Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin

img
AMED - Ji ber hişkesaiyê û bendavên ku li serê hatine çêkirin ava Çemê Dîcleyê kêm bûye û aesiyên têde dimirin. 
 
Li Amedê, rexmî demsala payîzê jî ji ber nebarandina baranê û bendavên li serê ava Çemê Dîcleyê kêm bûye û mirinên masiyan pêk tên. Li Pira Deh Derî ya dîrokî ya li navçeya Sûrê gelek masî mirin. Ji ber bendavên Dîcle û Keça Padîşah ên li ser Çemê Dîcle hatine çêkirin ava çem hat qutkirin. Ji ber vê masî dimirin û bi ser avê dikevin. Mirine masiyan li herêmê bûye sedema bêhneke pîs. 
 
Ber û berê çem tijî masiyên mirî, naylon, poşet, rûpoş, şîşeyên pet ên ku ji aliyê mirovan ve hatine avêtinin. 
 
Welatiyan got ku her sal ji ber girtina devên bendavan heman rewş pêk tê û masî dimirin. 
 
'MESÎ JÎ ZINDÎ NE'
 
Welatiyê bi navê Tahsîn Erol ku bi salan e li ser Pira Deh Derî bi lêdanan defê debara xwe dike, diyar kir piştî ku devên bendavan hatine girtin ava çem kêm bûye û mesî dimirin. Erol, bertek pêşîgirtina avê da û ev tişt got: "Masî jî mîna mirovan zindî ne û mafê wan ê jiyanê heye."