Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome

img
ÎZMÎR - Di salên 1960'î de rûxandina ekolojîk a ku bi bendavan li Kurdistanê dest pê kir îro bi madeyên bikaranîna kîmyewî dewam dike. Ekolojîst Huseyîn Çaglar got çekên kîmyewî bi awayekî xwezayî hemû zindiyan li cihê lê tê bikaranîn tune dike.
 
Li bajarên bakurê Kurdistanê wêrankirina ekolojîk tê kirin. Talakirina daristanên di van salên dawî de li Kurdistanê zêde bûne, zirareke mezin daye tevahiya ekosîstema herêmê. Dîsa hişkesalî û çekên kîmyewî yên ku di van demên dawî de tên bikaranîn, wêraniyeke bêveger li herêmê çêdike.
 
Xerakirina ku di salên 1960’î de li herêmê bi bendavan dest pê kir, piştre bi santrala termîk, kanî û birîna daristanan bi leztir bû. 52 bendavên li herêmê ji ber xerabûna rûbaran gelek pirsgirêkên ekolojîk bi taybetî jî ziwabûnê bi xwe re anî. Dîsa ji ber van bendavan, wekî ku li Heskîfê pêk hat, dîrokî û xweza di bin avê de dimînin û ahenga xwezayê hatiye xerakirin. 
 
BENDAVÊN EWLEHIYÊ 
 
Bi taybetî ji sala 2009’an û vir ve li Colemêrg û Şirnexê 11 bendav bi projeyên bi navê “bendavên ewlehiyê” dest pê kir û hin ji wan temam bûn û ev yek rê li ber koçberiya mirovan vekir û her wiha van deran kirin qadên leşkerî. 
 
TALANA MADENÊ 
 
Pirsgirêkeke din a giran a li herêmê xebatên madenê ne. Bi taybetî li Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê û bajarên din ên bakurê Kurdistanê kanên madenê bûn sedema talankirinên giran. Ji sedî 62’ê Dêrsimê, ji sedî 57’ê navçeya Pulur û tevahiya Çiyayê Mûnzûrê destûr ji bo madenê hat dayîn. 
 
Her wiha li qadên daristanê yên li Cûdî, Besta, Gabarê ji bo xebatên madenê tên vekirin. Li Şirnexê di encama herikîna bermahiyên kanên madenê de rûbarên li herêmê bi xesarek mezin re rûbirû mane. Li dijî xwezaya bakurê Kurdistanê talana sîstematÎk pêk tên. 
 
XWEZA TÊ TALANKIRIN 
 
Li aliyekî li bajarên bakurê Kurdistanê di encama operasyonên leşkerî de dar û daristan û çiya tên şewitandin. Ev şewat xesarek mezin li ekosîstemê dike. Birîna daran jî bandorek mezin li ser hevsengiya ekolojiya bakurê Kurdistanê dike. Ev ne bes e niha jî li herêma Zap, Avaşîn û Metîna yên li ser başûrê Kurdistanê kîmyasal tê bikaranîn û ev yek zirarek mezin dide mirovan, ax, av û hewayê. Bikaranîna çekên kîmyewî bi temamî ekosîstema herêmê tune dike. 
 
HER KU DIÇE TALAN ZÊDETIR DIBE
 
Ekolojîst û Berdevkê Partiya Çep a Kesk a Bajarê Îzmîrê Huseyîn Çaglar asta wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê nirxand. Çaglar diyar kir ku talana ekolojîk a bi salan e li Kurdistanê tê kirin, di salên dawî de her ku diçe zêde dibe û bal kişand ser vê yekê ku li Kurdistanê bi taybetî di salên 1960'î de bi çêkirina bendavan re talanê dest pê kir. Çaglar diyar kir ku li herêmê hem herikîna xwezayî ya çem û hem jî ekosîstema ji ber bendavan hilweşiyane û wiha got: “Lê ya rastî talanê bi çêkirina santralên termîkê dest pê kir. Bi santrala termîkê ya li Elbîstanê, ku talankirina ekolojîk a herî eşkere ye, li bajarên kurdan jî wêraniyeke giran a ekolojîk dest pê kir. Piştre bi şer re ji sala 1980’î vir ve daristanên bajarên Kurdistanê ji ber sedemên ewlehiyê tên talankirin. Di van salên dawî de ji ber sedemên wekî lêgerîna madenê û kanên xîzê çiyayên herêmê ji aliyê AKP'ê ve hatin hilweşandin. Beşek girîng ê çiyayên Dêrsimê ji bo madenê destûr hat dayîn. Dîsa berê jî bi hinceta ewlehiyê daristan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn şewitandin. Lê rewşa ku em bi taybetî li Şirnexê dibînin talanek mezin e û dar tên qirkirin. Li dijî erdnîgariya Kurdistanê mantixê mêtingeriyê di dewrê de ye û her der tê talankirin. Herî dawî jî bikaranîna çekên kîmyewî ket rojevê. Bikaranîna çekên kîmyewî xesarek mezin dide erdnîgariya herêmê û ev kîmyasal rê li ber tunekirina hemû zindiyan vedike û her zindiyî dikuje. Divê li dijî vê talanê têkoşînek enternasyonalîst bê kirin.” 
 
MA / Tolga Guney