Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
- ekolojî
- 16:04 09/6
Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê li dijî projeya madenê ya li herêmê meş li dar xistin û xwestin xebat bên sekinandin.
Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê li dijî projeya madenê ya li herêmê meş li dar xistin û xwestin xebat bên sekinandin.
Li navçeya Qulpê, li şikefta xwê hem xwê tê hilberandin û hem jî welatî ji bo tenduristiyê diçin şikeftê. Kesên diçin serdana şikefta xwê matmayî dimînin.
Tevî ku gelek lêkolînên zanistî nîşan didin ku krîza avhewayê gefê li zindiyên bi ziwatî, pêlên germê û guhertinên demsalî dixwe û hevberdevkê EGEÇEP'ê Arîf Alî Cangi diyar kir ku bêyî guhertina sîstema aboriyê ya kapîtalîst ku dibe sedema vê krîzê, krîz bi dawî nabe.
Niştecihên gundê Akresê ya girêdayî navçeya Artûklûyê destûr nedan ku kolandina şîrketê ya ku dixwest santrala tavê li taxê ava bike.
Li Dêrsimê li qada ku gora bîrdariyê lê ye, tê plankirin ku kana qûmê û pomza werin avakirin. Welatî li dijî kargeha ku weke 'êrîşa li dijî bîra kolektîf' pênase dikin serî li dadgehê dan.
Li Çiyayê Gabarê talana xwezayê berdewam e, li hinek deveran li kêleka rê bi hezaran darên jêkirî hatin dîtin.
Pezkoviyên ku xelkê Dêrsimê pîroz dibînin û diparêzin, her tim ji hêla nêçîrvanan ve tên qetilkirin.
Deşta Mûşê bi şînbûna alaleyan re bi rengê sor xemilî.
Bi wêneyên peykê re talana xwezayê ya li Çiyayê Gabarê hatiye kirin derket holê. Guherîna di nava 2 salan de li Gabarê çêbûyî, asta texrîbata li herêmê hatiye kirin jî radixe ber çavan.
Li 31 deverên li Herêma Bestayê ku di bin navê “ewlehiyê” de hatine qedexekirin, cerdevan bênavber daran dibirin.
Hat diyarkirin ku li gundên Hemka û Melêsê yên Elkê, cerdevan ji bo birîna daran gef li şêniyên gund xwarine bi darê zorê “daxwazname” pê dane îmzekirin.
Xebatên madenê yên li Colemêrg didomin û bandorek neyînî li çavkaniyên avê, çandinî û sewalvaniyê dike. Endamê AKP'ê Îsmet Olmez di bin hinceta "ewlehiyê" de li herêmên qedexe xwezayê wêran dike.
Li Semsûrê ruxseta kana keviran ku dê li mêrga 7 gundan were çêkirin hate dayin. Şêniyên gund ku debara xwe bi ajalvaniyê dikin, li dijî dayina ruxsetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Serokê Odeya Çandinê yê Hezexê Ahmet Yagan diyar kir ku li Kurdistanê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donim erdê dexl û danê hişk bûye û divê dewlet zirara cotkaran tanzîm bike.
Çiyayên Gabar û Cûdî jî di nav de li Şirnexê têketina 13 herêmên ku dar lê tên birîn, hate qedexekirin.