve tên parastin. Ev rewş êdî wisan dewam nake. Em dixwazin rastî derbikeve holê. Ji bo vê em hatin Enqerê. Heya ku rastî derbikevin holê em têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
SAZIYÊN FERMÎ TENÊ SERLÊDANÊN NIVÎSKÎ GIRTIN
 
Şenyaşar, anî ziman ku wan serî li gelek saziyên fermî dan, lê bi hinceta pandemiyê daxwaza wan a hevdîtinê qebûl nekirin û wiha pê de çû: “Ligel vê yekê jî em çûn Wezareta Dadê, TÎHEK û Qesra Serokkomariyê. TÎHEK’ê hevdîtina rû bi rû qebûl nekir. Lê piştî me derdê xwe ji yên ber derî re vegot, em nû girtin hûndir. Guhdarî me kirin. Me daxwazên xwe yên nivîskî jî pêşkêşî wan kir. Wezareta Dadê jî ji ber pandemiyê hevdîtin qebûl nekir. Em ne girtin hûndir. Me daxwazên xwe yên nivîskî pêşkêşî wan jî kir. Serokkomariyê jî daxwaz me ya hevdîtinê qebûl nekir. Me daxwazên xwe yên bi nivîskî teslîmî rayedarên wê derê jî kir.”
 
AKP Û MHPÊ RENDEVÛ NEDAN
 
Ferît Şenyaşar, bal kişand ser hevdîtinên bi partiyên siyasî re kirin û wiha bilêv kir: “Di hevdîtinên me bi partiyên siyasî re kir de, me bêhiqûqî û bêedaletiya em rastê hatin û hîna jî tên mexdûrkirin vegot. Me ji wan daxwaz kir ku şopdarê doza me bin. Hemû rayedarên partiyan jî gotin ku ewê heya dawiyê şopdarê doza me bin. Partiyên siyasî soz dan me ku wê beşdarî 2’yemîn danişîna me ya di 2’yê Cotmehê de li Meletiyê bê dîtin bibin. HDP û CHP’ê bêtir li ser vî karî rawestiyan. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, diyar kir ku weke partî çi ji destê wan bê ewê bikin û ji bo piştevaniyê amadene. Me ji AKP û MHP’ê jî daxwaza hevdîtinê kir, lê ev daxwaza me qebûl nekirin.”
 
‘EM DIXWAZIN 2’YÊ COTMEHÊ HER KES LI MELETIYÊ BE’
 
Şenyaşar, dest nîşan kir ku rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan jî, ji wan re gotine ku ewê di pêvajoya darizandinê de piştgiriya wan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me bi Serdozgerê Komarê yê berê Îlhan Cîhaner re jî, hevdîtin kir. Dema ku me bûyer jê re vegot, daxwazên me mafdar dît û got ji bo darizandinek adîlane bê kirin, tişta ji destê wî bê ewê bike. Hemû kesan gotin ewê şopdarê doza me bin. Ji bo vê soz dan me. Em dixwazin di danişînê de, biryarek adîlane bê dayîn. Em dixwazin hemû kes bibin dengê me. Em li bendêne ku hemû kes di 2’yê Cotmehê de, li Meletiyê piştgiriya me bikin.” 
 
DAYIKA ŞENYAŞAR: EZ DIXWAZIM KURÊ MIN BERDIN
 
Daxwaza sereke ya dayika Emîne Şenyaşar berdana kurê wê ye. Dayika Şenyaşar, diyar kir ku ew dixwaze di danişîna bê dîtin de kurê wê bê berdin û wiha got: “Em perîşan bûn. 3 kes ji malbata min kuştin û kurêke min jî kirin zindanê. 2 salin kurê min dibin tecrîdê de ye. Li Enqerê 11 rojan me dert û êşa xwe ji her kesî re vegot. Kî guhdarî me dikir, bi me re digirî û xemgîn dibû. Ev êşeke ne pir hêsane. Ev wijdan û edaletek çawane ku hîna jî, kurê min di zindanê de ye. Mala me şewitandin, tar û mar kirin. Êdî dert û kûla min ewe ku kurê  min bê berdan. Berî ku ji qehran bimirim, dixwazim kurê min berdin.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

27/09/2020
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin