Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
- ekolojî
- 13:37 27/5/2021
Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê, leşker û cerdevanan gule li kesên ku li dijî kana mermer derketin reşandin. Leşker û cerdevanan4 gundiyan jî binçav kirin.
Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê, leşker û cerdevanan gule li kesên ku li dijî kana mermer derketin reşandin. Leşker û cerdevanan4 gundiyan jî binçav kirin.
Li Amedê ji ber kêmbarîna baranê gol û bendavên pêdiviyên avê yên xelkê dabîn dikin li ber çikandinê ne. Li Bendava Devegeçîdî ya bi ser navenda Amedê ve ava wê ji nîvî zêdetir kêm bûye û hatiye ber çikandinê.
Li Rihayê darên fisteqan hişk dibin. Cotkar jî li gor quweta xwe hewl didin darên xwe bi xelasiyê bixin.
Li navçeya Elkê, sûlav û çemên ku her sal diherikîn û dîmenên xweş derdixistin holê, îsal ji ber hişkesaliyê zuwa bûn.
Li zozanên Erdîşê, piştî dinya germ bû û berf heliya, kulîlk çiyayan bi rengê zer û şîn dixemilînin.
Di navbera Şirnex û Cizîrê de nêzî 40 tesîsên seridandina komirê hene. Ev tesîr, bandoreke nebaş li tenduristiya mirovan û heywanan dikin û xwezayê qirêj dikin. Şêniyên herêmê xwestin tesîs bar bikin biçin deverine dûrî jîngehan.
Gola Keşîşê ku bi xwezaya xwe mirovan heyr dihêle û qada qulinga ye, niha bi texrîbata serdêran û ziwabûnê re rû bi rû maye.
Li Nisebînê welatiyek kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû û nesla wan li ber qedandinê ye dît.
Li Çiyayê Sûltan Baba yê li navçeya Pulura Dersimê guldexwînan reng dane xwezayê.
Li Erdîşê ava Bendava Morgedîkê ji bo masîpankan dibe cihê xetereyê. Ji ber ku pêşî li ber avê hatiye girtin, masî bê oksîjen dimînin û ev bêoksîjenî jî nahêle masîpank zêde bibin.
Şewata ku duh li pêşên bilind ên Çiyayê Cûdî derketibû hê jî nehatiye vemirandin.
Li navçeya Yenîşehîrê di bin navê "projeya nûkirinê" de dar tên birîn. Hevberdevkê Ekolojiyê yê HDP'a Mêrsînê Îhsan Derînoz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku qada daristanî pişika bajêr e.
Ji bo ku çûyîna Îkîzdereyiyan a kana kevir a tê xwestin lê bê çêkirin asteng bikin, gelek esker û TOMA sewqî heremê hatin kirin.
Walîtiya Rîzeyê ji bo 15 rojan çalakiya gundiyên li navçeya Îkîzdereyê ya li dijî çêkirina kana keviran qedexe kir.