Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide

img
AMED - Baroya Amedê dê ji bo betalkirina rapora “ÇED erênî ye” ya Geliyê Zorê ku tevî biryara betalkirinê ya dadgehê hatibû dayîn, dê serîli Dadgeha Bilind bide. 
 
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 13’ê sibata 2014’an de ji bo Santrala Enerjiya Hîdroelektirîk (HES) a ku dê Şîrketa Hilberandina Enerjiyê ya Maya li ser Çemê Zorê yê di navbera navçeyên Sason a Êlihê û Pasûr a Amedê li ser qadeke bi qasî 67 hezar û 450 metrekareyan çêbike, biryara “ÇED erênî ye” da. 
 
Ji şêniyên gundê Herîvê Mûrat,  Ercan, Ridvan, Mehdîn û Medenî Çîçek, di 9’ê adara 2021’an de li dijî vê biryarê li 3’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê doz vekirin. Dadgehê biryar da ku rapora “ÇED erenî ye” derhiqûqî ye û ji ber “ne li gorî hiqûq û mewzûatê ye” biryara betalkirinê da. 
 
ŞÎRKETÊ SERLÊDANEKE NÛ KIR 
 
Piştî betalkirina biryarê, heman şîrketê got; “Di çarçoveya giştînameya Wezareta Hawirdor û Daristanan û Midûriyeta Giştî ya ÇED û Plankirinê ya Hejmar 2009/7’ê rapora ÇED’ê hatiye amadekirin” û dîsa serlêdan kir. 
 
Şîrketa Mayayê di bin navê “Metîn HES (Bendava Kayseriyê), ocaxên amûran, tesîsa şikandin-vebijartinê û projeya santrala betonê” de serlêdaneke nû ya ji hezar û 256 rûpelan pêk tê kir. Midûriyeta Bajar a Amedê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê biryara “ÇED erênî ye” da sekinandin. 
 
BAROYA AMEDÊ DÊ DOZÊ VEKE
 
Li dijî biryara heyî ya “ÇED erênî ye” jî Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê dê doza betalkirina biryarê veke. Her wiha tê payîn ku doz dîsa li Dadgaeha Îdareyê ya Herêmê ya Amedê were vekirin.