NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî re li Almanyayê hevdîtin pêk anî.
	Li Almanyayê di çarçoveya 60’emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê (MSC) de Wezîrê Karên Derve ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî re pêk anî. 
	Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistana Federe Barzanî û Fîdan li ser geşedanên dawî yên li herêmê danûstendin kirine. 




