Dê MSD tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe
- cîhan
- 12:15 12/10/2019
Şandeya MSD'ê ku ji bo hin hevdîtinan çû Misrê dê tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe.
Şandeya MSD'ê ku ji bo hin hevdîtinan çû Misrê dê tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe.
Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara Trump a “vekişandina” eskerên Amerîka ya ji ser sînor da. Li dijî vê yekê jî pêşnûme pêşkêş kir. Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran Ellîot Engel ê îmzeya wî di bin pêşnûmeyê de Trump sûcdar kir û got: “Vekişandina leşkerên me ya ji wê herêmê xiyaneta li dijî hevkarên me ye.”
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper, diyar kir ku wan Kurd terk nekirine û wê bi wan re li herêmên din ên Sûriyeyê xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Tirkiye bi van operasyonan aramiya hearêmê xera dikin."
Saziya Bijîjkên Sînor Nenas ên Navneteweyî ragihand ku li Grê Spî nexweşxaneya ku endamên wan jî lê dixebitin, ji ber êrîşên Tirkiyeyê hatiye girtin.
Wezîra Karê Ewropa Fransayê Amelîe de Montchalîn, diyar kir ambargoya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê li ser 'masê' ye û di heftiya pêş de wê li Konseya Ewropayê bê gotûbêjkirin.
Li Cinêwê, bi sedan kes êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Wezaret Karên Derve ya Fransê, di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa vexwend wezaretê.
Serokê Komîteya Karên Dîasporaya Parlamentoya Ermenistanê, diyar kir ku Tirkiye di êrîşa xwe de li Grê Spî ku malbatên ermenî lê dijîn dide û plan dikin ku malbatan veguhezînin.
Seroka Lijneya Rêveberiya UNÎCEF’ê Henrîetta Fore, bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev hişyarî kir: “Di warê mirovî de, wê encamên dramatîk derbikevin holê.”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett Mcgruk, piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku encama van êrîşan wê giran be û wiha got: "DAIŞ di nava vê aloziyê de xwe amade dike ku xwe ji nûve ava bike. "
Senatorê Komarparêz ê DYA'yî Lindsey Graham bertek nîşanî operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: "Eger agahiyên operasyonê rast bin û Tirkiye ketibe Sûriyeyê, kevirên rêya diçe dojehê datîne."
Li bajarên Bruksel, Strasbourg, Stuttgart û Roma yên welatên ewropa Kurd û dostên Kurdan daketin kolanan û bertekên li dijî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û xwestin parastina Rojava bikin.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, bertek nîşanî sewqiyata leşkerî ya ser sînor a Tirkiyeyê ya ji bo operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku ev yek binpêkirina biryara KENY'yê ye.
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî banga devjêberdana operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û xwest ku hêzên Rejîma Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe.
Hat diyarkirin ku Pentagon ku ragihandibû "piştgirî nade operasyonê" jî tev lî hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Erdogan û Trump de ku têde plana operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin, bûye.